Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin

  • rojane
  • 13:32 19 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Beşdarên nobeda Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê, ji bo Amediyan banga “Werin em ciwanên xwe xilas bikin” kirin.

Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê, di 14’ê Hezîranê de bi şiara li dijî tiryak û fihûşê “Em civakê biparêzin” li navçeya Peyas a Amedê di 14’ê Hezîranê de meş li dar xist û li Parka Rojava kon vekir. Li konê ku pankarta “Xwe jehrî neke, ked bide” hate aliqandin her roj di saet 17.00’an de çalakiyên têkildarê têkoşîna tiryakê tên lidarxistin. Çalakiya ku gelek welatî û saziyên civakî beşdar bûbûn, piştî belevokan bi ciwanan re der barê zirarên tiryakê suhbet hate kirin. Çalakiya ku malbat û ciwanan eleqeyek zêde nişan dabû da jinan qala pirsgirêkên tiryakê yên ku li kolanan dibînin kirin. Nobeda ku dê heta dawiya heftê bidome, rawestgeha wê dê navçeya Rezan an Sûr be.
 
‘EM Ê LI HEMÛ NAVÇEYAN BIXEBITIN’
 
Endamê Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê Mahsûm Ozaksoy, diyar kir ku armanca nobedê ji bo hestiyariyê ya û gel eleqe nîşan daye. Her wiha Ozaksoy destnîşan kir ku divê her kes ciwanan ji tiryakê xilas bike. Ozaksoy, qala bûyerekê kir û got: “Dema xebatê ciwanekî pêşiya me birî. Ji me re got ku bavê wî yê 54 salî tiryakêş e. Ji bo çareseriyê bi me re beşdarî xebatê bû. Kesên ku vî karî dikin, êdî dê nikaribin bi rehetî tevbigerin.”
Ozaksoy, diyar kir ku dê ji bo vê li hemû navçeyên Amedê bixebitin û ji bo welatî û saziyên civakî banga berpirsiyariyê kir û got: “Em bi hêvî ne ku dê li hember tiryakê hestyariyek çêbibe. Em bang dikin ku her kes xwedî li vê xebatê derbikevin.”
 
‘WERIN EM CIWANÊN XWE XILAS BIKIN’
 
Nobedara piştevaniyê Melîha Gurluk, diyar kir ku tiryak fena kormikê nava sivê ye û ciwan û civakê genî dike û got: “Dê heta kengî dewam bike? Pêşiya ciwanan girti ne tenê wan ji bo tiryakê didafînin. Ev polîtîka bi zanebûn tê rêvebirin. Em çawa dikarin ciwanan ji tiryakê xilas bikin. Keçên me yên ciwan ber bi fihûşê û dejenerebûnê û xort jî ber bi tiryakê ve diçin. Em bi hevre ciwanên xwe ji vê xirabiyê xilas bikin.”
 
Melîha Gurluk qala suhbeta xwe û ciwanekî ku hatibû serdana wan kir û got: “Hinek ciwan hatin, rûniştin me suhbet kir û ji me alikarî xwestin. Lê min ciwanên tiryakêş jî ferq kir, hatin rûneniştin. Nexwestin bi me re suhbet bikin gotin ‘Xweşkê, hûn çi bikin ji kesê bikar bîne hûn nikarin pêşiyê lê bigrin. Li dayik û bavê xwe guhdar nakin dê li me guhdar bikin.’ Min çend caran bangî wan kir nehatin. Ez bangî malbata wan dikin werin em ciwanên xwe xilas bikin.”
 
‘DIVÊ HER KES BERPIRSIYAR BE’
 
Endama Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) Meryem Soylû jî ev tişt anî ziman: "Ji bo ciwanan ji gel û siyasetê dûr bixin wan jehrî dikin. Ciwanên tiryakêş her tiştî dikin. Lewre hişê wan ne li serê wan e. Ev dejenerasyonek civakî ye jihevketina malbatan e. Divê her kes li dijî tiryakê berpirsiyar be hişyar be. Îro em li vir in lê ciwanên me nayên. Ev pargal ciwanên me jehrî dike. Li park û li dibistanan tiryakê didin wan. Divê em li tax, park û li malan xwedî li ciwanên xwe derbikevin. Em li hember tiryakfiroşan bi hevre têbikoşin.” 
 
‘EM JI BO CIVAKEK EXLEQÎ Û POLÎTÎK TÊBIKOŞIN’
 
Beşdarê çalakiyê Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan wiha axivî: “Li ser ciwanên me şerek taybet tê birêvebirin. Em di nava civak û lu taxan dibinin ku gelek ciwanên me bûye tiryakkêş. Em ê bi Platforma Şiyar Be! re ji bo pêşeroja xwe û ji bo civaka exleqî û polîtîk bixebitin.” 
 
Hevşaredara Rezan Leyla Ayaz diyar kir ku navçeyên herî zêde tiryakkêşî li belav bûye navçeya Rezan e û zarokên 7 salî jî êdî bikar tînin û got: “Ev kar tenê bi reveberiyên herêmî an bi xebatên platformê ve çareser nabe. Divê em wek civakî jî hestiyariyek li heber tiryakê çêbikin. Dê gelê me pêşengiya vê bike û pitgiriyê bidin têkoşîna li dijî tiryakê.”
 
MA / Bêrîvan Altan
 
 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’