Li Bedlîsê di bin nave ‘ewlehiyê’ de bi hezaran hektarên daristanan ji reh ve tên jêkirin

img
BEDLÎS - Li Bedlisê ji bo tunekirina daristanan di nava 4 salan de 54 îhale hatin kirin. Ji van îhaleyan 11 jê bi îdiaya “herêmên piştgiriyê didin terorê” û bi çavdêriya cendirmeyan hatin kirin. Ji bo dar dîsa şîn nebin, ji rih ve hatin jêkirin. Wekîlê DEM Partiyê Huseyîn Olan got ku ji sedî 40’ê daristanên bajar hatine tunekirin.  
 
Li Kurdistanê şewatên li herêmên leşkeran ên di bin navê ewlehiyê de tên derxistin, di sala 2016’an piştî ragihandina OHAL’ê ji hêla îktîdara AKP’ê ve, cihê xwe ji birîna daran û ji kokê ve jêkirina daran re hişt. Li gel Şirnexê ku di bin navê “herêma ewlehiyê” de bûye hedefa polîtîkaya eko-qirkirinê ya îktîdara AKP’ê, li Bedlîsê jî qirkirineke mezin a daran tê kirin. Di nava 4 salan de li Bedlîsê ji bo tunekirina daristanan 54 îhale hatin kirin. Ji van îhaleyan 11 jê jî di bin navê “Karê birîna daran a ewlehiyê ya li herêmên alîkar ên terorê” de hatin kirin. Dar, di bin çavdêriya cendirmeyan de hatin kirin û ji bo dar dîsa şîn nebin ji kokê ve hatin derxistin. Wêneyên hatine kişandin, asta eko-qirkirina ji dawiya sala 2015’an heta niha tê domandin jî radixe ber çavan. 
 
Pêvajoya eko-qirkirinê wiha dimeşe; ji ewil cendirme biryarê didin ka dê li ku dar bên birîn, piştre vê biryarê ji walîtiyê re dibêjin, walîtî jî fermanê dide Midûriyeta Karê Daristanan, midûriyet îhaleyê li dar dixe û piştre jî di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Piştî birîna daran, darên hatine birîn didin ber firotinê. Li ser malpera e-satiş (firotin) a Midûriyeta Giştî ya Daristanan jî wêneyên darên hatine birîn û hûrgiliyên herêma dar lê hatine birîn tên parvekirin. Li ser wêneyên darên hatine birîn ên di malperê de hatine weşandin, nîşeya “Darên bi sedema terore ji bo ewlehiyê hatine birîn” hatiye nivîsandin. 
 
Yek ji herêmên sereke yên dar lê tên birîn jî navçeya Xîzanê ye ku bi xwezaya xwe ya xweşik tê naskirin. Li herêma Şêx Cûmayê ku di navbera Bedlîs-Xîzanê de ye û hêj qedexe ye, li Motka û Geliyê Axkîsê qirkirineke daran a mezin tê kirin. Ev qirkirin piranî li gundên Oleka Jor, Oleka Jêr, Enlêp, Badan û gelek deverên din ên têketin û derketina wan qedexe ye, didome. Di navera salên 2015 û 2024’an de li gundên Bedlîs, Xîzan û Tetwanê ev qirkirin dihat kirin û di sala 2025’an de jî bi îhaleyekê re daristanên Geliyê Xakîsê jî hatin firotin. Fîrmaya ku îhale wergirtiye, birîna daran didomîne. 
 
NAVÊ ÎHALEYÊ: BIRÎNA DARAN A EWLEHIYÊ YA BI SEDEMA TERORÊ 
 
 
Midûriyeta Rêvebirina Daristanan a Bedlîsê ku girêdayî Midûriyeta Herêmê ya Daristanan a Xarpêtê ye, tenê di navbera salên 2021 û 2024’ê de ji bo bi hezarn hektarên daristanê tam 54 îhale li dar xist. Ji van îhaleyan 11 jê di bin navê “Birîna daran a ewlehiyê ya bi sedema terorê” hatin kirin. Tevahiya van herêmên behsa xeberê jî li devera Şêx Cûma û Oleka Jor û Oleka Jêr in ku hêj niha jî qedexe ne. 
 
JI BO DÎSA ŞÎN NEBIN JI REH VE TÊN DERXISTIN 
 
 
Wêneyên peykê yên derketin holê, asta qirkirina daristanan a li Bedlîsê jî derdixe holê. Ev wêne, vê qirkirina di bin navê “ewlehiyê” de tê kirin jî radixe ber çavan. Bi taybet jî di wêneyên peykê yên sala 2015’an ên Xîzanê de herêmên kesk û bi temamî daristan xuya dikin lê sal bi sal ev daristan hatine tunekirin. Texrîbata herî mezin a di wêneyên peykê de xuya dike jî, bi taybet jî li gundên Şêx Cûma, Motka, Oleka Jor û Oleka Jêr ên hêj qedexe yên navçeyê xuya dike. Qadên van gundên ku bi sala ne qedexe ne, şêniyên wê piştî nîşandana nasnameyan derbas dibin û ambargoya xurekan li ser heye, mîna çolistanê bûne. 
 
Gundiyên li herêmê, têkildarî vê qirkirina daristanan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Gundiyan gotin ku dar li vir nayên birîn, bi makîneyan ji reh ve tên derxistin. Rêyên ji bo makîneyên kar daran bibirin li herêmê hatine çêkirin, talan û wêraniya li herêmê hatiye kirin baştir vedibêjin. Gundî dibêjin; ‘Ji bo ew dar careke din şîn nebin, tişta ji dest tê dikin.” 
 
'GELEKÎ JI KOKA XWE QUT DIKIN’
 
Ji welatiyan Ahmet Şîmşek, ev tişt anî ziman: “Daran, di esasê xwe de me dibirin. Dema em nerazîbûna xwe nîşan didin, motorvanan tînin û daran dibirin. Dewlet, li gorî keyfa dilê xwe mitehitekî diyar dike û birîna daran dide wî. Heta rehên daran jî jê derdixin da ku şîn nebin. Me serî li ku derê dabe jî feyde nekir. Em çûbin cem kê jî dibêjin ‘herêma terorê’ û daristanan dibirin. Em tenê temaşe dikin. Li tevahiya herêma Xerzanê dar tên birîn. Anku kesek bibêje ‘me li wir kesek dît’, wê derê yekser didin ber îhaleyê. Tenê daristan nayên birîn, bi dozeran gir û ax jî tên tunekirin. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Serkêşiya vî karî jî cerdevan û leşker dikin. Êdî vê talanê bidin sekinandin. Ev ne tenê birîna daran e, her wiha qutkirina gelekî ya ji kokên xwe ye.” 
 
'NÊZÎ JI SEDÎ 40’Ê QADA DARISTANÊ HATE TUNEKIRIN’ 
 
Wekîlê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan ku demekî kin berê li herêmên dar lê tên birîn lêkolîn kir, diyar kir ku li Bedlîs û Şirnexê komkujiyeke mezin a xwezayê tê kirin. Olan, da zanîn ku qadên daristanê ji ewil tên valakirin, piştre tên qedexekirin û herî dawî jî birîna daran dest pê dike. Olan, got: “Di nava 10 salên dawî de bi awayekî zanebûn, bi hinceta ewlehiyê daristan tên tunekirin. Ji daristanên Bedlîsê ji sedî 40 jê bi vî awayî hatine talankirin. Bi hinceta ewlehiyê herêmê ji daran vala dikin û hemû zindiyên li wê herêmê jî tune dikin. Yek ji bajarên herî zêde av lê heye, Bedlîs e. Lê piştî birîna daran êdî baran kêm dibarin û av her ku diçe kêm dibe. Weke mînak, pêdiviya daran a 18 bajaran ji Bedlîsê tê pêşwazîkirin. Dema ev tê kirin, rantekî mezin tê xwarin. Bi taybet jî li herêma Şêx Cûmayê, Xîzan û Motkayê, dar tên birîn. Hemû herêman jî cendirme diyar dike û li gorî daxwaza wan jî ev kar tê kirin.” 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’