Riha amirên mulkî hişyar kir: Dê îktîdar biguhere, daxilî sûc nebin

  • rojane
  • 09:27 14 Hezîran 2018
  • |
img

RIHA - Dê li Rihayê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê 3 hezar û 333 sindoq bên danîn û dê milyon û 71 hezar hilbijêr deng bi kar bînin. HDP'ê diyar kir ku ji bo vîna azad a hilbijêran di sindoqan de xwe bide der wan tevdîr girtine. Muşavîrê Hiqûqê yê HDP'ê Hîdayet Enmek diyar kir ku wan ji bo her sindoqê endamên desteya sindoqê yên asil û yêdek bi cih kirine. 

Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, ji bo 3 hezar û 333 sindoqên ku dê li tevahiya bajêr bên danîn, pewyirdarên asil û yêdek peywirdar kirine. Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê û Muşavîrê Hiqûqê ya HDP'a Bajêr Hîdayet Enmek, anî ziman ku wan amadekariyên xwe temam kirine û ji bo kêmasiyên di hilbijartinên din de dubare nebin wan gelek tevdîr girtine. 
 
'EM Ê HILBIJÊRAN VEGUHÊZÎNIN'
 
Enmek, da zanîn ku piştî cejnê ew ê 3 rojan perwerdehiyê bidin peywirdarên sindoqan û got: "Li bajarê me 21 sindoq veguhastin hin herêmên din. Ev sindoq li herêmên bejahiyî ne û herî zêde HDP deng distîne. Lê belê tu derbasdariyeke vê biryara YSK'ê tune ye. Wekî hincet jî sedemên 'ewlehiyê' nîşan didin. Li cihên ku sindoq hatine veguhastin qereqol hene." 
 
Enemek, destnîşan kir ku ew ê hilbijêrên 21 sindoqên ku biryara veguhastina wan hatiye dayîn bibin ser sindoqan û got: "Dema em hilbijêran bibin ser sindoqan, dê bi vî awayî biryara hatiey dayîn pûç bibe." 
 
'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN DENGÊN BLOKÎ' 
 
Enmek, diyar kir ku navenda giştî ya partiya wan û CHP, Partiya ÎYÎ û Partiya Saadetê di warê ewlehiya sindoqan de li hev kirine. Her wiha Enmek, bilêv kir ku dê roja hilbijartinê 120 parêzer li dibistanan bên belavkirin û got: "Dema tiştekî neyînî xwe bide der, dê hevalên me yên hiqûqnas têkevin dewrê û dê îtiraz bikin. Ew hevkariya ku me bi partiyên din re kiriye, dê roja hilbijartinê bi awayekî koordînasyonî bê çêkirin. Cihên ku em nikaribin xwe bigihîninê dê ew û cihê ku ew nikarin xwe bigihîninê em ê xwe bigihîninê. Ev jî nîşan dide ku piştî demeke dirêj cara ewil muxalefet di vî warî de li hev kiriye. Di hilbijartinên berê de li taxên bejahiyî yên Rihayê ji bo AKP'ê dengên blokî hatin bikaranîn. Li navçeya Sêwregê 66 sindoq, li navçeya Halîliyeyê 125 û li ya Eyûbiyeyê li 135 gundan dengên blokî hatin bikaranîn û hat tespîtkirin ku deng ji bo partiyekê tenê hatine dayîn. Ji bo careke din encameke wisa rû nede, me li Rihayê bi partiyên din re hevdîtin çêkirin û me nîqaş kir ku em ê di warê hiqûqî de bikaribin tevdîrên çawa bigirin. Em ê şopdarê vê yekê bin. Em ji niha ve kesên ku dengên blokî bi kar tînin hişyar dikin. Mueyîdeyên vê yekê hene, ev sûc e. Divê ev yek jî neyê jibîrkirin dê di 25'ê Hezîranê de ev îktîdar biçe. Bila kes pişta xwe nede vê îktîdarê û hîleyên wisa neke. Em ê jî vê yekê bişopînin û em ê hewl bidin ku ev kes bên cezakirin." 
 
'EM Ê NEHÊLIN MUDAXILEYÎ HILBIJARTINÊ BIKIN' 
 
Enmek, destnîşan kir ku di hilbijartinên berê de li gelek deveran nehiştine peywirdarên wan ên sindoqan nêzî sindoqan bibin an jî hatine derbkirin û got: "Di vê hilbijartinê qethiyen em ê destûra vê yekê nedin. Kesên ku hewl didin vê yekê bikin, divê ji niha ve dev jê berdin. Me ji bo peywirdariya sindoqan de dest bi perwerdehiyê kiriye. Dema em vê perwerdehiyê didin em sûdê ji hiqûqnasan digirin. Me tespît kir ku şaredarekî AKP'î ji xebatkarên şaredariyê yên kadroyî re gotine eger hûn deng nedin AKP'ê ew ê wan ji kar derxîne. Me giliyê vê yekê kir. Em ê vê yekê bişopînin û em ê heta hilbijartinê kesên ku vî zimanê mudaxilekirina hilbijartinê bi kar tînin tespît bikin." 

Sernavên din

14/06/2018
14:06 Sezer ê polis bi maşinê lêxist û kuşt hat definkirin
13:26 MYK'a HDP: Serokkomar sûc dike û AYM hiqûqê binpê dike
13:01 Sancar: HDP bendê derbas bike, dê dawiya desthilatdariyê bîne
13:00 Li Sîlîvrî fikra hevpar: HDP partiya kîlîd e
12:41 ‘Ku mirov dayika aştiyê be ne sûc e’
12:27 '24’ê Hezîranê roja hesap pirsînê ye'
12:02 Ji partiyên siyasî banga 17’ê Hezîranê: Werin em mil bidin milê HDP’ê
11:34 Ji bo di cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 ‘Wekî berxwedana Hezîranê, di 24'ê Hezîranê de jî emê ji AKP'ê re bêjin 'raweste'
10:59 Ozdemîr: Qeyûm Şaredariya Êlihê deyndar dike
10:46 Demirtaş bersîv da Erdogan: Binere vê carê ez tev li te dibim
10:12 Weşanxaneya Lîsê tevahiya dîwanên Cegerxwîn çap kirin
09:53 Îtirafên Erdogan û rastiya kurd
09:52 Neviyê Şêx Seîd: Tu kê darve dikî?
09:51 Dayika Ceylan Onkol: Bila ev bibe hilbijartina aştî û edaletê
09:28 Dozgeriyê îfadeya nûçegihanê me ya li emniyetê nedît!
09:27 Riha amirên mulkî hişyar kir: Dê îktîdar biguhere, daxilî sûc nebin
09:26 Li ser giliya Mûsa Çîtîl derbarê 7 rojnamevanan de doz hat kirin
09:25 Qeysîvanên Meletiyê: AKP temam e, dor a HDP'ê ye
09:24 TMMOB'ê kampanyaya 'dengê xwe bi kar bînin' da destpêkirin
09:24 Ji ber qedexekirina zozanan bi rihetî nikarin kivarkan kom bikin
09:23 Meger Navenda Cazîbeyê, qaleqol, girtîgeh û kampa penaberan e!
09:22 Li Mêrsînê hedef herî kêm 3 parlementer in
09:21 Wan amade ye, li benda 24'ê Hezîranê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:33 Dîmena duyemîn a Erdogan: Divê em serdestiya sindoqan bi dest bixin
13/06/2018
23:10 HDP'ê bertek nîşanî gotinên Erdogan da: Ev yek bi awayekî aşkere teşwîqkirina ji bo sûc e
19:04 Erdogan: Ez nikarim vê li derve biaxivim divê HDP di bin bendê de bimîne
16:26 Ji bo Demîrtaş tev li mîtînga Sêrtê bibe serlêdan kirin
15:14 Temellî çû serdana TUSÎAD’ê: Bê edaletî di muçeyan de heye
15:05 Buldan: Hişmendiya Erdogan û ya Rejîma Îranê yek e
14:45 Partiyên Kurdan dê piştgiriyê bidin Demîrtaş
14:24 Ji RCS’iyan bang: Bi roj herin ser sindoqan, bi şev jî li dû sindoqan bin
14:09 Amnesty 33 hezar îmze ji bo Ramîn ji Îranê re şand
14:08 Bi hezaran Efrînî li dijî dagirkeriyê meşiyan
13:53 Namzetên HDP’ê taahhutnameya girtiyên nexweş û windayan îmze kirin
13:30 Ji dengê Demîrtaş stranek nû: Ne tirse, biqîre
13:07 Ji bo alên AKP’ê ewlekariyê bersiva da: Em nikarin tiştekê bikin!
12:35 Li Lîcê operasyon û pevçûn
12:32 Malbat: Ma edalet ev e?
12:27 Polîsan vê carê li Dersimê kalê 92 salî Sezer bi maşîna zirxî kuştin
12:06 Rêveberên HDP û Partiya Şoreşger hatin binçavkirin
11:57 Keriyek pez li dû miha xwe ji zinar avêt çûn û mirar bûn
11:50 SAMER: HDP hem ji AKP’ê û hem jî ji CHP’ê dengan distîne
11:47 Koçerên Bakurê Sûriyeyê: Bedevî
10:56 Siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan berê xwe dan Qendîlê
10:38 Profesorê aboriyê Ugur: Sermayedar êdî baweriya xwe bi AKP’ê nînin
10:37 Botan û Ege ji bo hilbijartinan amade ne
09:53 Gelê Dersimê: Hişmendiya Seyît Riza bi darve kir bi Erdogan re didome
09:39 Qendîl, Mexmûr û sindoq
09:16 Demîrtaş, dê di mîtînga HDP'ê ya Stenbolê de xîtabî gel bike
09:07 ‘Dixwazim deynê xwe yê ji bo jiyanê bidim'
09:07 Li Îmraliyê Rewşa Awarte daîmî ye!
09:06 Li kêleka AKP’ê ala HDP’ê li ba dibe
09:06 Gelê Mûşê havînan ji ber tozê û zivistanan jî ji ber heriyê nizan in dê çi bikin
09:05 Romenên Stenbolê: Em gunehê xwe jî nadin AKP’ê
09:05 Ji jin û ciwanan peyama hilbijartinê: Ji bo wekheviyê deng dibin HDP’ê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2018'AN
12/06/2018
19:26 Dema nûçegihanê me nûçe dişopand, êrîşî wî kirin
18:41 Coşa hilbijartinê ya HDP'ê li herêma Serhadê belav dibe
17:43 Atay: Em ê pihînekê li wan bidin û bişînin
Buldan: Wa rêya Recep Beg vebûye û diçe
17:28 Ji doza cînayetê Dink 2 kes hatin berdan
17:14 Kişanak bang li jinan kir: Em dîrokê binivîsin
16:33 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:32 Bavê kurê xwe kuşt rastî 71 sal û 9 meh ceza hat
16:14 Bi kenê xwe giraniya barê xwe jî bîr dikin
15:53 Li Osmaniyeyê êrîşî wesayîta HDP’ê kirin
15:46 Ersoy, Demîrtaş ziyaret kir: Hevdîtin wek mitîngê derbas bû
15:30 Doza qetlîama Enqereyê: Serokê Dadgehê eywan terikand!
15:29 Cezayek nû dan Encu
15:23 Ji ber ku bertek nîşanî AKP’yan dan hat derb kirin û binçav kirin
15:08 Balafirgeha Geverê ji bo balafirên leşkerî tê vekirin!
14:22 Li Sokê welatiyê 74 salî yê mînîbusa leşkerî perçîqan jiyana xwe ji dest da
14:15 Buldan: Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê we ye
14:15 Xwendekarên Lîseyê ji dozger re vegotin: Polîsan tevahiya şevê îşkence li me kirin
13:48 ‘Ji bo ku em pêşiya karkertiya zarokan bigirin, em têbikoşin’
12:56 Li Mêrdînê 7 HDP’î hatin binçavkirin
12:49 Demîrtaş, vê carê li ser Whatsapp’ê bang kir
12:43 Ayla Akat: Heta Ocalan azad nebe çareseriya demokratîk ne pêkan e
12:23 Xwendekarên lîsê yên rastî îşkenceya polîsan hatin, li Edliya Stenbolê ne
12:03 Dikandarê silava Altunay ê AKP’î negirt: Ev 10 salin hûn li ku derê bûn?
11:44 Ji bo zarok heman zehmetiyan nekişînin komele ava kir
11:32 AKP’î mizgef veguherandine ‘buroyên hilbijartinê’
11:13 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 763’yemîn serlêdan kirin
10:56 ‘Erka cemaetan ewe ku banga edaletê bikin’
10:49 Bi roj xebata hilbijartinê û êvarê perwerdehiya sindoqan didin
10:34 Dayîka 5 zarokan 2 salin nizane ji ber çi girtiye û tê darizandin
10:15 Ji HDP’ê rapora astengî û êrîşan: 57 êrîş û 208 binçavkirin
09:57 Parêzeran li dijî hîleyên hilbijartinê peywîrdar û hilbijêran hişyar kir
09:25 Komîsyona Hilbijêrên bi Tevger: Serî li me bidin
09:25 Tîryakî: Em ê hemû derfetên xwe ji bo sindoqên veguhestin seferber bikin
09:24 ÎSKÎ, zeviyên welatiyan bêyî wan firot
09:24 Desteyên hilbijartinê yên navçeyan YSK nas nekirin: Dê li 3 navçeyan 16 sindoqên din bên veguhastin
09:23 Namzetê Stenbolê Daş: Ez ê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bixebitim
09:23 Karker li şantiyeyê belavokên HDP'ê belav dikin
09:22 Karkerê îneşatê dê heta hilbijartinê ji bo HDP'ê bixebite
09:21 Li Erdexanê armanca HDP'ê ew e ku ji 7'ê Hezîranê serkeftîtir be
09:20 Peyama Demîrtaş û Zeydan a ji bo gelê Geverê
09:19 Mîroglû: Ji bo careke din Hatay bibe bajarê aştî û aramiyê ew ê bitêkoşin
09:18 Elewiyên dengê xwe didin CHP'ê: Di 24'ê Hezîranê de em ê dengê xwe bidin HDP'ê