Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were

  • rojane
  • 09:01 7 Hezîran 2025
  • |

STENBOL - Alîkara Hevseroka ESP'ê Sezîn Ûçar diyar kir ku eger pêvajoyeke aştiyê ya adîl, demokratîk û bi rûmet destpê bike, divê dewlet jî hesabê sûcên kiriye bide û got, "Divê daxwazên Kurdan bi têkoşînên civakî werin zêdekirin."

Ji bo pêvajoya nû ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" dabû destpêkirin, ji gelek derdora piştgirî hat dayîn. Dema ku li Kurdistan û Tirkiyeyê perspektîfa çareseriyê ya pêşniyara Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin jî, daxwaza herî zêde tê kirin ew e ku dewlet gav bavêje.
 
Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Sezîn Ûçar işaret bi gavên divê werin avêtin kir û bang li raya giştî kir ku piştgiriyê bide daxwazên gelê Kurd.
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Sezîn Ûçar destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ji ber înkar û kedxwariyê derket holê û wiha got: "Parçekirina Kurdistanê li çar parçeyan, pirsgirêkeke ku bi polîtîkayên siyasî, aborî, tinekirin û înkarê tê pênasekirin. Ji bo partiyên mîna me, ku hem li Tirkiyeyê hem jî li Bakurê Kurdistanê têkoşîna sosyalîzmê dimeşînin, pirsgirêkên karker û kedkaran bi têkoşîna neteweyî ya Kurd re di nava hev de ne. Pirsgirêka Kurd di warê yekbûna zemîneke têkoşîna siyasî de gelekî krîtîk e. Ji ber vê yekê, bi perspektîfa me serketina têkoşîna azadiyê û paşvekişandina faşîzmê bi esasî bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye."
 
RÎSKÊN PÊVAJOYÊ
 
Sezîn Ûçar bal kişand ser pêvajoya nû û wiha axivî: "Di dema dawî de pêşketinên gelekî girîng ji bo her kesên tevlî siyaseta li Tirkiye û Kurdistanê dibin, hene. Em difikirin ku ev pêvajo xwedî hin îmkan û rîskan e. Dewleta bûrjûva ya Tirk, bi cewhera xwe desthilatdariyeke faşîst e. Xwe mîna rêxistineke şer dihewîne. Lê di lîstikê da hin îhtîmal jî hene. Em niha di serdemeka derbasbûnê ya nediyar û ne aram de ne. Ji ber ku dewletê hê gavek neavêtiye, pêvajo dikare vegere destpêkê. Dirêjbûna vê dema derbasbûnê dibe ku rê li ber hin pirsgirêkên îdeolojîk û rêxistinî veke. Ji bo vê jî pêvajoya borî bi rîsk bû. Polîtîkaya îmha û înkarê ya dewletê didome. Pirsgirêka Kurd hê çareser nebûye. Lê belê weke partiya sosyalîst bêguman em li pişt hemû daxwazên kolektîf ên gelê Kurd in."
 
'DIVÊ GIRTÎ SERBEST BÊN BERDAN'
 
Sezîn Ûçar anî ziman ku divê daxwazên Kurdan bi têkoşîna civakî bên mezinkirin, divê hemû girtiyên siyasî û bi taybet Abdullah Ocalan serbest bên berdan û wiha got, "Divê girtiyên nexweş bên berdan. Em ji bo bicihanîna rêze daxwazên weke rakirina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, bidawîkirina polîtîkayên dagirkeriyê yên li Başur û Rojava û garantiya destûra bingehîn a mafê hebûnê yê gelê Kurd têdikoşin. Em xîtabî karker û gelên Tirkiyeyê dikin; muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd karker û kedkarên Tirkiyeyê ye. Yanî eger karker û kedkarên Tirk bi pirsgirêka Kurd re eleqedar nebin, pirsgirêka rizgariyê ya çîna karker çareser nabe. Ji ber vê yekê, em difikirin ku têkoşîna maf û azadiyê ya her du neteweyan bi hev ve girêdayî ye. Em bang li karker, jin, kedkar û ciwanan dikin ku li daxwazên Kurdan xwedî derkevin."
 
AŞTIYEKE BI RÛMET
 
Sezîn Ûçar bal kişand ser ku partî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebite û têdikoşe û got, "Mafê karkeran nîne ku grev û propagandayê bike û zextên ku têkoşîna azadiyê ya jinê pê re rû bi rû ye hene. Dîsa em dixwazin failên sûcên şer ên berê hatine kirin ên ku qetlîama Roboskê, Qetlîama Pirsûsê û Qetlîama Garê ya 10'ê Cotmehê jî di nav de ne, derxin holê. Ev komkujiyên ji aliyê dewletê ve hatin kirin bûn. Ji ber vê yekê, eger tê xwestin pêvajoyeke adîl, demokratîk û bi rûmet a aştiyê destpê bike, pêwîste hesabê sûcên kiriye bide dewletê. Em li ser polîtîkayên wekî perwerdeya bi zimanê zikmakî, Kurdî bikin zimanê fermî, darizandina sûcên şer û lêkolînkirina rastiyan çalakiyan pêk tînin. "
 
MAFÊ HÊVIYÊ Û BANGEWAZÎ
 
Sezîn Ûçar diyar kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan were misogerkirin û wiha dewam kir: "Em mafê hêviyê yê Birêz Ocalan ji bo wî girîng dibînin ku karibe pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bike. Di heman demê de ji bo gelek cezayên muebbetê yên giranbûyî jî şert û mercên bi heman rengî hene. Her wiha pêşniyarnameyek ji bo pakêta reforma ceza pêşkêşî parlamentoyê hat kirin. Vê yekê rê li ber bendewariyeke girîng vekir. Lê belê me dît ku wekhevî nîne. Fezlekeya ku biryarên Saziya Tiba Edlî (ATK) û desteyên girtîgehê yên der barê girtiyên nexweş de li ber çavan tê girtin hat qebûlkirin. Ev jî nîşan  dide ku têkoşîna li kolanan çiqas girîng e.
 
Çawa ku pêvajo bi tena serê xwe nikare bi awayekî dîplomatîk bi pêş bikeve, pêwîste têkoşîneke hevpar a ku destekê dide Komîsyona Meclisê û xizmetê ji aşkerakirina rastiyan re dike, tevî karên komîsyonê yên di lêgerîna edalet û heqîqetê de bê meşandin, bê meşandin. Ez ji vir bang dikim; em di atmosfereke welê de ne ku pirsgirêka Kurd civakî bûye û li her cihî tê nîqaşkirin Ji ber vê yekê pêwîste hemû daxwazên gelê Kurd veguherînin bernameyeke têkoşînê ya xurttir û li hemû daxwazan xwedî derkevin.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglu
 

Sernavên din

13/06/2025
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be
09:04 Li gundê Ewrekê bihara dereng: Bi xweşikiya xwe mirovan mest dike
09:01 Meclis li dijî talana li Şirnexê bêdeng e: Nahêle bê lêkolînkirin
09:00 Perîşan Ozlu ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir: Em bi Ocalan re ne
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
10/06/2025
16:45 AYM’ê ji bo desteserkirina nameyên girtiyan biryara binpêkirinê da
16:14 Di doza mirina bi guman a Elîf Kaymazê de kesek hate girtin
16:06 ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaranê ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
15:53 Qeyûmê Wanê 30 neguhêzbar da ber firotinê
15:47 Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
15:08 Li Dêrsimê ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
14:16 Ferdî Zeyrek hate definkirin
13:57 Li Kutahyayê bi pileya 4,5’ê erdhej çêbû
13:56 Dadgerek li Mêrdînê bi birîndarî hate dîtin
12:58 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
12:57 Ji kesên di keştiya Madleenê de 4 jê hatin dersînorkirin
12:56 Îsraîlê êrişî Yemen û Lubnanê kir
12:29 Îran dê li dijî DYA’yê teklîfekê pêşkeş bike
11:35 Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî