Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê

img

AMED - Di doza Şahîn Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de 3 sal û 4 meh cezayê hefsê li polîsê bersûc hatibû birîn. Hem dozger hem jî parêzeran li dijî cezayê hatiye dayin serî li îstînafê dan. 

Ciwanê bi navê Şahîn Oner (19) di 10’ê Sibata sala 2013’an de li Amedê ji hêla polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz ve bi wesayîta zirxî hate qetilkirin. Di 23’yê Mijdara 2021’ê de jî ji ber sûcê “Bi qisûra xwe ya zanebûn bûye sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê li bersûc Korkmaz hate birîn. Her du aliyan jî ji ber cezayê ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatibû dayin, serî li Îstînafê dan. Daîreya 3’yan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê jî bûyer weke “qezaya trafîkê ya sivik” nirxand û ji ber nakokiyên di dosyayê de, biryara “lêkolîn kêm hatiye kirin” da û doz betal kir. 
 
Piştî betalkirina biryarê, doz di 30’ê Nîsana 2024’an de jinûve hate lidarxistin. Şandeyeke pisporan ên ji hîndekarên Fakûlteya Veguhestin/Makîneyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) pêk dihat, di 22’yê Çileyê de raporek amade kir û ev rapor li dosyayê hate zêdekirin. Di rapora pisporan de hate îdiakirin ku polîsê bersûc “qisûrdarê talî” û Oner jî “qisûrdarê eslî” ye. 
 
ŞAHID: DIHAT DÎTIN
 
Şahidê bûyerê Yilmaz Dag di danişîna dozê ya di 29’ê Gulana 2018’an de axivî û got: “Panzer, bi ser mirî re derbas bû û li erdê kaş kir. Heta ber deriyê avahiya duyemîn bir. Panzera duyemîn hat û li ber serê kesê mirî sekinî. Kesê mirî, beriya panzer bide ser her du destên xwe rakir hewayî û li naverasta kolanê bû.” 
 
Şahidê din Levent Çartay jî heman îfade dabû û şahidiya xwe ya bûyerê wiha vegotibû: “Panzer pir bi suret kete nava kolanê û hindik mabû li dîwar bixe. Ciwan reviyan, kesê mirî jî zivirî û baz da. 10 metre piştre sekinî, berê xwe da panzerê û her du destên xwe rakir hewayî. Di navbera wî û panzerê de bi qasî 5 metreyan navber hebû lê panzer hêj bi suret diçû. Piştî panzerê lê xistî jî nesekinî û li pey ciwanên din çû. Navbera zarok û panzerê navbereke wisa bû ku panzer wî bi rehetî bibîne. Ne bawerim panzerê fren kiribe. Piştre jî panzera duyemîn hat û li ber serê wî sekinî. Polîsên ji wesayîta duyemîn derketin, çêr li zarokê birîndar kirin. Polîsek ji wan li amirê xwe geriya û jê re got ‘bombeya deng a zarok teqiyaye.’ Min tu tiştek di destê zarok de nedîtibû. Li gorî min kesê bi panzerê dabû ser, bi zanebûn ew eciqand. Bûyer, qeza nebû.” 
 
HEMAN BIRYAR HATE DAYIN
 
Di danişîna biryarê ya di 19’ê Adarê de biryar hate dayin. Dadgehê, ji sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” 3 sal û 4 meh cezayê hefsê da polîsê bersûc. Di biryara bihincet de dadgehê îfadeyên şahidan esas negirt. 
 
PARÊZER Û DOZGER SERÎ LI ÎSTÎNAFÊ DAN 
 
Hem dozgeriyê hem jî parêzerên malbata Oner li dijî biryarê serî li îstînafê dan. Di serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hate îdiakirin ku cezayê li bersûc hatiye birîn zêde ye. 
 
Di serlêdana parêzeran de jî biryar weke “derhiqûqî” hate nirxandin. Di serlêdanê de hate gotin ku tevî bersûc zarok dîtiye jî wesayît bi lez ajotiye û tevî Oner destên xwe rakiriye jî leza xwe kêm nekiriye, li Oner xistiye û piştre jî ser re derbas bûye. Di serlêdanê de hate gotin ku polîsên bi wesayîta zirxî hatibûn cihê bûyerê, Oner ê bi giranî birîndar bûyî birine emniyetê. 
 
Her wiha hate bibîrxistin ku hinek dezgehên çapemeniyê li ser daxuyaniya walîtiyê nûçeyên bi îdiaya “Çalakvanekî dema dixwest bombeyê biavêje polîsan, bombe di nav lepên wî de teqiya û jiyana xwe ji dest da” parve kirine. Di serlêdane wiha hate gotin: “Meqama walîtiyê xwest tavilê mudaxileyî lêpirsînê bike û hewl da sûcê heyî veşêre.” 
 
'ÎFADEYÊN POLÎSÊN ŞAHID HEV NAGIRIN’ 
 
Bi domdarî di serlêdane hate gotin ku polîsên diviyabû ji sûcên “Terkexemiya di dema peywirê de/ ji ber terkexemiyê mirov kuştine/ tunekirina delîlan” bihatina darizandin, weke şahid lê hatiye guhdarîkirin û wiha hate gotin: “Ji ber ku bi danişînên telîmatan li van şahidan tê guhdarîkirin, mafê me yê pirsjêkirinê hatiye astengkirin, rêgeza rûbirûbûyînê hatiye binpêkirin û nehiştine em bi awayekî çalak tev li dosyayê bibin. Polîsên di dema lêpirsînê de mîna hev îfade dane, di pêvajoya teqîbatê de îfadeyên hevnegirtî û binakok dane.”
 
Di serlêdanê de hate gotin ku Oner “biqesdî” hatiye kuştin û bal kişand ser îfadeyên şahidên bêalî, raporên nexweşxane û tipa edlî. Parêzeran, xwestin biryar were betalkirin û cezayeke giran li bersûc were birîn. 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
 

Sernavên din

08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket