Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar

  • rojane
  • 11:40 19 Hezîran 2025
  • |

ENQERE - 16 serokên baroyên bakurê Kurdistanê pêşniyara çareseriyê ya ji 17 xalan pêk tê pêşkeşî partiyên siyasî yên li Meclisê kir. Di pêşniyaran de hat xwestin ku ziman û çanda Kurdî were naskirin, wesayeta rêveberiya navendî ya li ser rêveberiyên herêmî were bidawîkirin. 

Serokên 16 baroyên bakurê Kurdistanê hatin Enqereyê û di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de li Meclisê bi partiyên siyasî û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtin kirin. Serokên baroyan, têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, pêşnûmeyeke çareseriyê ya ji 17 xalan pêk tê pêşkeşî partiyan kirin. 
 
Pêşniyarên ji bo çareseriyê hatine kirin ev in: 
 
“*Rola Avaker a TBMM’ê: Divê TBMM di birêvebirina pêvajoya aştiyê de bi roleke çalak û avaker rabe. 
 
*Maf û Azadiyên Sereke: Divê parvekirina fikrê û azadiyên xweîfadekirin û xwebirêxistinkirinê bêyî zextek hebe bên cîbicîkirin. Misogerkirina azadiyan, di avakirina aştiya civakî de diyarker e. 
 
*Hemwelatiya Wekhev: Bêyî ku cihêkariya etnîk, olî û çandî were kirin, divê hemû hemwelatî xwedî heman maf û berpirsyartiyan bin û ev rastî di qanûn û destûra bingehîn de bê misogerkirin. Divê sepanên ku rêgeza hemwelatiya wekhev ji holê radikin bên bidawîkirin û ji bo xurtkirina vê rêgezê di qanûnan de sererastkirin bên kirin. 
 
*Mafê Siyasetkirinê: Tevlibûna siyasî, bingeha meşruiyeta demokratîk e. Di vê çarçoveyê de divê mafê siyasetkirinê yê kes û saziyan ji zext, tacîzên darazî û gefa cezayan bê parastin. 
 
*Reforma Girtîgehan: Bi taybet jî divê mafê jiyanê yê girtî/hikûmxwarên nexweş berçav bên girtin, mercên înfazkirina cezayê li gorî rûmeta mirovahiyê be û qanûna înfazê li gorî rêgezên wekhevî û edaletê bê sererastkirin. 
 
*Sepana Qeyûm: Sepana qeyûm, mafê bijartin û hilbijartinê û îradeya gel tune dihesibîne û li diî rêgezên sereke ya pergala demokratîk e. Divê ev sepan tavilê bê bidawîkirin û ev qanûna rê dide vê sepanê ji holê were rakirin. 
 
*Berpirsyartiyên Navneteweyî û Darazî: Divê biryarên DMME’yê yekser bên cîbicîkirin û nebicihanîna wan were bidawîkirin. Her wiha dê rêz ji biryarên AYM’ê re bê girtin û bên cîbicîkirin. 
 
*Serbixwebûna Darazê: Divê daraz ji mudaxileyên siyasî were parastin û serbixwe û bêalî be. Divê bi taybet jî bikaranîna tevdîrên keyfî yên li dijî girtî û binçavkiriyên siyasî bê bidawîkirin û mafê darizandina adilane bê parastin. 
 
*Qedexeyên Îdarî: Biryarên îdarî yên keyfî ku mafê çalakiyên aştiyane bisînor dikin û sepanên di serdema OHAL’ê de bên bidawîkirin. Divê hukmên di Qanûna Îdareya Taybet a Bajar de bên rakirin. 
 
*Derketina ji Avadaniya Çekdarî: Ji bo endamên rêxistinên yên tundî û çek terikandin bikarin tev li jiyana civakî ya aştiyane bibin û ji bo vê divê çarçoveyeke hiqûqî were amadekirin. Ji bo entegrasyona civakî divê tevdîrên sererastkirin û parastinê bên girtin. 
 
*Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê: Ji bo binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên di demên berê de bên lêkolînkirin, ji bo naskirina travmayên civakê û başkirina hafizeya civakê, divê Komîsyona Heqîqet û Hevrûbûnê bê avakirin. 
 
*Avakirina Hafizeya Hevpar: Divê êşên gelên Tirk û Kurd di demên berê de jiyan bi awayekî adilane û însanî bên naskirin û bi bîranîna van êşan re hafizeya civakî were xurtkirin û pêşerojeke hevpar were avakirin. 
 
*Reforma Rêveberiyên Herêmî: Divê rayeyên rêveberiyên herêmî bên berfirehkirin, rêgeza rêveberiya xwecihî were xurtkirin. Divê wesayeta navendê were bidawîkirin û gel yekser xwe birêve bibe. 
 
*Mafên Ziman û Çandî: Di serî de ziman û çanda Kurdî, divê qadên hemû nasname û çandan di destûra bingehîn de bên misogerkirin û astengiyên li ber perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna di xizmetên cemaweriyê de bên rakirin. 
 
*Polîtîkayên Ewlehiyê: Divê polîtîkayên ewlehiyê li gorî rêgezên dewleta hiqûqa demokratîk bin, sepanên civakê krîmînalîze dikin bên bidawîkirin û feraseta ewlehiyê li gorî rêgeza ku ewlehiya mirovan esas digire were avakirin. 
 
*Polîtîkayên Sosyoekonomîk: Ji bo avakirina aştiyê û domdariya wê, divê newekheviyên sosyo-ekonomîk jî bên bidawîkrin. Divê xizaniya li herêmê bê bidawîkirin, derfetên îstîhdam û perwerdeyê bên dayin. 
 
*Pêvajoya Destûra Bingehîn a Nû: Piştî sererastkirinên li jor hatine destnîşankirin, bi tevlibûna tevahiya derdorên civakê divê xebatên amadekirina destûreke bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û piranîparêz bên destpêkirin. Destûra Bingehîn a nû divê cudahiyên nas bike û xwedî taybetiyeke peymana civakî be.” 
 
'BAROYÊN ME HEWL DIDIN ÇARESERIYÊ PÊŞKEŞ BIKIN’ 
 
Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk têkildarî serdanan û pêşniyaran axivî û got ku ew hewl didin pêvajoya heyî derbasî aştiyeke civakî bikin. Karaçelîk, got ku baroyên wan hewl didin ji bo çareseriyê sûdewer bin û hewl didin çareseriyê pêş bixin. Karaçelîk, da zanîn ku wan nêrînên xwe bi nivîskî jî pêşkeşî partiyên siyasî kirine û jê xwestine ku hêvî û bendewariyên gel bi nêzikatiyeke ser partiyên siyasî re bigirin. Karaçelîk, da zanîn ku ji bo aştiyê û çareseriyeke demokratîk çi erk û berpirsyartî bikevin ser milê wan ew amade ne ku bicih bînin. 
 
MA / Omer Gungor 
 
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’