Sarisaç: Em dê li Wanê 8-0 wekilan derxin

  • rojane
  • 09:39 8 Hezîran 2018
  • |
img

WAN - Namzetê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç, diyar kir ku AKP'ê li Wanê zextên gelek zêde pêş xistin û we dixwazin li dijî van zextan 8 wekilan derxin û wiha got: "Ez bawer dikim ku gelê me dê li tenişta HDP'ê raweste û dengê xwe bide HDP'ê. 

Namzetê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarısaç, di sala1983'an de li navçeya Payizava ya Wanê ji dayik bû. Li Wanê dibistan xwend û Zanîngeha Aksaray beşa Rêveberiya Cewariyê û Zanistiya Siyasetê xelas kir. Bû endamê Meclîsa DBP'ê û piştre bû Hevserokê DBP'ê yê Wanê. Sarisaç, di Kongdeya HDP'ê ya sibata 2018'an de û endamê meclîsa HDP'ê. Niha namzetê HDP'ê yê Wanê ye. Sarisaç, der barê xebatên hilbijartinê û polîtîkayên AKP-MHP'ê ku li bajar avakirine axivî. Sarisaç, diyar kir ku gel li dora partiyê bûye xelek û xwedîderketinek mezin heye. Sarisaç, da zanin ku tevî hemû zext û tundiya li ser gel hat meşandin, gel ji partiya xwe gav paşve neavêt û nêzî 3 salin ji ber polîtîkayên AKP'ê ku saziyên demokratîk nikarin li derve daxuyaniyê bidin çapemeniyê û nikarin bertekên xwe bînin ziman û wiha got: "Tevî hemû zextan gel gav paşve neavêt. Ji ber zextên AKP'ê yên zêde bûne gel li dora HDP'ê bûn xelek. Di şahî û vekirinên me yên buroyan de em dibînin ku dibin wekî mîtîngan. Li aliyê din AKP'ê di qada aboriyê de qeyranek mezin ava kir. Di 16 salan de AKP'ê nefes li mirovan çikand. Hem li ser gelê kurd û tevahiya civakê zext zêde kir. Hem jî di qada aborî de pirsgirêk zêde bûn. 
 
'GORÊN KURDAN JÎ TEHAMUL NEKIRIN' 
 
Sarisaç, da zanîn ku AKP'ê cenazeyên kurdan jî tehamul nake û wiha berdewam kir: "Di 3 salên dawî de bajar hatin rûxandin. Mirov di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin. Bedenên kurdan hatin teşîrkirin. Lokman Birlik li pey panzêrê hat kişandin. Cenazeyê dayikên kurdan bi hefteyan li kolanê hat hiştin. Cenaze ji goristanan hatin derxistin. Roja din Erdogan derket û got 'We dît me çawa gorên sexte tune kir' û bi êrîşa li dijî gor û goristanan pesnê xwe da. Li çavê kurdan nerî û ev yek got. Ev tişt ne mijara ku em bikin propaganda hilbijartinê. Lê divê em van tiştan ji bîr nekin. Her kesên kurd divê van pekanînên AKP'ê tevan bîne ber çavan û gavan bavêjin. 
 
HER KU TECRÎD GIRAN DIBE PIRSGIRÊKA KURD JÎ KÛR DIBE
 
Sarisaç, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha got: "Her ku tecrîd giran dibe pirsgirêka kurd jî kûr dibe. Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Nêzî 2  salin bi malbatê re nikare hevditin bike. Tu agahî jê nayên girtin. Li Îmraliyê tecrîda giran heye. Tivê teqez ev tecrîd bi lez bi dawî bibe. Divê Birhêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Birêz Ocalan bi salan e ji bo aştiya li Tirkiye gavan davêje. Ji bo ev hewldan dîsa bi ruh bibin û têkevin meriyetê divê tecrîd bi dawî bibe. Divê birêz Ocalan bi hêsanî karibe fikrên xwe parve bike. Divê Birêz Ocalan tev li siyasetê bikin. Her ku tecrîd giran dibe pirgsirêka kurd jî giran dibe. Di sala 2012'an de 130 milyar dolar deynê Tirkiye yê derve hebû. Niha 453 milyar dolar deynê Tirkiye heye. AKP'ê di 16 salan re razemeniya herî zêde li şer kiriye. Tirkiye ji ber polîtîkaya şer ketiye bin deynên mezin. Armanca sereke ya AKP'ê aboriya şer pêş dixe. Vê yekê jî li ser pişta karker, çotkar û rençberan pêş dixe. " 
 
Sarisaç, herî dawî anî ziman ku du rê li pêş wan hene û wiha bi dawî kir: "Zozanên herî mezin li Wanê ne, lê sewalkarî ji ber qedexeyan tune dibe. Êdî mirov diçin giha û kayê dikirin. Rençberên Wanê êdî diçin kayê li derve dikirin. Divê hemû kesên ji vê yekê zerar dîtine li cem HDP'ê cih bigirin. Du rê li pêş me hene. An em dê li cem HDP'ê cih bigirin û aştî u demkorasiyê pêş bixin. An jî em dê îktîdara şer tercîh bikin. Ez bawer dimi ku gelê me dê li cem HDP'ê cih bigire û 8-0 wekîlan derxin." 
 

Sernavên din

09/06/2018
09:26 ‘Em dikarin bi dengên xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin'
09:25 Di nav ewqas mêr de çayfiroşek jin
09:23 Hilbijêrên Îdirî: Yê li tembûrê dixe girtiye, yê pereyan didize li derve ye
09:21 ‘Ji bo gelê Bedlîsê HDP cihê hêviyê ye'
09:19 Li Wanê dema berhevkirina gêzikan e
09:19 Eliaçik Êdî kes ji cemaetên Erdogan jî bawer nake
09:18 Nivîskarê rojnameya Kararê Kahveci: Dê fatura krîzê li gel bibirin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:44 Li dijî maşîneya leşkerî êrîş: Leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn
08/06/2018
23:01 Nivîskar û siyasetmedar dê kurdiya 'Seher'ê îmze bikin
19:49 Dê Demirtaş li girtîgehê di TRT'ê de biaxive
18:42 Daxwaz malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
16:33 Berdevka TJA’yê Ata: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
16:25 Karkerên demsalî piştevaniya veguhezandinê xwestin
16:12 ‘Fîkandina kurdî' li dadgeha cezayên giran hat darizandin
16:03 Dayikên Aştiyê wê li ser navê Leyla Guven bixebitin
15:54 Buldan: Gefên li dijî Mexmûrê heqareta li dijî gelê kurd e
15:51 Parêzer Suren hat definkirin
15:29 Qeyûman hemû derfet ji bo buroyên AKP-MHP’ê seferber kirin
15:24 Polîsan xaza îsotê avêt ser HDP'îyan
15:15 Belavkarên rojnameyê derketin pêşberî dadgehê
14:52 Ji bo hilbijêran banga 24’ê Hezîranê: Deng bide neçe û xwedî li sindoqa xwe derkeve
14:51 'Di 2013'an de der barê bersûcê Komkujiya GAR'ê Durmaz de biryara girtinê da lê...'
14:27 Demirtaş bersiv da pirsên şopdarên xwe yên twitterê
14:03 Li Erziromê nimêja înê ya sivîl hat kirin
13:42 Çewlig xwe ji bo mitînga HDP’ê amade dike
13:37 Ji ber ku dirûşmeya ‘Bijî HDP’ berz kir hat binçavkirin
13:26 Li Xarpêtê serdegirtina malan: Nêzî 20 HDP’î binçav kirin
13:04 Komeleya 78'an: Dengê me ji HDP'ê û Demîrtaş re ye
12:42 Komeleya Hemwelatiyên Wekhev a Elewî: Em tim li gel wene
12:41 Ciwanên Qoserî ji bo hilbijartinê lîstika şano lîstin
12:20 Demîrtaş: HDP di bin bendavê de namîne, lê dikarin dibin bendavê de bihêlin
12:17 Namzetên HDP’ê bi şîara ‘dengek jî dengek e’ gund bi gund digerin
11:47 Taziyeya siyasetmedarê Kurd Ozbek didome
11:15 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 79’emîn serledan kirin
10:30 Serdozgeriyê îtîrazî beraeta 47 siyasetmedaran kir
09:58 Olçen: Li Minbicê binêre Kibrisê bibîne
09:56 Rojnameger Ozturk hat binçavkirin
09:47 Bi berdêla pakêtên zexîreyê ew birin mitînga Erdogan
09:46 Ji ber medya civakî li Edenê 15 binçav kirin
09:40 30 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
09:39 Sarisaç: Em dê li Wanê 8-0 wekilan derxin
09:24 Ji bo HDP’ê stran nivîsand
09:23 5 caran heman soza dan, lê yek jî bi cih neanîn
09:22 Neviyên kesên di Serhildana Agirê de hatin sirgûnkirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:21 ‘Em rojekê dixebitin 7 rojan naxebitin’
09:20 Namzeta HDP’ê ya ciwan Guneş: Eger deng neyên dizîn ez ê biçim Meclîsê
09:19 Hatîmogûllari: Em ê şerê mêran ê li Meclîsê biguherînin
09:19 Turan: Riya wekheviyê HDP ye
09:16 Midûrê girtîgehê ji bo girtiyê krîza dil derbas kir: Eger nemire wî nebin
09:15 Li Mugla niha dema jinan e
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2018'AN
07/06/2018
19:24 Malbatên Roboskî di hefteya 336'an de lêgerîna edaletê berdewam kirin
18:41 Dozger serlêdana parêzerên Ocalan cara 762’yemîn red kir
18:35 Namzeta HDP'ê Cemîle Aydin: HDP projeya Ocalan e
18:09 Xebatkarên Qeyûm li Farqînê alên HDP'ê daxistin
17:26 Li Farqînê 400 donim zeviyên genim şewitî
17:05 Qeymeqam belavokên AKP’ê belav kir
16:54 Temellî: Em ê di 24’ê Hezîranê de ya şer an jî aştiyê erê bikin
16:51 ‘Adresa çareseriyê em û HDP ne’
16:07 Talûkeya jiyana Ertekîn ê TOMA ew eçiqand didome
16:00 Nobeta edaletê di hefteya 62’yemîn de ye
15:52 Balûken: Ava cewher a Dara Jiyanê aştî ye, teamê wê jî evîn e
15:24 Sewqiyata leşkerî ya ber bi sînor didome
15:02 Cezayê pere li Midûra Karê Nivîsan a DÎHA Muftuoglu birîn
14:15 Li Îzmîrê gumana mirina jinekê
13:45 Danişîna Baydemîr taloq bû
13:27 Li Qersê qeza: 16 leşker û 2 polîs birîndar bûn
13:15 Polîsan li Geverê 2 ciwan derp û binçav kirin
12:56 Dayîka Aştiyê Halîme Işik a 59 salî hat binçavkirin
12:43 Wezîrê Parastina DYA bersiva Mînbîcê da: Em ê QSD’ê nedin aliyekê
12:38 '48 astengî û êrîş pêk hatin, 30 heb jê li dijî HDP’ê ne’
12:23 Li Boluyê li dijî HDP’ê êrîşa duyemîn
12:19 Parêzerên Ocalan cara 762’yemîn serî li dozgeriyê dan
12:13 Bi şev û roj di nav gel de ne
11:14 Li şûna alên HDP û CHP’ê yên AKP’ê daliqanin
10:55 Belavkirina makarnayên AKP’ê didome
10:49 Zarokê ku ‘HDP û Selo’ nivîsand hat berdan
10:38 Lîstika ‘Qirix’ derket pêşberî hilbijêran
10:31 Dîwarê li sînor kurdan ji hev diqetîne
09:31 Parêzer Muhterem Suren dawî li jiyana xwe anî
09:28 Xwendekarên Kurd di hemû deman de tên girtin
09:27 Taşçier: Bi yekîtiya kurdan dê demokrasi bê Tirkiyeyê
09:26 Di AKP’a Amedê de alîgir bi hev dikevin
09:25 Wêneyên dema hestiyên Emekçiyan hatin derxistin hatin kişandin bi dest me ketin
09:25 Karkerên Flormarê: Em ê ddi hilbijartinê de ligel kesên doza kedê dikin bin
09:24 Namzetên ciwan ên HDP’ê: Werin em bi hev re biguherînin
09:23 'HDP partiya Antalyayiyan e’
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2018'AN
06/06/2018
23:33 Ji Geverê ber bi Şemzînanê ve sewqiyata leşkerî
21:47 Li Amedê wesayîta zirxî li welatiyekî extiyar qeliband
20:25 Turk: We navê xwe li rûpelên dîrokê bi tîpên zêrîn nivîsand
18:59 Hemû xwendekarên Bogazîçî hatin berdan
18:41 Temellî: Tu qesrê vala bike, heqê naqliyê emê bidin
17:30 Buldan: Em ê hesabê hilweşandina peykerê Ugur Kaymaz bipirsin
17:11 Xebatkarê Kovara Ozgur Toplum Gur hat berdan
16:49 Li Erzînganê êrîşî HDP’yan kirin
16:37 Bi hinceta xebatên AKP’ê asteng kirin 6 kes binçav kirin
16:29 Partiya Saadetê rapora 'Meseleya Kurd' aşkere kir
16:28 Polîsan flamayên HDP’ê yek bi yek daxistin