Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were 2025-06-07 09:01:41   STENBOL - Alîkara Hevseroka ESP'ê Sezîn Ûçar diyar kir ku eger pêvajoyeke aştiyê ya adîl, demokratîk û bi rûmet destpê bike, divê dewlet jî hesabê sûcên kiriye bide û got, "Divê daxwazên Kurdan bi têkoşînên civakî werin zêdekirin."   Ji bo pêvajoya nû ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" dabû destpêkirin, ji gelek derdora piştgirî hat dayîn. Dema ku li Kurdistan û Tirkiyeyê perspektîfa çareseriyê ya pêşniyara Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin jî, daxwaza herî zêde tê kirin ew e ku dewlet gav bavêje.   Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Sezîn Ûçar işaret bi gavên divê werin avêtin kir û bang li raya giştî kir ku piştgiriyê bide daxwazên gelê Kurd.   PIRSGIRÊKA KURD   Sezîn Ûçar destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ji ber înkar û kedxwariyê derket holê û wiha got: "Parçekirina Kurdistanê li çar parçeyan, pirsgirêkeke ku bi polîtîkayên siyasî, aborî, tinekirin û înkarê tê pênasekirin. Ji bo partiyên mîna me, ku hem li Tirkiyeyê hem jî li Bakurê Kurdistanê têkoşîna sosyalîzmê dimeşînin, pirsgirêkên karker û kedkaran bi têkoşîna neteweyî ya Kurd re di nava hev de ne. Pirsgirêka Kurd di warê yekbûna zemîneke têkoşîna siyasî de gelekî krîtîk e. Ji ber vê yekê, bi perspektîfa me serketina têkoşîna azadiyê û paşvekişandina faşîzmê bi esasî bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye."   RÎSKÊN PÊVAJOYÊ   Sezîn Ûçar bal kişand ser pêvajoya nû û wiha axivî: "Di dema dawî de pêşketinên gelekî girîng ji bo her kesên tevlî siyaseta li Tirkiye û Kurdistanê dibin, hene. Em difikirin ku ev pêvajo xwedî hin îmkan û rîskan e. Dewleta bûrjûva ya Tirk, bi cewhera xwe desthilatdariyeke faşîst e. Xwe mîna rêxistineke şer dihewîne. Lê di lîstikê da hin îhtîmal jî hene. Em niha di serdemeka derbasbûnê ya nediyar û ne aram de ne. Ji ber ku dewletê hê gavek neavêtiye, pêvajo dikare vegere destpêkê. Dirêjbûna vê dema derbasbûnê dibe ku rê li ber hin pirsgirêkên îdeolojîk û rêxistinî veke. Ji bo vê jî pêvajoya borî bi rîsk bû. Polîtîkaya îmha û înkarê ya dewletê didome. Pirsgirêka Kurd hê çareser nebûye. Lê belê weke partiya sosyalîst bêguman em li pişt hemû daxwazên kolektîf ên gelê Kurd in."   'DIVÊ GIRTÎ SERBEST BÊN BERDAN'   Sezîn Ûçar anî ziman ku divê daxwazên Kurdan bi têkoşîna civakî bên mezinkirin, divê hemû girtiyên siyasî û bi taybet Abdullah Ocalan serbest bên berdan û wiha got, "Divê girtiyên nexweş bên berdan. Em ji bo bicihanîna rêze daxwazên weke rakirina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, bidawîkirina polîtîkayên dagirkeriyê yên li Başur û Rojava û garantiya destûra bingehîn a mafê hebûnê yê gelê Kurd têdikoşin. Em xîtabî karker û gelên Tirkiyeyê dikin; muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd karker û kedkarên Tirkiyeyê ye. Yanî eger karker û kedkarên Tirk bi pirsgirêka Kurd re eleqedar nebin, pirsgirêka rizgariyê ya çîna karker çareser nabe. Ji ber vê yekê, em difikirin ku têkoşîna maf û azadiyê ya her du neteweyan bi hev ve girêdayî ye. Em bang li karker, jin, kedkar û ciwanan dikin ku li daxwazên Kurdan xwedî derkevin."   AŞTIYEKE BI RÛMET   Sezîn Ûçar bal kişand ser ku partî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebite û têdikoşe û got, "Mafê karkeran nîne ku grev û propagandayê bike û zextên ku têkoşîna azadiyê ya jinê pê re rû bi rû ye hene. Dîsa em dixwazin failên sûcên şer ên berê hatine kirin ên ku qetlîama Roboskê, Qetlîama Pirsûsê û Qetlîama Garê ya 10'ê Cotmehê jî di nav de ne, derxin holê. Ev komkujiyên ji aliyê dewletê ve hatin kirin bûn. Ji ber vê yekê, eger tê xwestin pêvajoyeke adîl, demokratîk û bi rûmet a aştiyê destpê bike, pêwîste hesabê sûcên kiriye bide dewletê. Em li ser polîtîkayên wekî perwerdeya bi zimanê zikmakî, Kurdî bikin zimanê fermî, darizandina sûcên şer û lêkolînkirina rastiyan çalakiyan pêk tînin. "   MAFÊ HÊVIYÊ Û BANGEWAZÎ   Sezîn Ûçar diyar kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan were misogerkirin û wiha dewam kir: "Em mafê hêviyê yê Birêz Ocalan ji bo wî girîng dibînin ku karibe pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bike. Di heman demê de ji bo gelek cezayên muebbetê yên giranbûyî jî şert û mercên bi heman rengî hene. Her wiha pêşniyarnameyek ji bo pakêta reforma ceza pêşkêşî parlamentoyê hat kirin. Vê yekê rê li ber bendewariyeke girîng vekir. Lê belê me dît ku wekhevî nîne. Fezlekeya ku biryarên Saziya Tiba Edlî (ATK) û desteyên girtîgehê yên der barê girtiyên nexweş de li ber çavan tê girtin hat qebûlkirin. Ev jî nîşan  dide ku têkoşîna li kolanan çiqas girîng e.   Çawa ku pêvajo bi tena serê xwe nikare bi awayekî dîplomatîk bi pêş bikeve, pêwîste têkoşîneke hevpar a ku destekê dide Komîsyona Meclisê û xizmetê ji aşkerakirina rastiyan re dike, tevî karên komîsyonê yên di lêgerîna edalet û heqîqetê de bê meşandin, bê meşandin. Ez ji vir bang dikim; em di atmosfereke welê de ne ku pirsgirêka Kurd civakî bûye û li her cihî tê nîqaşkirin Ji ber vê yekê pêwîste hemû daxwazên gelê Kurd veguherînin bernameyeke têkoşînê ya xurttir û li hemû daxwazan xwedî derkevin.”    MA / Omer Îbrahîmoglu