'Di 2013'an de der barê bersûcê Komkujiya GAR'ê Durmaz de biryara girtinê da lê...'

  • rojane
  • 14:51 8 Hezîran 2018
  • |
img
ENQERE - Parêzerên mexdûrên komkujiya GAR'a Enqereyê, diyar kirin ku li gorî belgeyên li dosyayê hatine zêdekirin, ligel ku 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê bersûcê komkujiya GAR'ê ya Enqereyê û endamê DAIŞ'ê Yunus Durmaz de di 11'ê 'ê mijdara 2013'an de biryara girtinê hatiye dayîn jî nehatiye girtin. Miduriyeta polîsan û Dozgerê Dîlokê  der barê wî de tiştek nekiriye. 
 
Danişîna koma 9'an a doza komkujiya GAR'a  Enqereyê dê di 12-13'ê Hezîranê de bê dîtin. Beriya danişînê parêzeran û nûnerên rêxistinên demokratîk li Odeya Mîmaran a Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de namzetên HDP'ê yê Enqereyê Nazim Karakurt, Îshak Kocabiyik û Fîlîz Kerestecîoglu amade bûn. Destpêkê Parêzer Sevinç Hocaogullari, diyar kir ku nêzî 9 mehan lêpirsîna komkujiyê berdewam kiriye û wiha got: "Di vê pêvajoyê de lêpirsîn ji mexdûran hat veşartin. Di îdîanameya ku di 13'ê Tîrmeha 2016'an de hat amadekirin, 14 bersûc berpirsiyarê komkujiyê hatin dîtin. Lê der barê karmendên cemaweriyê de tu lêpirsîn nehat kirin. Di bin çavdêriya erkdarê cemaweriyê de bûyerên li Amed, Pirsûsê û Enqereyê pêk hatin, hat dîtin ku bi hev girêdayî ne. Me xwest têkiliya wan bi hev girê bidin. Me xwest îdîaname bi vî rengî bê amadekirin. Lê îdîaname tevî van kêmasiyan hat pêşkêşkirin. Nêzî salek û nîvê ye darizandin didome. Ji 14 bersûcan hêj 4 jê fîran in. Hêj nehatine girtin. Bersûcek jî bi awayekî şik hat kuştin. Me di vê dozê de dît ku çawa lêpirsîn nayê kirin em dibînin ku darizandin jî bi heman rengî nayê kirin." 
 
‘DAÎŞÊ LI DÎLOKÊ RASTÎ TU ASTENGIYAN NEHATIYE' 
 
Parêzera dozê Îlke Işik jî bal kişand ser delîlên nû yên li dosyayê hatine barkirin û wiha got: ""Wekî ku tekiliya zincîrê bi hev tune ye û tu berpirsiyariya erkdarê cemaweriyê tune nêzîk dibin. Işik, anî ziman ku Dîlok cihekî pir tirsnak e û wiha got: "Li Dîlokê DAIŞ bi awayekî muazzam xwe bi rêxistin kiriye. Bêyî rastî astengiyan bê bi salan xebat kirine. Rayedarên wir çavê xwe ji wan re girtine. Destûr naden wan. Der barê bersûcan de delîlên pir girîng hene. plankarê vê komkujiyê Yunus Durmaz jî di navde der barê wan de gelek delîl hene. Di sala 2012’an de hatine şopandin. Di milê teknîkî û fîzîkî de hatine şopandin. Di civînê de hatine şopandin. Li kolanan dîmenê wan hatine girtin. Malên wan tên zanîn. Li komeleyên bi navê Genç Ensar û Genç Muavvidler tên kirin. 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê di lêpirsîna dosyaya hêjmar 2016/128'an de diyar dike ku komele li şûna xebatên fermî xebatên rêxistinî dike. Diyar dike ku militanan bi rêxistin dike. Bi dîmenan hatiye tespîtkirin. Yunus Durmaz, Nusret Yilmaz jî bersûcên herî krîtîk in. Nusret Yilmaz bersûcê firarî ye. Yunus Durmaz jî bi şikdar e. 
 
DER BARÊ YUNUS DURMAZÊ DAÎŞÎ Jİ 2013'AN DE BIRYARA GIRTINÊ HEYE
 
Yunus Durmaz, ji sala 2012'an heta 2014'an tê şopandin. 14 caran biryar tê girtin ku ragihanda wî tespît bike. Tevî hemû delîlan bi awayekî şolî dosya lêpirsînê ji holê radikin. Di Tîrmeha sala 2015'an de biryara binçvkirinê distînin. Der barê Yunus Durmaz de ji aliyê 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi biryara hêjmar 2013/74'an der barê wî de biryara girtinê heye. Di girtekên polîsan de jî cih digire. Niha ev doz li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ye. Biryara esasê 2014/125'an berdewam dike. Vê dadgehê der barê Durmaz de di 11'ê  Mijdara 2013'an de biryara girtinê daye. Durmaz li Dîlokê tê şopandin. Mala Durmaz tê zanîn. Telefona wî tê guhdar kirin. Feslekeyên dosyayê heye. Di lêpirsîna midûriyeta polîsan a Dîlokê de ew binçav nekirine. Der barê hucreyan de jî tu tişt nekirine. Li gel biryara Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê jî gav neavêtiye û sûc kiriye. Midûryeta polîsan a Dîlokê û Dozgerê Komarê yê  Dîlokê erk û peywira xwe pêk neanîye. 
 
Işik, anî ziman ku Durmaz berpirsiyarê vê komkujiyê ye, lê bi zanebûn û plan nehat girtin û wiha lê zêde kir: "Ger ku wê demê Durmaz hatibuya girtin komkujya Enqereyê pêk nedihat. Berpirsiyarê sereke Nusret Yilmaz ê li Dîlokê serbest hat berdan û niha fîrar tê darizandin e. Di dosyaya ku hat 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê de, hat diyar kirin ku li ser yelekê bombeya zindî ya 23'ê Hezîrana 2016'an şopa tiliyên Ahmet Guneş heye. Dîsa poşa tiliyên Omer Deniz Dundar jî heye. Endamên DAİŞ'ê xebatên xwe yên rêxistinî berdewam dikin. Kesên ku divê erka xwe ya lêpirsînê pêk bînin erka xwe pêk neanîn. Nivîsên der barê van kesan de hatin midûriyeta polîsan hene. Em dipirsin û dibêjin 'We çima peywira xwe pêk neanî. We çima rê li pêş komkujiyê negirt." 
 
Parêzer Nuray Ozdogan jî bal kişand ser pêvajoya lêpirsînê û wiha got: "Di 9 klasororên rapora îstîxbaratê de dozger qet lêpirsîn nekiriye. Qeydên HTS'ê nehatiye lêkolînkirin. Pedivî bi vekirina klasoran nedîtine û lêpirsîn nekirine. Gelek belge û ewraq nîşan dide ku Dozgerê Komarê yê Enqereyê geleş tişt îhlal kiriye. Li şûna ku darazê serbixwe lêpirsîn kiribûya. Lê delîl veşartine. Polîsan xwestine ku lêpirsîn neyêkirin. Em dê lêpirsîna xwe berdewam bikin. 
 
EM DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN
 
Parêzer Tonguç Cankurt jî anî ziman ku lêpirsînek çalak nehat destpêkirin û wiha got: "Me der barê berpirsiyar de gelek serlêdanên sûc kirin. Lê tu encam pêş neket. Me der barê tapeyên hevdîtinê yên Îlhami Ballî de serlêdana sûc kir. Em dê der barê midûriyeta polîsan û Dozgeriya ya Dîlokê serlêdan sûc bikin. 
 
 

Sernavên din

09/06/2018
09:26 ‘Em dikarin bi dengên xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin'
09:25 Di nav ewqas mêr de çayfiroşek jin
09:23 Hilbijêrên Îdirî: Yê li tembûrê dixe girtiye, yê pereyan didize li derve ye
09:21 ‘Ji bo gelê Bedlîsê HDP cihê hêviyê ye'
09:19 Li Wanê dema berhevkirina gêzikan e
09:19 Eliaçik Êdî kes ji cemaetên Erdogan jî bawer nake
09:18 Nivîskarê rojnameya Kararê Kahveci: Dê fatura krîzê li gel bibirin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:44 Li dijî maşîneya leşkerî êrîş: Leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn
08/06/2018
23:01 Nivîskar û siyasetmedar dê kurdiya 'Seher'ê îmze bikin
19:49 Dê Demirtaş li girtîgehê di TRT'ê de biaxive
18:42 Daxwaz malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
16:33 Berdevka TJA’yê Ata: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
16:25 Karkerên demsalî piştevaniya veguhezandinê xwestin
16:12 ‘Fîkandina kurdî' li dadgeha cezayên giran hat darizandin
16:03 Dayikên Aştiyê wê li ser navê Leyla Guven bixebitin
15:54 Buldan: Gefên li dijî Mexmûrê heqareta li dijî gelê kurd e
15:51 Parêzer Suren hat definkirin
15:29 Qeyûman hemû derfet ji bo buroyên AKP-MHP’ê seferber kirin
15:24 Polîsan xaza îsotê avêt ser HDP'îyan
15:15 Belavkarên rojnameyê derketin pêşberî dadgehê
14:52 Ji bo hilbijêran banga 24’ê Hezîranê: Deng bide neçe û xwedî li sindoqa xwe derkeve
14:51 'Di 2013'an de der barê bersûcê Komkujiya GAR'ê Durmaz de biryara girtinê da lê...'
14:27 Demirtaş bersiv da pirsên şopdarên xwe yên twitterê
14:03 Li Erziromê nimêja înê ya sivîl hat kirin
13:42 Çewlig xwe ji bo mitînga HDP’ê amade dike
13:37 Ji ber ku dirûşmeya ‘Bijî HDP’ berz kir hat binçavkirin
13:26 Li Xarpêtê serdegirtina malan: Nêzî 20 HDP’î binçav kirin
13:04 Komeleya 78'an: Dengê me ji HDP'ê û Demîrtaş re ye
12:42 Komeleya Hemwelatiyên Wekhev a Elewî: Em tim li gel wene
12:41 Ciwanên Qoserî ji bo hilbijartinê lîstika şano lîstin
12:20 Demîrtaş: HDP di bin bendavê de namîne, lê dikarin dibin bendavê de bihêlin
12:17 Namzetên HDP’ê bi şîara ‘dengek jî dengek e’ gund bi gund digerin
11:47 Taziyeya siyasetmedarê Kurd Ozbek didome
11:15 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 79’emîn serledan kirin
10:30 Serdozgeriyê îtîrazî beraeta 47 siyasetmedaran kir
09:58 Olçen: Li Minbicê binêre Kibrisê bibîne
09:56 Rojnameger Ozturk hat binçavkirin
09:47 Bi berdêla pakêtên zexîreyê ew birin mitînga Erdogan
09:46 Ji ber medya civakî li Edenê 15 binçav kirin
09:40 30 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
09:39 Sarisaç: Em dê li Wanê 8-0 wekilan derxin
09:24 Ji bo HDP’ê stran nivîsand
09:23 5 caran heman soza dan, lê yek jî bi cih neanîn
09:22 Neviyên kesên di Serhildana Agirê de hatin sirgûnkirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:21 ‘Em rojekê dixebitin 7 rojan naxebitin’
09:20 Namzeta HDP’ê ya ciwan Guneş: Eger deng neyên dizîn ez ê biçim Meclîsê
09:19 Hatîmogûllari: Em ê şerê mêran ê li Meclîsê biguherînin
09:19 Turan: Riya wekheviyê HDP ye
09:16 Midûrê girtîgehê ji bo girtiyê krîza dil derbas kir: Eger nemire wî nebin
09:15 Li Mugla niha dema jinan e
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2018'AN
07/06/2018
19:24 Malbatên Roboskî di hefteya 336'an de lêgerîna edaletê berdewam kirin
18:41 Dozger serlêdana parêzerên Ocalan cara 762’yemîn red kir
18:35 Namzeta HDP'ê Cemîle Aydin: HDP projeya Ocalan e
18:09 Xebatkarên Qeyûm li Farqînê alên HDP'ê daxistin
17:26 Li Farqînê 400 donim zeviyên genim şewitî
17:05 Qeymeqam belavokên AKP’ê belav kir
16:54 Temellî: Em ê di 24’ê Hezîranê de ya şer an jî aştiyê erê bikin
16:51 ‘Adresa çareseriyê em û HDP ne’
16:07 Talûkeya jiyana Ertekîn ê TOMA ew eçiqand didome
16:00 Nobeta edaletê di hefteya 62’yemîn de ye
15:52 Balûken: Ava cewher a Dara Jiyanê aştî ye, teamê wê jî evîn e
15:24 Sewqiyata leşkerî ya ber bi sînor didome
15:02 Cezayê pere li Midûra Karê Nivîsan a DÎHA Muftuoglu birîn
14:15 Li Îzmîrê gumana mirina jinekê
13:45 Danişîna Baydemîr taloq bû
13:27 Li Qersê qeza: 16 leşker û 2 polîs birîndar bûn
13:15 Polîsan li Geverê 2 ciwan derp û binçav kirin
12:56 Dayîka Aştiyê Halîme Işik a 59 salî hat binçavkirin
12:43 Wezîrê Parastina DYA bersiva Mînbîcê da: Em ê QSD’ê nedin aliyekê
12:38 '48 astengî û êrîş pêk hatin, 30 heb jê li dijî HDP’ê ne’
12:23 Li Boluyê li dijî HDP’ê êrîşa duyemîn
12:19 Parêzerên Ocalan cara 762’yemîn serî li dozgeriyê dan
12:13 Bi şev û roj di nav gel de ne
11:14 Li şûna alên HDP û CHP’ê yên AKP’ê daliqanin
10:55 Belavkirina makarnayên AKP’ê didome
10:49 Zarokê ku ‘HDP û Selo’ nivîsand hat berdan
10:38 Lîstika ‘Qirix’ derket pêşberî hilbijêran
10:31 Dîwarê li sînor kurdan ji hev diqetîne
09:31 Parêzer Muhterem Suren dawî li jiyana xwe anî
09:28 Xwendekarên Kurd di hemû deman de tên girtin
09:27 Taşçier: Bi yekîtiya kurdan dê demokrasi bê Tirkiyeyê
09:26 Di AKP’a Amedê de alîgir bi hev dikevin
09:25 Wêneyên dema hestiyên Emekçiyan hatin derxistin hatin kişandin bi dest me ketin
09:25 Karkerên Flormarê: Em ê ddi hilbijartinê de ligel kesên doza kedê dikin bin
09:24 Namzetên ciwan ên HDP’ê: Werin em bi hev re biguherînin
09:23 'HDP partiya Antalyayiyan e’
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2018'AN
06/06/2018
23:33 Ji Geverê ber bi Şemzînanê ve sewqiyata leşkerî
21:47 Li Amedê wesayîta zirxî li welatiyekî extiyar qeliband
20:25 Turk: We navê xwe li rûpelên dîrokê bi tîpên zêrîn nivîsand
18:59 Hemû xwendekarên Bogazîçî hatin berdan
18:41 Temellî: Tu qesrê vala bike, heqê naqliyê emê bidin
17:30 Buldan: Em ê hesabê hilweşandina peykerê Ugur Kaymaz bipirsin
17:11 Xebatkarê Kovara Ozgur Toplum Gur hat berdan
16:49 Li Erzînganê êrîşî HDP’yan kirin
16:37 Bi hinceta xebatên AKP’ê asteng kirin 6 kes binçav kirin
16:29 Partiya Saadetê rapora 'Meseleya Kurd' aşkere kir
16:28 Polîsan flamayên HDP’ê yek bi yek daxistin