Ji Egeyê heya Botanê hevdîtinên gel

  • rojane
  • 10:31 9 Hezîran 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo xebatên hilbijartinê yên HDP’ê heya derengiya şevê bi hezaran kes hatin gel hev û çalakiyên cûr be cûr li dar xistin. 

 
Namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê, rêxistinên bajar û navçeyan xebatên hilbijartinê didomîn in. Namzetên HDP’ê bi hezaran kesî re civiyan û ji bo 24’ê Hezîranê banga xwedî derketina li dengan kirin.
 
MANÎSA
 
Bi hezaran kes beşdarî mîtînga HDP’ê ya li Taxa Ataturk a navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê bûn. Hemû namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê beşdarî mîtîngê bûn û ji her beşê civakê yên li Tûrgûtlûyê dijîn jî beşdarî mîtînga şevê bûn. Namzetê HDP’ê yê Manîsayê Sirri Sakik axivî û wiha got: “HDP projeyek mezin a gelan e. HDP hemû gelan, nasnameyan û baweriyan himbêz dike û bi hevre rêxistin dike. HDP wijdan, exlaq û baweriya gelan e.”
 
AYDIN
 
Li Aydinê jî ji saetên sibê ve HDP’yiyan bi gel re civiyan û saetên şevê jî serdana dikandaran kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’iyan da. HDP’iyan heta derengiya şevê xebatên hilbijartinê domandin, çûn serdanên mal û xebatên qanekirinê birêve birin.
 
MÊRDÎN
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê li navçeya Artûklûyê bi beşdarbûna namzetên HDP’ê û bi sedan kesî buroya hilbijartinê vekir. Namzet Ebrû Gunay banga xwedî derketina li sindoq û denga kir. Namzet Pero Dundar jî got divê li Meclîsê Kurd û gelên din jî hebe. Piştî axaftinan kurdeleya buroya hilbijartinê ji aliyê Dayikên Aşitî û namzetên HDP’ê bi tilîliyan hat birîn. Piştre gel govend gerand û sînevîzyona ji axaftinên Selahattîn Demîrtaş temaşe kirin.
 
ŞIRNEX
 
Li Konûtên Toplû û Yeşîlyûrt yên navenda bajarê Şirnexê, namzetên parlamenteriyê û jinên Şirnexî li hev civiyan û pêvajoya hilbijartinê nirxandin. Di axaftinan de qala rolê jinan û îradeya jinan a di hilbijartinê de hate kirin. Jinên Şirnexî yên ku bi cil û bergên herêmî dirûşmeyên ‘Em jinin em li virin em dikarin’ û ‘Jin jiyan azadî’ qêriyan û bi çepikan dawî li civîna xwe anîn.
 
AMED
 
Xebatên HDP’ê yên li Amedê, li navçeya Sûrê namzetên ciwan Dersim Dag û Abdûrrahmîn Dûrmûş bi rê ve bir. Dag serdana malan û Dûrmûş jî serdana gundan kir. Namzet Remziya Tosûn jî li navçeya Yenîşehîr serdana galericiyên li taxa Îplik ya Malpera Oto Galericiyan kir. Galericiyan eleqeyek mezin nîşanî Tosûn da.
 
Namzet Salîha Aydenîz jî li navçeya farqînê serdana gundên Korît û Fera kir. Namzetê din Mûsa Farîsogûllarî jî serdana dikandarên li Çaryana Baglar kir.
 
Selçûk Mizrakli jî li navçeya Karazê xebatên hilbijartinê domand. Mizrakli bi partiyan re li Mizgefta Veysel Karanî nimêj kir. Piştî derketina ji mizgeftê gel eleqeyek mezin nîşanî Mizrakli da û Mizrakli li vir axivî û got; “Li dijî zilma Firavûn em rêhevalên Mûsa ne. Em li pişt Hz. Muhammed yê li dijî Pûtperestan in. Em zarokên Kawa yê ku li dijî Dehaqê zalim û zilma wî agirê azadiyê pêxistî ne.”
 
Ji namzetan Ferda Fahrîoglû Akin jî li navçeya Hezro beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bû. Akin bi Dayikên Aşitiyê re buroya hilbijartinê vekir û wiha axivî; “Bi salan e dixwazin me tine bikin lê em tine nekirin. Ji ber ku em mafdar in.” Akin banga xwedî derketina li sindoqan jî kir û wiha got; “Hemû kesê ku wijdan pêre hebe divê dengê xwe bide HDP û Demîrtaş.” Akin piştre derbasî Taxa Zoxbirîm bû û serdanên xwe domand.
 
Namzeta HDP’ê Remziya Tosûn jî xebatên xwe piştî fitarê jî domand. Bi aktivîstên TJA û Meclîsa Jinên HDP’ê re li Buroya Hilbijartinê ya Jinên HDP’ê ya li navçeya Yenîşehirê çalakiya bi erbane lidarxist. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin.
 
Namzet Semra Guzel jî li navçeya Erxenî tevayî rojê serdana gel kir û piştre li sifreyên li ser rûyê erdê bi jinan re civiya. Jinan piştre bi erbaneyan berbi buroya hilbijartinê ve meşiyan.
 
MERSÎN
 
HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Erdemlî, Mezîtlî, Yenîşehîr, Toroslar, Akdenîz û Tarsûsê bi gel re civiyan, serdana çayxaneyan kirin û di xwarina fitarê de bi gel re civiyan. Gel eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê dan.
 
Li navçeya Erdemliyê jî di civîna gel de gel bi ala HDP’ê, nîşaneya serketinê û govendê namzetê parlamenteriyê Atîlla Guney pêşwazî kirin. Guney bi bîr xist ku hevşaredar yên ku bi îradeya gel hatin hilbijartin li girtîgehê ne û li cihê wan qeyûm hatine tayînkirin. Gel wê bersiva herî baş dibe kesên ku rêz li hemberî îradeya gel nagirin.

Sernavên din

12/06/2018
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2018'AN
11/06/2018
22:50 Wesayîta anonsê ya Demîrtaş binçav kirin
21:11 Li Çewligê dê ciwan sindoqan biparêzin
21:00 13 kesên li Şirnexê hatin binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Bestayê leşkerek bi giranî birîndar bû
19:44 Dayika Aştiye Işik hat berdan
19:39 Li Meletiyê 4 kes hatin binçavkirin
18:48 Înce: Zarokên me dê 3 zimanan fêr bibin
17:49 Ilham Ehemd: Em ji danûstendina bi rejîmê re amade ne
17:21 Demîrtaş berdîv da 'Îdamê': Ez gavekê jî paşve navêjim
16:57 Buroya HDP'ê ya Marmarisê rastî êrîşa bi kevir hat
16:41 Nûçegîhanê me Guneş hat girtin
16:32 HDP'ê li Erdexanê buroya hilbijartinê vekir
16:22 Nûçegihanê MA’yê Guneş hat binçavkirin
15:41 Buldan: Em dê di 24'ê Hezîranê de dawî li tecrîdê bînin
15:14 Di 92'an de xaniyê wî şewitand û niha jî bi TOMA kuştin
14:49 HDP'ê der barê medya ku wan dike hedef daxuyanî dan
14:46 Meclîsa ÎSÎG’ê: Di 5 salan de 319 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan
13:59 Di meha gulanê de televîzyonan cih neda HDP’ê
13:49 Lîstika ‘Hamzaoglu’ dê sibê bê pêşandan
13:40 Polîsan mudaxeleyî ciwanan kir û 14 ciwan binçav kirin
13:38 Rêveberên KCD û DBP’ê Colemêrgê ziyaret dikin
13:23 Buldan sibê li Hatayê ye
13:23 Demîrtaş got 'Derewên Erdogan' û yek bi yek eşkere kir
12:52 Rojnameger Evran: Hemû artêşê bişînin jî nikarin Qendîlê bixin bin kontrolê
11:07 ‘Li Girtîgeha Rihayê ji muslixê kurmik diherikin’
10:30 Dolmîşa karkeran qeza kir: 4 jê zarok 13 kes birîndar bûn
10:19 Di Şeva Leyletul Qedir de li ‘dijî zilmê’ banga yekîtiyê kirin
09:37 AKP li Şirnexê dengê xwe yê heyî jî winda dike
09:13 Di dema Rewşa Awarte de qada hunerê jî bi çewisandinan re rû bi rû dimîne
09:13 Bangawaziya ji bo hilbijêrên HDP'ê yên derveyî welat: Divê herkes dengê xwe bi kar bîne
09:12 Serê sibehê diçe ezmûnan, êvarî jî tev li xebatên hilbijartinê dibe
09:11 Namzetê HDP'ê Guler: Em ê bibin dengê welatê me yê duyem Rojavayê
09:10 Armanca HDP li Stenblolê 2 milyon deng e
09:09 Li Aydinê hêza HDP'ê li pêş e
09:09 'Çi bikin bila bikin em ê sindoqan biparêzin’
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2018'AN
10/06/2018
21:24 Li Enqereyê êrîşî karkerên kurd kirin: Kesekî ji qata 5'an avêtin
18:24 Buldan: Dixwazin bi dengê kurdan gur bibin meclîsê
17:39 Li Bexda depoya sindoqên dengan şewitî
17:27 Xwendekarên hatin derbkirin: Em ê her dem li dijî îşkenceyê bin
17:06 Beşdarên mîtînga Kartalê: Em ê karê nîvçe mayî temam bikin
16:36 Temellî: Em ê destpêkê pirsgirêka Erdogan çareser bikin
16:11 Konca: Jinên Kurd dê hişmendiya tekparêz di sindoqan de veşêrin
15:42 Baro û ÎHD'ê taziya Prz. Suren qebûl kirin
14:35 Kerestecîoglu: Cîhan dê bi jinan biguhere
14:34 Li Buca êrîşî buroya HDP'ê kirin
13:52 Bîrdal: Girtiyên nexweş nabînin, dixwazin girtiyên li dijî gel sûc kirine berdin
13:27 Li Girtigeha Bolu provakasyona ‘isyan’ê dikin
12:52 Mizrakli: Pêdivî bi aştiyê heye û mîmarê wê jî Ocalane
12:45 2 kes li Ceyhanê hatin girtin
12:19 Di bîranîna 10'ê Cotmehê de: Emê di 24'ê Hezîranê de hesap bipirsin
12:03 Jinên rastî êrîşê hatin: Em ê bi heman coşê xebatên xwe bidomînin
12:02 Jinên Cizîrî yên kolan kirin şûnwar: Em ê desthilatdariyê birûxînin
11:45 Ji bo Siyasetmedarê kurd Penahî kampanya
11:35 Li ser giliyê HDP'ê posterên Erdogan rakirin
10:42 Hevşaredara bi destê qeyûm negirt rastî ceza hat
10:20 Şivanan: Em fermandarê îşkence li me kir dinasin
10:00 'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'
09:19 Derî bi derî digerin û HDP’ê vedibêjin
09:17 Li Êlihê bayê ‘sifir pênc’
09:16 'Ger bibim wekil ezê li dijî serdestiya mêr û talankirina xwezayê têbikoşim'
09:14 Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
09:12 'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'
09:11 Karkerên sîvan: Hemû karker li dora HDP’ê bibin yek
09:09 Namzetê HDP'ê Pekoz: Ger hûn rojên aram dixwazin bêjin HDP
09:08 Namzetê HDP'ê Gerçek: Roja 24'ê Hezîranê roja xerakirina saltanatê ye
09:06 Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê
09:04 Bang li hembajariyên xwe kirin: Ji bo siberoja xwe deng bidin HDP'ê
09:03 Li Hatayê hedefa HDPê 3 wekîlin
09:01 ‘Em çawa diçin pincar em dê wisa biçin ser sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2018'AN
09/06/2018
21:29 Her ku hilbijartin nêzîk dibe xebatên HDP’ê bi lez dibe
16:27 Xwîner û îmzevan: Ji bo ‘Seher’ê em kêfxweş in
Lê ragirtina Demîrtaş me xemgîn dike
16:11 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê zext şermezar kirin
16:10 Li Geverê di hefteyekê de 4 karker mirin
15:48 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Çelîk û Kartal bên berdan
15:29 Rûniştina F: Mehek e agahî ji Erez tune ye
15:07 Saçilik: Me cesaret ji zarokê rastî îşkenceyê hatin girt
15:06 Bi îtîraza HDP'ê guhertina cihê 26 sindoqên Nisêbîn û Midyadê rawestiya
14:44 Aqûbeta cenazeyê Guney ê piştî îdamê hat windakirin pirsîn
14:43 Di çalakiya xizmên windayan de Prz. Suren hat bibîranîn
14:17 Buldan: Her ku em tên girtin em bêtir zêdetir dibin
13:41 Demîrtaş: Namzetiya min ji ya Erdogan xurtir e
13:17 Mîtînga HDP'ê ya Mûşê bi coşek mezin dest pê kir.
12:59 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin
12:39 Piştgiriyek din ji bo HDP û Demîrtaş zêde bû
12:27 Komisyona Zarokan a ÎHD’ê: Di 16 salan de 440 hezar zarok welidîn
12:12 Li Şirnexê şer derket: Polîsekî tîmê taymet jiyana xwe ji dest da
12:07 'Ji xwe em ji sedî 100 deng didin HDP'ê, ji bo me benzînê xerc nekin'
11:43 Ciwanê HDP'î yê milê wî hat şikandin: Gule jî nikare min rawestîne
11:37 HDP’ê ji bo peywîrdarên sindoqan pirtûk çap kir
11:09 Walîtiyê ji bo Erdogan mitînga HDP’ê betal kir
10:33 Polîsan bi maşîneyên zirxî di 16 mehan de 21 kes kuşt û 36 kes birîndar kirin
10:31 Ji Egeyê heya Botanê hevdîtinên gel
10:23 Gelê Arnavutkoyê: AKP serdema dawî dijî
10:22 Xwendekarên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
09:30 Li Çewligê bayê guherînê hêl dibe
09:30 Di 24'ê Hezîranê de surprîzên Xarpêtê hene
09:29 Agirî: Tekane riya xelasiya ji krîza aborî û siyasî HDP ye