Demirtaş mîtîng pêk anî: Demîrtaş nê yê li Edîrneyê girtî ye, Demirtaş hûn in

  • rojane
  • 12:26 6 Hezîran 2018
  • |
img

ENQERE – Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, yekem car bi mîtîngê bang li hilbijêren xwe kir. Demîrtaş, bi telefonê bi malbat û xizmên xwe yên nêzîk re axivî û bang li hilbijêrên xwekir. Demirtaş di bangê de got: "Bi we tê guhertin xwişk û birayên min ên xweşik. Em bi hevre bikin û em bi hevre bi ser bikevin." 

 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê û namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di 4'ê mijdara 2016’an de li gel parlamenterên HDP'ê hat girtin û 580 rojin girtî ye. Demirtaş, piştî mehan yekem car bi riya telefonê bang li hilbijêrên xwe kir. Demîrtaş di telefona asayî ya bi malbat û xizmên xwe de bang li hilbijêran kir. Demîrtaş, yekem car bi riya telefonê bang li hilbijêiran kir. Yekem car bi riya telefonê mîtîng pêk anî. 
 
Axaftina Demîrtaş a di mîtingê ji bo hilbijîeran wiha ye: 
 
"Beriya her tiştî ji dil û can silavên xwe li her kesên ku dengê min dibihîzin dikim.
 
20 meh in bi rengekî ne qanûnî û li derveyî hiqûqê, weke dîlgirtiyekî siyasî li vir têm hiştin. Heta niha ne ez ne jî hevalên min, bi awayekî adîl nehatine darizandin. Zextên siyasî li hemû dadgehan hatin kirin û pîvana serweriya hiqûqê vekirî hate binpêkirin. Tevî ku girtî me, rayedarên hikumetê her roj li televîzyonan, li rojnameyan îftirayê li min dikin. Di vê rewşê de ku nikarim mafê xwe yê bersivdanê jî bi kar bînim, bi dek û dolabên siyasî hewl didin min nebaş nîşan bidin. Lê belê haya we hemûyan ji rastiyê heye. Ez bi vê zanim û dibînim. Rewşa min tenê mînakek e. Îro temamiya welêt, tevahiya welatiyên me bûne mexdûrên bê edaletiyê. Bê edaletî ne tenê li qesrên edaletê rû didin. Li nexweşxaneyan, li zanîngehan, li nava zeviyan, li febrîqeyan, li daîreyên dewletê û li kolanan her roj li her derê her kes dibin mexdûr û bê edaletî li wan tê kirin.
 
'CIVAKA TIRKIYEYÊ JI BER AKP'Ê REŞBÎN Û BÊHÊVÎ BÛ'
 
Mixabin Tirkiye bi temamî bûye girtîgeheke nîv vekirî. Bi vê yekê re dixwazin tirsê bidin dilê her kesî, bixin dilê tevahiya civakê. Halbûkî karê dewletê ne tirsandina welatiyan e, karê dewletê xizmetkarî ye. Lê belê pêkanînên antî demokratîk ên salên dawî rû dan, civaka Tirkiyeyê kiriye gelê herî bê kêf û reşbîn. Welatê me di nava xwe de ji hev hatin cihêkirin û li derve jî bi tenê û bê qîmet hate hiştin.
 
'EM NE NEÇAR IN, EM DIKARIN TIRKIYEYEKE DEMOKRATÎK AVA BIKIN'
 
Ne heq e ku em bi rêveberiyeke wiha nebaş bijîn. Weke welatiyên li ser erdê herî bedew û dewlemend ê cîhanê dijî, ne heq e ku em bêhêvî û xizan bin. Ev yek ne çarenûsa me ye, em ne neçar û mekûmî vê ne. Em dikarin dest bidin hev û bi hev re Tirkiyeya demokratîk a paşerojê, jiyana nû, jiyaneke bi kêf û xweşî, jiyaneke azad ava bikin. Xwişk û birayên min ên hêja, dem ne ew dem e ku em bêhêvî bin û bitirsin. Bi lihevkirin, piştevanî û yekîtiyê em dikarin hemû pirsgirêkên welatê xwe çareser bikin. Bêyî ku welatiyeke/î xwe mîna dijmin bibîne û xwe jê vegire, em dikarin bi hev re ji dil bibin welatekî mezin ê xwişk û biratiyê. Em ê mirovên xwe li gorî partî, nasname, mezheb û zayendan ji hev cihê nekin. Em ê serweriya hiqûqê û demokrasiyê li ser dewletê ferz bikin. Eger dewlet dewleta me hemûyan e, welat welatê me hemûyan e, wê çaxê erk û wezîfeya me ye ku em ji bo her kesî rêveberiyeke adîl û wekhev ava bikin. Ji bo kes xwe weke zarokên ji jinbavê nebîne, ji bo kes neheqiyê nebîne, em ê polîtîkayeke nû ya ku 81 mîlyonî dihewîne, bixin meriyetê.
 
'GEL LI WELATÊ DEWLEMEND BI RENGEKÎ XIZAN DIJÎ'
 
Em ê ji erd, derya, dîrok û mîrateya xwe ya çandî bi xurtî sûdê werbigirin. Em ê giraniyê nedin ser beton û înşaetên nehêja. Em ê li ser axê, ked, hilberîn û zanistiyê rawestin û teqez em ê xizaniyê biqedînin. Li welatekî dewlemend ê mîna Tirkiyeyê, mirov neçar hatine hiştin ku bi rengekî xizan bijîn. Ev yek şerma rêveberên vî welatî ye. Em ê welatê xwe ji vê şermê rizgar bikin.
 
'EM BI HÊVÎ NE, BI COŞ IN'
 
Em niha hîn bêhtir bi hêvî, bi kelecan, bi coş xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Ez li vir di nava çar dîwaran de me. Lê pê zanim ku niha bi hezaran Demîrtaş li nava zeviyan, li karê çapeyê, li zeviyên findiqan e. Demîrtaş niha li madenan e, li kargehan e. Li dersê ye, li anfî ye, li qadan e. Li înşaetê ye, li berxwedana grevê ye. Ji kar hatiye avêtin. Bêkar e, xizan e. Ciwan, e jin e, zarok e. Tirk e, Kurd e, Çerkes e, Pomas e, Boşnak e. Elewî ye, Sûnî ye, lê berî her tiştî bi hêvî ye, bi coş e. Govendê digerîne, di horonê de ye.
 
'SERBILIND BIN, DENG BIDIN HDP Û DEMÎRTAŞ'
 
Demîrtaş li hucreya Edîrneyê nîne, Demîrtaş hûn in. Ji xwe bawer bin. Serbilind bin. Deng bidin xwe. Bêjin; dengek ji bo HDP'ê, dengek ji bo Demîrtaş.
Ji bîr nekin, dengekî bi tenê dikare gelek tiştan biguherîne. Tu dikare vê bike, xwişk û birayê min ên delal. Ji bo rojên xweş û geş, dem dema guhertinê ye. Em bi hev re bikin, em bi hev re bi ser bikevin. Ji dil û can we hemûyan silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin û rojên azad bibînin. Di xêr û xweşiyê de bimînin."

Sernavên din

06/06/2018
15:56 Polîsan namzeta HDP’ê Sema Uçar û 2 kesên din binçav kir
15:53 Namzetên Ciwan çûn serdana malbata Berkîn Elvan
15:47 20 meh ceza dan ajokarê ku Pakize Hazar a 85 salî kuşt
15:46 Ozturk: Êdî kurd baweriya xwe bi AKP’ê nînin
15:35 Namzetên HDP’ê: Em silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînin
15:35 Xebatkarên Azadiya Welat beraet kirin
14:32 Girtiyên Kandirayê piştgirî dan gelê Efrînê
14:02 Xwendekarên Bogazîçî: Îşkence li me kirin
13:44 Malbatên xwendekarên Bogazîçî: Divê xwendekar neyên darizandin
13:28 Piştî Roboskî ji cemaetê veqetiya: Hûn çi dibin bibin werin HDP’ê
13:10 Heyeta THEE'yê li Meletiyê dest bi çavderiya hilbijartinê kir
12:51 Li Merîvanê 2 jin bi guman mirin
12:37 Sêrtiyan eleqeyek mezin nîşanî HDP’iyan dan
12:26 Demirtaş mîtîng pêk anî: Demîrtaş nê yê li Edîrneyê girtî ye, Demirtaş hûn in
12:26 Miftî û endamê AKP’ê yê Erziromê bi hev re li gundan digerin
11:50 'Peykerê Ehmedê Xanî bînin pêş çavê xwe û deng bidin'
11:23 Demîrtaş: AKP êdî nikare welêt bi rê ve bibe
11:04 Zengîn a darvekirî hat dîtin defin kirin
10:58 Akademîsyen Aydemir: Tenê HDP ji halê jinê fam dike
10:25 Demîrtaş dê li girtîgehê mîtîngê pêk bîne
09:25 ‘Kirêjiya hewaya li Dîlovasi dê rêjeya dengê AKP'ê kêm bike
09:24 Zeydan li şûna milyonan kesan li Demîrtaş guhdar dike
09:23 Bi roj rojname belav dike bi şev ji bo HDP'ê dixebite
09:23 Neyarî jî pîvan û sincekî wê heye
09:22 'Ji bo mafê nûçewergirtinê em deng bidin HDP'ê'
09:22 ‘Em di 24'ê hesab ji kesên mirinê dixwazin bipirsin'
09:21 Namzetê HDP'ê karkerê îneşatê: Ji bo bibim dengê birayên xwe bûm namzet
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN
05/06/2018
21:10 HDP: 5'ê Heziranê di dîroka Tirkiye de rûpelek reş e
20:31 Polisan li Serêkaniyê mudaxaleyî girseya HDP'ê kir: Gelek kes binçavkirin
19:50 Li Wanê jinek bi awayekî şik 'întiîhar' kir
19:38 Li Mêrsînê HDP'î hatin binçavkirin
19:04 Xwîner ji bo pirtûka kurdî ya 'Seher' herikîn gotûbêjê
18:06 HDP rastî eleqeyek gelek mezin tê
17:06 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
16:47 Şandeya AGÎT bi Demîrtaş re hevdîtin kir
16:26 Buldan: AKP difikire ku sindoqan bibe Qandîl û Minbiçê
16:16 HDP’ê êrîş şermezar kirin
16:08 Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin
15:54 Parêzer Demîr ji bo mûwekîlê xwe bibîne çû qereqolê û hat binçavkirin
15:36 HDP’a Dîlokê xwest namzetê wan girtî bê berdan
15:25 Ciwanên li ser dîwaran ketil xêz kirin, hatin girtin
15:16 YPG’ê koma şêwirmendê xwe yê dawiyê jî ji Minbicê vekişand
14:58 Li akademîsyena aştiyê Ersanli salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:41 Ji bo tevlîbûna danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan bang
14:23 Baroyan îşkence kirin rapor: Leşker bi niyeta kuştinê tevgeriyane
14:01 Der barê rojnameger Keleş de dîsan biryara girtinê hat dayîn
13:39 Ji ber ku ketil xêz kirin, ‘HDP’ û ‘Hêvî’ nivîsandin hat xwestin bên girtin
13:25 'Polîsan saeta êrîşê zanîbûn lê tedbîr negirtin'
12:33 Balukenê HDP'î bereat kir
12:28 'Poşmantiya herî mezin dê şeva 24’ê Hezîranê bijîn'
12:16 KCDP: Di Gulanê de 37 jin hatin kuştin
12:16 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 761’an serlêdan kirin
12:15 Biryar dan ku Yuksekdag bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bikin
11:39 Onder: Berxwedana gelan tim dîktator têk birin e
11:20 'Hûn jî nameyekê bişînin'
11:07 Li Haymana ba zivirî û HDP hilpekî
10:22 Doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê ye
10:20 Wêneyên îşkenceya polisan
09:59 Bêrîvanên gund piştî îşkence li şivanan hat kirin 5 roj in naçin zozanan
09:30 Malbata Kaceroglu bersîv da Erdogan: Yê ji polîs re got biçe bikuje ne Demirtaş bû
09:30 Welatiyên Fatîhê: Divê teqez HDP biçe meclîsê
09:29 Namzeta HDP'ê Dundar: Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin
09:28 Li ser medyaya civakî peyva 'Kurdistan' parve kir, 15 meh ceza lê hat birîn!
09:27 Cotkarên erdexenî: Heta ev hikûmet neçe dê tu tiş baş nebe
09:27 Fatmagul Berktay: Divê jin li qada raya giştî bitêkoşin
09:26 Krîzê ew perîşan kirin: Esnafên bazarê êdî ji bankeyan bi faîz krediyê dikişînin
09:25 Oy ve Otesi: Hedefa me li 81 bajaran organîzekirina muşahidan e
09:24 ‘Reçeteya çareserkirina pirsgirêkan li cem me ye'
09:23 Bilgen: Em ê li Qersê bibin partiya yekemîn
09:22 Namzeta HDP'ê karkera çandiniyê: Ji bo jiyaneke mirovane bûm namzet
09:21 Ji bo aştiyê 5 salan li Roboskî jiya û niha namzeta HDP’ê ye
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2018'AN
03:25 Li Bolûyê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
04/06/2018
18:54 New York Times: Milyoner ji ruyê Erdogan Tirkiye terk dikin
17:15 Buldan: Feraseta Erdogan 'heriyê bavê û bila şop bimîne' ye
16:29 Temellî: Ew ne kuleya saetê ye, ew Minareya Çar Ling e
16:03 Polîsan li Kadikoyê û Bakirkoyê mûdaxileyî KESK'iyan kirin
15:55 Yektîtiya Ekolojî: Divê xeta ekolojî bê avakirin
15:38 Ji bo pêşeroja welat deng xwestin
15:28 Di doza Ozgur Gundemê de mutala hat xwestin
14:55 QSD'ê dest bi pêngava rizgarkirina gundên Hesekê kir
14:46 Demîrtaş dê civîna çapemeniyê pêk bîne
14:36 Di germa havînê de komir belav kirin
13:51 Bîlgen: Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan negirt
13:50 Qemyona ‘komira hilbijartinê’ belav dikir qelibî
13:21 Lîsa Çalan: Divê em deng bidin û hesab bixwazin
13:16 Gundiyên Odemîşê: Dest nede ax, av û daristana me
13:14 Namzetên HDP'ê heya paşîvê di nava gel de bûn
13:13 Mîhrîcana zarokan bi dawî bû
13:00 ÎSÎG: Di gulanê de 166 karker di kar de mirin
12:42 Li şûna peykerê Ehmedê Xanî Cafe-Restaurant ava kirin!
12:29 Gelek aliyên komkujiya 5'ê Hezîranê li benda ronîkirinê ye
12:08 Li Şemzînanê pevçûn: Zarokek ji piyê xwe birîndar bû
11:18 Dadgehê ji bo Baluken biryara mînak da: Axaftin li gorî azadiya îfadeyê ye
11:03 Qad Sûriyeyê mijar Îran e!
10:47 'Hilbijêrên kurd ên deng dan AKP'ê dîsa li HDP'ê vedigerin'
10:36 Meclîsa Welatiyên Beyoglu: Bo jiyanek xwişk û bira deng bidin û biçin
10:26 Doç. Ugurlu: Bi guhertinên bajaran mirovan dikin yek tîp
10:01 Gelo Çaglar ê 10 salî derman kirina kêm kuşt?