Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne

  • rojane
  • 14:06 12 Hezîran 2025
  • |
img
AVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên bi hemû cureyên çekan ên hewayî û bejahî berdewam in. 
 
Tevî biryara fesixkirinê ya PKK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî qadên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke girîng weşand. 
 
Li gorî nûçeya ANF’ê, HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Weke ku raya giştî pê zane, hêzên me bi pêvajoya agirbestê re ku 1'ê Adarê destpê kir, derbasî pozîsyoneke cuda bûn. Lê belê li herêmên Zap û Metînayê hêzên artêşa Tirk li pey firsendê ne, çalakînekirina hêzên me ji xwe re weke firsendê dibînin, lewma bi rehetî tevdigerin û hewl didin qadên gerîla dorpêç bikin.  Bi vî rengî pozîsyona agirbestê bi rengekî gelekî qirêj bi kar tîne û dixwaze berxwedêrên tunelan îmha bike. Ev êrişên ku di daxuyaniyên xwe yên rojane de me detayên wê parve kir, nîşan dide ku hêzên artêşa Tirk bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyewî, droneyên bombebarkirî, sondajên hewl didin tunelan qul bikin, kepçeyên hewl didin tunelan hilweşînin û bi çekên giran êrişî tunelên me dikin. Li gel biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê jî artêşa Tirk bi taybetî li gundê Sêgirê û Girê Amediyê yên nêzî navçeya Amediyê û gundê Şêlazê yê Metînayê yên li başûrê Kurdistanê, li ser qadên me rojên dawî gelekî gazên kîmyewî bi kar tîne. Artêşa Tirk ji xwe re kiriye armanc ku bi taybetî li van sê kampan hêzên gerîla bi gazên kîmyewî îmha bike.
 
Eşkere ye ku meyleke rantxuriya şer li vir tevdigere ku dixwaze biryarên kongreya 12'emîn a tevgera me û daxwaza Rêber Apo têk bibe. Ev hewldana feraseta komkujiyê ya alîgiriya şer ku hewl dide bi sûdwergirtina ji şert û mercên agirbestê li van sê nuqteyan gerîla îmha bike, nêzîkatiyeke nemerdane ye. Hem dixwaze vê yekê bi çekên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin bike, hem jî pêvajoya aştiyê sabote bike. Bi vî rengî di êrişkariyê de israr dike. Bila xwediyên vê êrişê zanibin; eger van êrişên xwe yên qirêj nesekinînin wê hêzên gerîla jî mafê xwe yê derbasbûna li pozîsyona çalakiyê bi kar bînin û bi rengên cuda bersivê bidin. Ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, divê ev feraseta rantxuriya şer a li pey qehremaniya erzan, firsend, namerd û qirêj e, bê rawestandin. Eşkere ye ku eger ne ji pozîsyona agirbestê bûya wan nikarîbû bi vî rengî dorpêçî bikira. Eşkere ye ku dixwazin sûdê ji vê werbigire û encamê bi dest bixe. Her beşê ku alîgirê aştî û çareseriyê ne, em bang li wan dikin ku di vê mijarê de bi înîsiyatîf rabin. Her wiha em bang li hemû saziyên alîgirê mafên mirovan dikin ên ku li ber bikaranîna çekên qedexekirî radibin, bang li hemû derdorên alîgirê aştî û demokrasiyê dikin ku li pêşiya dewleta Tirk bibin asteng ku li Metîna û Rojavayê Zapê bi rengekî li derveyî mirovahiyê çekên qedexekirî bi kar tîne.” 
 
Di berdewama daxuyaniyê de kitekitên êrişan hatin parvekirin. HPG’ê da zanîn ku di navbera 9-12’ê Hezîranê de li herêmên Zap, Metîna û Garê bi dehan caran bi çekên cuda êriş hatine kirin. 
 

Sernavên din

11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû
11:06 Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê li qada merasîmê ye
10:49 Serşêwirmendê Serokkomar Yîgît Bulut mir
10:42 Gel li benda ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ e!
10:34 Welatiyan wesayîtên kana madenê ji bajarokê derxistin
10:06 Hevberdevkê Giştî yê YSP’ê Asena: Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike
09:52 Delegasyona navneteweyî ber bi qada torenê ve bi rê ket
09:44 Pirtûka parastina doza Kobanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ çap bû
09:33 Tunç Soyer: Yên di bin zexta îktîdarê de divê hevkariyê mezin bikin
09:29 'Di sala 10'emîn de li ser şopa Pirsûsê': Ji bo edaletê têkoşîna li ser bingeheke yekgirtî
09:06 Alî Bozan: Dora gavavêtinê a dewletê ye
09:05 Welatiyên beşdarî hevdîtinên gel bûn: Divê dewlet gav bavêje
09:04 30 salên jiyana wî di girtîgehê de derbas bû: Ji bo jidilbûnê divê girtiyên nexweş bên berdan
09:01 3 sal in muayeneya kelemçekirî li girtiya bi nexweşiya tuberkulozê tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:15 Rêwîtiya ber bi kêliya ku dê herka dîrokê biguherîne
07:59 Şandeya ku dê torenê bişopînê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket
10/07/2025
17:05 Ceza dan malbata Kocakaya ê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin
16:56 Rojnameger Hêvîdar Onver îfade da
16:36 Yunaçti piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:05 Rojnamegerên ji bo torena PKK’ê bi rê ketin: Em ê şahidiya kêliyên dîrokî bikin
15:41 Şîna Abdullah Okur bi girseyî hate ziyaretkirin
14:46 Dozgerî ji bo 7 rojnamegeran ceza xwest
14:13 Di kongreya Wan TUHAY-DER’ê de coşa peyama bidîmen
14:03 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
13:43 Rûxseta lêgerîna petrolê ya li Amedê ji bo 2 salan hate dirêjkirin
13:31 Li dijî zextên rejîma Îranê bang hate kirin
13:26 Erdogmûş: Hincet neman, divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigre
13:25 Şewatên Uşakê hatin kontrolkirin
13:09 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:26 Serokê Giştî yê OHD’ê: Divê êdî guherînên yasayî bên kirin
12:24 ‘Divê dewlet pêvajoyê dirêj neke’
12:23 Ji bo torena PKK’ê ji Amedê bi rê ketin
11:37 Tahmaz: Banga Ocalan peywirên siyaseta demokratîk destnîşan dike
11:25 Înstagramê hesabê Ajansa Welat girt
11:19 Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz: Bêhiqûqîtî me bêhtir xemgîn dike
11:01 Ji bo Hesendînê li ber xwe didin: Em li benda piştevaniyê ne
10:42 Rojnameger Er: Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye
10:25 Hamasê qebûl kir ku dîlgirtiyên Îsraîlî serbest berde
10:23 9 sal in mexdûrên KHK’ê li benda karê xwe ne
10:00 Hunermend Pinar Aydinlar: Divê aştî û azadî derdê hemû welat be
09:56 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên 8 meh in li benda tedawiyê disekinin hene
09:25 Dê navê Dengbêj Şakiro li Agiriyê nemir be
09:24 Xwezaya Şirnexê dê bi 10 projeyên nû yên enerjiyê bê talankirin
09:19 Şaredarê Şîleyê Kabadayi hate binçavkirin
09:07 Dayikên ku zarokên xwe winda kirine: Banga bidîmen hêviya me xurt kir
09:06 Serokê Baroya Mûşê: Pêvajo di asteke girîng de ye, divê her kes xwedî lê derkeve
09:05 Francesco Cerasanî: Ocalan bi banga xwe deriyekî nû li ber demokrasiyê vekir
09:03 Ji Roboskiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Ger em mil bidin milê hev dê êşên me kêm bibin
09:01 Di şer de du zarokên xwe winda kir: Bila komîsyon bê avakirin û gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:24 Hasan Aşa ku ji sedî 91 astengdar bû hate berdan
08:09 KCK’ê bersiv da banga Ocalan: Gavên şênber ên tên xwestin em ê biavêjin
09/07/2025
20:12 Balyozê DYA'yê: Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe
20:04 Li Girê Spî hêzên paramîlîter bi hev ketin: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
19:57 Hûrguliyên civînên Şamê: Divê Peymana 10'ê Adarê bêkêmasî bê pêkanîn
19:51 Piştî 31 salan serbest hat berdan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
19:43 Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da
16:43 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Ayik banga tehliyeyê kir
15:53 Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da
15:52 Tayîp Temel: Bingeha hiqûqî şert e
15:39 Bayindir: Nexşerêya Ocalan dê ji bo teşedayîna pêşerojê sûdewer be
14:41 Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye
Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye
14:05 Ayşegul Dogan: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyeyê bin
14:00 Ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Lemanê biryara binçavkirinê hat dayin
13:59 Piştî 26 salan dengê Ocalan bihîstin: Divê bi lezgînî gav bên avêtin
13:27 Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş nehate berdan
13:26 Erdogan: Em ê agahiyên erênî bigirin
13:14 Siyasetmedar û rewşenbîr dê ji bo torena li Silêmaniyeyê bi rê kevin