Polîsan bi maşîneyên zirxî di 16 mehan de 21 kes kuşt û 36 kes birîndar kirin

  • rojane
  • 10:33 9 Hezîran 2018
  • |
img

ŞIRNEX – Polîs û leşkeran di 16 mehan de maşîneyên zirxî 6 jê zarok herî kêm 21 kes kuştin. 2 jê zarok 36 kes jî birîndar kirin. Piştî her bûyerê her çiqas rayedaran got “Wê tişta pêwîst bê kirin” jî lê tenê bi lêpirsîn vekirinê re bi sînor man û di dozên hatin vekirin de jî cezayê mîna xelatê dan leşker û polîsan.  

Di 3 salên dawî de li bajarên herêmê maşîneyên zirxî yên polîs û leşkeran dibin sedema kuştina gelek mirovan û gelek mirov birîndar kirin. Bi taybetî di serî de li Şirnex, Amed û Mêrdînê û li gelek bajarên din di 16 mehan de 6 jê zarok herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 jê zarok 36 kes jî birîndar bûn. 
 
JI BILÎ LÊPIRSÎNÊ TIŞTEK NAYÊ KIRIN 
 
Maşîneyên zirxî bê kontrol û lez di kolanên bajarên herêmê de diçin û tên. Leşker û polîs dibin sedemê kuştina mirovan. Gelek lêpirsînên van bûyeran bê encam man. Li kujerên doz hatin vekirin jî wek xelatê ceza didin wan. Ji xelatkirina van kujeran jî kujerên li Silopiyê du birayê hev kuşt û kujerê Pakîze Hazar a 85 salî li Licê kuşt ji van mînakên bêcezakirinê ne. 
 
Di 16 mehên dawî de hin bûyerên ji ber maşîneyên zirxî yên polîs û leşkeran rû dane wiha ne: 
 
* Di 9’ê sibata 2017’an li navçeya Kerborana Mêrdînê maşîneya zirxî ya polîsan li Berfîn Dîlek a 7 salî qelibî û jiyana xwe ji dest da. Lêpisîna bûyerê venguherî dozê. 
 
 * Di 15’ê sibata 2017’an li taxa Şabaniyê ya Artemêtana Wanê maşîneya zirxî ya polîsan li dolmişa rêwiyan qelibî û 7 sivîl birîndar bûn. 
 
* Di 4’ê adara 2017’an de li ser riya Êlih û Sêrtê maşîneya zirxî li Kerem Aslan ê 34 salî qelibî û jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 20’ê adara 2017’an de maşîneya zirxî li otomobîla sivîl ku ji navçeya Hezexa Şirnexê diçû navçeya Cizîrê qelibî. Okan Înce, Bahadir Beyazlioglu û kesek navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di 29’ê adara 2017’an de li semta Ofîsa Amedê maşîneya zirxî ya leşkeran li dolmîşa rêwiyan qelibî 4 rêwî birîndar bûn. 
 
* Di 18’ê nîsana 2017’an de navenda Wanê maşîneya zirxî li du kesan qelibî û Abdulvahap Taş bi giranî birîndar bû. 
 
* 27 Nisan 2017 tarihinde Diyarbakır kent merkezi Gevran Caddesi’nde askeri zırhlı aracın çarptığı 55 yaşındaki Hatun Elhuman yaşamını yitirdi. 
 
* Di 28’ê nîsana 2017’an de maşîneya zirxî ya polîsan li du welatiyan qelibî û Samî Uçan ê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di 4’ê gulana 2017’an de li navçeya Silopî ya Şirnexê polîs maşîneya zirxî li malê qeliband û Furkan û Muhammed Yildirim ên birayê hev jiyana xwe ji dest dan. Kujerê zarokan polîs di danişîna ewil de hat berdan. Doz didome. 
 
* Di 9’ê hezîrana 2017’an de li ser kolana Midyadê ya li Nisêbînê maşîneya zirxî ya polîsên tîmên taybet vediguhezand li motosîkletekê qelibî û M.Ş.B. ê 17 salî bi giran birîndar bû. 
 
* Di 14’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Licê ya Amedê maşîneya zirxî ya bi navê Ejder a tîmên taybet li Pakîze Hazar a 85 salî qeliband û wê di bin maşîneyê de eciqand. Hazar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Çawîşê pispor S.K. ê ji dozê tê darizandin ji aliyê dadgehê ve cezayek wek xelat salek û 8 meh ceza lê birî û cezayê birî jî taloq kir. 
 
* Di 19’ê hezîrana 2017’an de li ser riya Amed û Licê maşîneya polîsên tîmên taybet li mînîbusek rêwiya qelibî û ajokarê wesayîta sivîl Remzî Menteşe û zarokek 9-10 salî yê navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 20’ê hezîrana 2017’an de li navçeya Elkê ya Şirnexê maşîneya zirxî ya leşkeran li otomobîlekê qelibî û 3 welatî birîndar bûn. 
 
* Di 20’ê hezîrana 2017’an de li gundê Fîsê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê maşîneya zirxî ya polîsan li otomobîlek sivîl qelibî û 5 welatî jiyana xwe ji dest dan. 
 
 * Di 1’ê tebaxa 2017’an de li semta Okmeydani ya Stenbolê maşîneya zirxî ya polîsan li Raşîd Oso yê 8 salî ku ji Kobanê ye qelibî û jiyana xwe ji dest da. 
 
 * Di 19’ê cotmeha 2017’an de li taxa Çal a Sêrtê maşîneya zirxî ya polîsan li Felek Batur a 6 salî qelibî û jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 19’ê cotmeha 2017’an de li navçeya Xîzana Bedlîsê maşîneya zirxî ya polîsan li Gulten Yaraşli ya 55 salî qelibî û jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 5’ê mijdara 2017’an de li ser riya Batman-Amedê maşîneyek zirxî li otomobîlek sivîl qelibî û 3 jê leşker 5 kes birîndar bûn. 
 
* Di 5’ê mijdara 2017’an li taxa Korikê ya Êlihê maşîneyek leşkeran a taybet li Burak Îlhan ê 5 salî qelibî û jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 19’ê mijdara 2017’an de li taxa Saray a navçeya Kerborana Mêrdîn maşîneya zirxî ya digeriya li Fatma Nure Dursun qelibandin û ew birîndar kirin. 
 
* 22’ê mijdara 2017’an de li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan maşîneya zirxî li R.C. ê 8 salî qeliband û zarok birîndar bû. 
 
* Di 17’ê kanûna 2017’an de li navçeya Hezex a Şirnexê maşîneyek sivîl a polîsan li Umut O. yê 4 salî qelibandin û bi giranî ew birîndar kirin. Umut ê biçûk bi mehan e li nexweşxaneyek Batmanê tê dermankirin.  
 
* Di 19’ê kanûna 2017’an de li semta Ofîsê ya Amedê maşîneyek zirxî li otomobîlekê qelibî û ajokarê otomobîlê birîndar bû. 
 
* Di 22’ê çileya 2018’an de li ser riya Cizîr û Silopî maşîneyek zirxî li otomobîlek sivîl qelibî. Di bûyerê de Mehmet Saît û zarokên xwe Hişyar û Halît Alpkan birîndar bûn. Dermankirina bavê zarokan Alpkan didome. 
 
* Di 25’ê çileya 2018’an de li Birca Belek a Cizîra Şirnexê maşîneya zirxî ya polîsan li S.A. 10 salî qelibî û ew birîndar bû. 
 
* Di 16’ê adara 2018’an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê maşîneya zirxî ya leşkeran li Îsmaîl Firat qelibî û birîndar bû. 
 
* Di 7’ê nîsana 2018’an de li navçeya Silopî Nesrîn Kiliç û kurê xwe Sûavî yê 4 salî dema di rê de derbasî aliyê din dibûn maşîneya zirxî ya polîsan li wan qelibî û her du jî birîndar bûn. Lingek Sûavî yê biçûk hat jêkirin. Polîsek ji peywîrê hildan. 
 
* Di 22’ê nîsana 2018’an de li navçeya Kerborana Mêrdînê maşîneya zirxî ya polîsan li Suphiye Yakut a 50 salî qelibî û polîsan Yakut birîndar kirin. 
 
* Di 28’ê gulana 2018’an de li navenda Dersimê maşîneya zirxî ya leşkeran li Hasan Huseyîn Çîmen ê 60 salî qelibî û ew birîndar kir. 
 
* Di 6’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Rezan a Amedê maşîneya zirxî TOMA ya polîsan li Mehmet Ertekîn ê 75 salî qelibî û ew birîndar kirin. 
 

Sernavên din

12/06/2018
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2018'AN
11/06/2018
22:50 Wesayîta anonsê ya Demîrtaş binçav kirin
21:11 Li Çewligê dê ciwan sindoqan biparêzin
21:00 13 kesên li Şirnexê hatin binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Bestayê leşkerek bi giranî birîndar bû
19:44 Dayika Aştiye Işik hat berdan
19:39 Li Meletiyê 4 kes hatin binçavkirin
18:48 Înce: Zarokên me dê 3 zimanan fêr bibin
17:49 Ilham Ehemd: Em ji danûstendina bi rejîmê re amade ne
17:21 Demîrtaş berdîv da 'Îdamê': Ez gavekê jî paşve navêjim
16:57 Buroya HDP'ê ya Marmarisê rastî êrîşa bi kevir hat
16:41 Nûçegîhanê me Guneş hat girtin
16:32 HDP'ê li Erdexanê buroya hilbijartinê vekir
16:22 Nûçegihanê MA’yê Guneş hat binçavkirin
15:41 Buldan: Em dê di 24'ê Hezîranê de dawî li tecrîdê bînin
15:14 Di 92'an de xaniyê wî şewitand û niha jî bi TOMA kuştin
14:49 HDP'ê der barê medya ku wan dike hedef daxuyanî dan
14:46 Meclîsa ÎSÎG’ê: Di 5 salan de 319 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan
13:59 Di meha gulanê de televîzyonan cih neda HDP’ê
13:49 Lîstika ‘Hamzaoglu’ dê sibê bê pêşandan
13:40 Polîsan mudaxeleyî ciwanan kir û 14 ciwan binçav kirin
13:38 Rêveberên KCD û DBP’ê Colemêrgê ziyaret dikin
13:23 Buldan sibê li Hatayê ye
13:23 Demîrtaş got 'Derewên Erdogan' û yek bi yek eşkere kir
12:52 Rojnameger Evran: Hemû artêşê bişînin jî nikarin Qendîlê bixin bin kontrolê
11:07 ‘Li Girtîgeha Rihayê ji muslixê kurmik diherikin’
10:30 Dolmîşa karkeran qeza kir: 4 jê zarok 13 kes birîndar bûn
10:19 Di Şeva Leyletul Qedir de li ‘dijî zilmê’ banga yekîtiyê kirin
09:37 AKP li Şirnexê dengê xwe yê heyî jî winda dike
09:13 Di dema Rewşa Awarte de qada hunerê jî bi çewisandinan re rû bi rû dimîne
09:13 Bangawaziya ji bo hilbijêrên HDP'ê yên derveyî welat: Divê herkes dengê xwe bi kar bîne
09:12 Serê sibehê diçe ezmûnan, êvarî jî tev li xebatên hilbijartinê dibe
09:11 Namzetê HDP'ê Guler: Em ê bibin dengê welatê me yê duyem Rojavayê
09:10 Armanca HDP li Stenblolê 2 milyon deng e
09:09 Li Aydinê hêza HDP'ê li pêş e
09:09 'Çi bikin bila bikin em ê sindoqan biparêzin’
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2018'AN
10/06/2018
21:24 Li Enqereyê êrîşî karkerên kurd kirin: Kesekî ji qata 5'an avêtin
18:24 Buldan: Dixwazin bi dengê kurdan gur bibin meclîsê
17:39 Li Bexda depoya sindoqên dengan şewitî
17:27 Xwendekarên hatin derbkirin: Em ê her dem li dijî îşkenceyê bin
17:06 Beşdarên mîtînga Kartalê: Em ê karê nîvçe mayî temam bikin
16:36 Temellî: Em ê destpêkê pirsgirêka Erdogan çareser bikin
16:11 Konca: Jinên Kurd dê hişmendiya tekparêz di sindoqan de veşêrin
15:42 Baro û ÎHD'ê taziya Prz. Suren qebûl kirin
14:35 Kerestecîoglu: Cîhan dê bi jinan biguhere
14:34 Li Buca êrîşî buroya HDP'ê kirin
13:52 Bîrdal: Girtiyên nexweş nabînin, dixwazin girtiyên li dijî gel sûc kirine berdin
13:27 Li Girtigeha Bolu provakasyona ‘isyan’ê dikin
12:52 Mizrakli: Pêdivî bi aştiyê heye û mîmarê wê jî Ocalane
12:45 2 kes li Ceyhanê hatin girtin
12:19 Di bîranîna 10'ê Cotmehê de: Emê di 24'ê Hezîranê de hesap bipirsin
12:03 Jinên rastî êrîşê hatin: Em ê bi heman coşê xebatên xwe bidomînin
12:02 Jinên Cizîrî yên kolan kirin şûnwar: Em ê desthilatdariyê birûxînin
11:45 Ji bo Siyasetmedarê kurd Penahî kampanya
11:35 Li ser giliyê HDP'ê posterên Erdogan rakirin
10:42 Hevşaredara bi destê qeyûm negirt rastî ceza hat
10:20 Şivanan: Em fermandarê îşkence li me kir dinasin
10:00 'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'
09:19 Derî bi derî digerin û HDP’ê vedibêjin
09:17 Li Êlihê bayê ‘sifir pênc’
09:16 'Ger bibim wekil ezê li dijî serdestiya mêr û talankirina xwezayê têbikoşim'
09:14 Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
09:12 'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'
09:11 Karkerên sîvan: Hemû karker li dora HDP’ê bibin yek
09:09 Namzetê HDP'ê Pekoz: Ger hûn rojên aram dixwazin bêjin HDP
09:08 Namzetê HDP'ê Gerçek: Roja 24'ê Hezîranê roja xerakirina saltanatê ye
09:06 Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê
09:04 Bang li hembajariyên xwe kirin: Ji bo siberoja xwe deng bidin HDP'ê
09:03 Li Hatayê hedefa HDPê 3 wekîlin
09:01 ‘Em çawa diçin pincar em dê wisa biçin ser sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2018'AN
09/06/2018
21:29 Her ku hilbijartin nêzîk dibe xebatên HDP’ê bi lez dibe
16:27 Xwîner û îmzevan: Ji bo ‘Seher’ê em kêfxweş in
Lê ragirtina Demîrtaş me xemgîn dike
16:11 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê zext şermezar kirin
16:10 Li Geverê di hefteyekê de 4 karker mirin
15:48 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Çelîk û Kartal bên berdan
15:29 Rûniştina F: Mehek e agahî ji Erez tune ye
15:07 Saçilik: Me cesaret ji zarokê rastî îşkenceyê hatin girt
15:06 Bi îtîraza HDP'ê guhertina cihê 26 sindoqên Nisêbîn û Midyadê rawestiya
14:44 Aqûbeta cenazeyê Guney ê piştî îdamê hat windakirin pirsîn
14:43 Di çalakiya xizmên windayan de Prz. Suren hat bibîranîn
14:17 Buldan: Her ku em tên girtin em bêtir zêdetir dibin
13:41 Demîrtaş: Namzetiya min ji ya Erdogan xurtir e
13:17 Mîtînga HDP'ê ya Mûşê bi coşek mezin dest pê kir.
12:59 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin
12:39 Piştgiriyek din ji bo HDP û Demîrtaş zêde bû
12:27 Komisyona Zarokan a ÎHD’ê: Di 16 salan de 440 hezar zarok welidîn
12:12 Li Şirnexê şer derket: Polîsekî tîmê taymet jiyana xwe ji dest da
12:07 'Ji xwe em ji sedî 100 deng didin HDP'ê, ji bo me benzînê xerc nekin'
11:43 Ciwanê HDP'î yê milê wî hat şikandin: Gule jî nikare min rawestîne
11:37 HDP’ê ji bo peywîrdarên sindoqan pirtûk çap kir
11:09 Walîtiyê ji bo Erdogan mitînga HDP’ê betal kir
10:33 Polîsan bi maşîneyên zirxî di 16 mehan de 21 kes kuşt û 36 kes birîndar kirin
10:31 Ji Egeyê heya Botanê hevdîtinên gel
10:23 Gelê Arnavutkoyê: AKP serdema dawî dijî
10:22 Xwendekarên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
09:30 Li Çewligê bayê guherînê hêl dibe
09:30 Di 24'ê Hezîranê de surprîzên Xarpêtê hene
09:29 Agirî: Tekane riya xelasiya ji krîza aborî û siyasî HDP ye