Temellî: Li Amedê kurdin li Enqereyê gur in.

  • rojane
  • 17:48 3 Hezîran 2018
  • |
img
 
SÊRT - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Sêrtê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Temellî gel silav kir û got: "Min got ez bêjim merhaba. Lê we vir kir qata mîtîngê. Îro Erdogan li diçe Amedê û dê giliyê me li gelê Amedê bikin. Dê çi bêje. Tu gotinên wî tune êdî. Ji ber ku ew li Amedê Kurd e û li Enqereyê gur e. Îro li her derê tenê HDP li qadan e. Em bûn lehî û tên. Em dê hemû bendan hilweşînin. Li her dera Tirkiye dengê HDP'ê geş dibe û bilav dibe."  
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, piştî duh li Bedlis û Tetwanê gel ziyaret kir, îro li gel namzetên HDP'ê yên Sêrtê derbasî Sêrtê bû. Temellî û heyeta pêre ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Namzetên HDP'ê yên Sêrtê piştî û Temellî, li Sêrtê derketin pêşberî hezaran û gel silav kirin. Ewil namzetan gel silav kir û axaftinên kurt kirin. Piştre Heverokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî gel silav kir û hikûmeta AKP'ê nexne kir. Temellî, polîtîkayên AKP'ê û Erdogan rexne kir û wiha got: "Ji bo em bêjin merhaba em hatin vir. Lê we vir kir qada mîtîngê." 
 
'HINDIK MA JI KETINA HIKÛMETÊ RE'
 
Bi hezaran kesan bê navber dirûşmeya "Gelê Sêrtê bi we ser bilind in" berz kir. Temellî jî bersîv da û got: "Ya rast Ez bi we serbilind im. Ji ber biryara we ya tekoşînê em serbilind in. Ger ku aştî û demokrasî bê wî welatî dê bi vê sekna we ya bi rûmet bê Tirkiye. Hemû Tirkiye bi we ser bilind e. Hindik ma. Faîz jî dê dakeve. Dowîz jî dê dakeve û îktîdar jî dê bikeve. Em dê hemûyan bi hevre bixin." Temellî berê tîrên rexneyan da Erdogan û wiha got: "Hêj derdikeve ser dikê û bi me mijûl dibe. Weki ku 16 salin em li ser îktîdarê ne radibe bi me mijûl dibe. Gotinên wî êdî tune. Îro jî diçe Amedê û dê li Amedê bang bike. Dê ji Amediyan re çi bêjie? Dê biçe Amedê û giliyê me li Amediyan bike. Ew êdî şaşo mamen. Gelê Amedê dê tasdîknameya siyasetê bide wan."  
 
'HERE JI GELÊ AMEDÊ RE EFRÎNÊ BÊJE'
 
Temellî, da zanîn ku êdî tu gotinên Erdogan tune û wiha berdewam kir: "Ez dipirsim çima tu çû Amedê te Bahçelî negirt çem xwe? Bi hevre derketina kursiyê û bi hevre nîşaneya dêlegur bilind kiribûna. Here ji gelê Amedê re Efrînê vebêje. Tu dê çawa bêje? Li Enqereyê axaftin hêsan e. Ji ber ku li Amedê kurd û li Enqereyê kurd e. 16 salin nelirêtiyê dikin. Her der kirine qada nelirêtiyê. Her kes qisan û li her derê nelirêtî û dizî heye. Wekî ku tişnek nekirine diçin li Amedê giliyê me li gel dikin. Lê nizane ku 16 salin em ji bo aştî, demokrasiyê têdikoşin.  Ger ku demokrasî û aştî bê vî welatî divê berî her tiştî pirsgirêka kurd çareser bibe û aştî bê. Li her dera Tirkiye pirsgirêka demokrasî, pirsgirêka kurd, pirsgirêka betaliyê u xizaniyê heye. Hemû pirsgirêk bi hevve girêdayî ne. Ger ku hûn bixwazin van pirsgirêkan çareser bikin divê hûn wekî hev nêzîk bibin."  
 
'KESÊN TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ DIDIN DIGIRIN Û QEYÛM TAYÎNÎ ŞÛNA WAN DIKIN'
 
Temellî, tayînkirina peyûman jî şermezar kir û wiha pêde çû: "Hemû şaredarên Sertê ji kar avêtin û li şûna wan Qeyûm tayîn kir. Ev pergala zilm û vesayetê ye. Bi sedan hevalên me ji şaredariyê û peywirê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kir. Bi sedan hevalên me ji siyasetê qut kirin û li şûna wan qeyûm tayîn kirin. Bi sedan hevalên me binçavkirin û girtin. Hevserokên vê partiyê Fîgen û Selehattîn binçav kirin û girtin. Pirsgirêka herî mezin a demokrasiyê ya vî welatî ev e. Kesên ji bo aştî û demokrasî bê Tirkiye digirin. Vîna gel digirin û li şûna wan qeyûm tayîn dikin. Piştre diçin Amedê û giliyê me li wan dikin. Gelê Amedê dê bersîva vê yekê bidin. Îro li her dera Tirkiye pirsgirêk û qeyran heye. Yekane rêya çareseriyê demokrasî ye. 24'ê Hezîranê ji bo me firsend e. Divê em vê firsendê ji dest bernedin Divê em dawî li vê pergala ceberûd bînin. Divê em li dengê xwe û sindoqan xwedî derkevin. Ger ku ev welat û bajar yê me ye. Divê em vî bajarî bi rêve bibin. Ne qeyûm. Ger ku me di 24'ê Hezîranê de qeyûm şand Tuncer Bakirhan dîsa Hevşaredarê we ye."  
 
'EM DÊ BI HEVRE BI SER BIKEVIN'
 
Temellî, bal kişand ser girîngiya têkoşînê û wiha pêde çû: "Em dê bi hevre bi ser bikevin. Em dê  bi berxwedanê bi ser bikevin. Maden îkdîdar dê bikeve û maden ku vana rêwî ne. Wê demê em dê li şûna wan Selehattîn Demîrtaş bi cih bikin. Namzetê me yê Serokoariyê Selehattîn Demîrtaş e. Ne tenê namzetê me ye. Namzetê hemû Tirkiye ye. Ji bo aştî û demokrasiyê bîne Tirkiye niha dîl hatiye girtin. Em dê bi hevre benda demokrasî û aştiyê hilweşînin û bi hevre pirsgirêka kurd û demokrasiyê çareser bikin. Ger ku pirsgirêka sereke demokrasî ye. We demê divê em cudahiyên xwe bînin cem hev û rengîniya xwe dewlemend bikin. Em hêza hemû cudahiyan bînin cem hev. Ji ber vê yekê ji bo Komara Demokratîk û piraniyê em dibêjin HDP û Demîrtaş bila bê ser kar. Ji bo vê yekê emê têbikoşin û em dê bi ser bikevin. 24'ê Hezîranê dê destpêka jiyana nû be. Em dê bi hevre vêyekê bi ser bixin."  
 
'EM BÛN LEHÎ Û TÊN' 
 
Temellî, bal kişand ser têkoşîna HDP'ê û wiha lê zêde kir: "Em bûn lehî û tên. Em dê hemû bendan hilweşînin. Li her dera Tirkiye dengê HDP'ê geş dibe û bilav dibe.  Yên ku mafê me desteser kirine em dê hesab ji wan bipirsin. Di bin baneyê HDP'ê de hemû bawerî, reng û nasname hene. Nûnertiya hemû gelan heye. Hemû kes di bin baneyê HDP'ê de hene. Demokrasî ev e.  Ji bo ku li îktîdarê bimînin serî li hemû îtîfaqên qirêj dikin. Em dê dawî li van hemû îtîfaqên qirêj bînin. Pirsgirêka demokrasiyê pirsgirêka hemû gelan e. Li Sêrtê betalî rekor derbas kiriye. Her ji 2 kesan kesek betal e. Karkerên ku di înşaetan de dixebitin her rojê karkerek jiyana xwe ji dest didin. Gotin em dê dawî li pergala taşeronê bînin. Lê kesên alîkar xistin kar. Li aliyê din bi milyonan karker betal in. Ger ku em bên ser kar, hemû karker û kedkar dê mafê wan bê parastin. Ewlehiya wan a kar hebe. Ger ku em bên ser kar, heqê herî kêm dê herî kêm 3 hezar tl be. Li Welat 12 milyon kesên teqawît hene. 8 milyon kesên teqawît dixebitin. 
 
Li şûna zanîngehan girtîgehan ava dikin. 70 hezar ciwan, girtî ne. 70 hezar xwendekar. Em tên ku girtîgehan vala bikin. Ger ku Tirkiye dê demokratîk bibe, em dê zagona têkoşîna bi terorê re biguherînin û girtîgehan vala bikin. 
 
EM DÊ ZOZANAN SERBEST BIKIN 
 
Îro kanên komirê bûne wekî qederekê. Ji ber ku neçin li wir kar nekin dê birçî bimînin. Lê em dê çavkaniyên nû yên enerjiyê ava bikin û li şûna kanên ocaxê em dê qadên nû yên kar ava bikin. Li Soma ew qas mirov mirin. Ew qas li Şirnexê û Sêrtê mirin. Hêj hesabê vê yekê nedane. Ji ber vê yekê em dê welatê xwe bi rêve bibin. Di cihanê de axa herî bereket vir e. Em dê qedexeya zazonan rakin. Ger ku zozan qedexe be mecbûr di kanan de bixebitin. Li şûna zozanan qedexe bikin diçin goşt ji derve digirin. dê mehekê goştê erzan bifiroşe û 11 mehan jî mirov bê goşt bihêlin. Pêdivî ji cotgehên gel hene. HDP  dê cotgeha gel ava bikin. em dê bi pergala edaleta hilbirînê ava bikin. Yên pir bixebitin dê pir bi dest bixin, yên hindik bixebitin dê hindik bi dest bixin. Em tên pirsgirêkan çareser bikin. Niha dema çareseriya pirsgirêkan e. Divê çirayên me netemirin. Dê çirayên me venemirin, dê çirayê serayê vemirin. Ji bo vê yekê jî em dê şev û roj bixebitin. Îktîdara heyî dê bikeve, îktîdara gelan dê bilind bibe." 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2018
09:40 Li Şemzînanê 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn
09:32 Birîndarê 10’ê Cotmehê: Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê biguhere
09:31 HDP dê hilbijêran bibe ser sindoqan
09:24 Derûnînas Saygiligîl: Wezareta Jinê pêwist e
09:23 Karkerên SÎBAŞ'ê karên xwe dixwazin
09:22 Ji xwezayê distîne û dide xwezayê
09:21 Ji bo em dawî li cînayetên kar bînin bûm namzetê HDP'ê
09:21 Her ku bi kurdî axivîn rastî îşkenceyê hatin
09:20 ‘Em dê bibin dengê jin û ciwanan'
09:19 Bereketa Remezanê jî esnaf ji krîzê xelas nekir
09:18 ‘Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide’
09:17 Elewî: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:24 Xebatên HDP'ê kelecana hilbijartinê zêde dike
03/06/2018
20:36 Erdogan ji bo girseya xwe mezin nişan bide ji çar alî mirov kişandin Amedê
18:51 Buldan: AKP dê berê li Stenbolê winda bike
18:04 Xebatên HDP'ê bi ziyaretan berdewam dikin
17:48 Temellî: Li Amedê kurdin li Enqereyê gur in.
16:18 Walî Aktaş ji bo AKP’ê di gera hilbijartinê de ye!
15:55 TAMAM TV dest bi weşanê kir
15:18 Savaş Buldan û hevalên xwe li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:35 ÎRA: Li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne
14:03 Li Êlihê AKP’iyê bi tund li zarokekê xist hat dîtin
13:58 Erdogan ji bo kurdan çi got û çi negot?
13:45 Demîrtaş: Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike
12:46 Li Girtîgeha Amedê ya servekirî îdîaya îsyanê
12:45 Kurdiya ‘Seher’ a Demirtaş derket
12:05 Gelê Êlihê dê bi deh hezaran Temellî pêşwazî bikin
11:24 Beriya Erdogan bê Amedê polîs mal bi mal geriyan nasname kontrol kirin
11:10 Îşkenceya li malê dest pê kir li qereqolê berdewam kir
10:59 Maçîn: Şîara me ya bingehîn dê ‘kongreya neteweyî’ be
10:25 Dr. Derya Bayir: Li Tirkiye laîktî ji bo terbiyekirina civakê ye
10:09 'Dixwazim li Meclîsê bibim dengê jinan’
09:23 ‘Gelo Erdogan dê bi kîjan rûyî were Amedê’
09:22 DOGADER: Îxanetê li Bûrsayê dikin
09:21 Karkerên Flormarê: Îktîdar li dijî karkerane emê li ber xwe bidin
09:20 Namzeta Dîlokê Şîmşek: HDP pêşeroja welat e
09:18 'Tekane partiya ku jin dengê xwe bilind bikin HDP ye'
09:18 Parêzvanê mafên mirovan Aker: Ji bo bi awayekî hevpar pirsgirêk bên çareserkirin em dibên HDP
09:17 5 hezar polîs û leşker nikarin sindoqekê biparêzin!
09:16 'Sindoqan bibin Enqereyê jî em ê biçin û deng bidin'
09:16 Walî gef xwar: Eger hûn deng nedin AKP'ê, dê xizmet jî neyê kirin
09:15 Hîn jî der barê întihara biguman a Araç de tu geşedan tune ne
09:15 ‘Li Antalyayê bi projeyên dijminê xwezayê Tirkiye tê qetilkirin'
09:14 Li Antalyayê hedefa HDP’ê 3 parlementer in
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2018'ANû
08:24 Li Cizîr û Sîlopî buroyên hilbijartinê ji aliyê hezaran ve hat vekirin
02/06/2018
20:12 Derket holê ku li Şemzînanê 4 şivan rastî îşkenceyê hatine
19:44 2 leşkerên derketin operasyonê jiyana xwe ji dest dan
17:56 Li Amed û Wanê 8 hunermend binçav kirin
15:47 10 KESK’iyên karê xwe paşve xwestin hatin binçavkirin
15:46 Hevrê û malbata Mûhsîn Melîk ew bi bîr anîn
15:33 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de xwestin Celalettîn Can bê berdan
15:32 Aqûbeta Saygi yê 24 salin winda ye pirsîn
15:31 Jinan li Dîlokê gotin ‘Jin jiyan azadî’
15:01 ÎHD’ê bang li partiyên siyasî kirin: Gelo ji bo windayan çi sozên we hene?
14:54 Li Êlih û Amedê xebatên hilbijartinê didomin
14:53 Buldan: Me Sûr, Gever, Nisêbîn ji bîr nekiriye
14:23 Demîrtaş ji bo Erdogan got: Gel dê bersiva te heq kiriye bide te
14:11 Mehmet Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
14:09 Dayikên Şemiyê: Heke edalet neyê Galatasarayê nayê Tirkiyeyê jî
13:52 Temellî: Erdogan bikeve dê faîz û dowîz jî bikeve
13:36 ‘Êdî tiştek nema Îstîsmar bikin, vê carê Remezan weke meha kampanyayê îlan kirin’
13:32 Parêzerên Demîrtaş: Erdogan ji bo Demîrtaş peyamê dide AYM’ê
12:13 Temellî: AKP'ê lêkolîna rastiya bûyerên 6-8'ê Cotmehê asteng kir
12:07 Jina ji namzetiya CHP’ê xwe vekişand: Temsîliyeta wekhev tenê di HDP’ê de heye
11:07 Heyeta HDP'ê şivanên rastî îşkenceyê hat ziyaret kirin
10:45 Namzeta ji kar hat avêtin: Akademiyek nû mimkûn e
10:40 Buldan: Yên îşkence li şivanan kirin wêrekiyê ji Soylu digirin
10:18 Afro/Turkên li Îzmirê bi HDP'ê bi kelecan in
09:59 Li Erziromê serdegirtina malan: 21 kes binçav kirin
09:57 Girtiyê lêgerîn qebûl nekir hat derpkirin
09:06 Sindoqên ku li Mêrdînê hatin veguhestin ji sedî 73 dengê HDP'ê ne
09:06 'Ji bo edaletê dengê xwe bidin HDP'ê'
09:05 Namzetên HDP'ê yên Tekirdagê: Em pêşdaraziyan dişkînin
09:05 Namzetê HDP'ê Bulbul: Dê HDP pirsgirêka civaka Elewî çareser bike
09:02 Doç. Dr. Demîrer: Birînên ku AKP'ê di civakê de vekiriye dê dereng bi cebire
09:01 Ji bo serkeftina HDP'ê bi şev û roj di xebite
09:01 Colemêrg dê dîsa 3-0 wekîlan bistîne
09:01 Namzeta HDP'ê ya Antalyayê: Min soz daye hevalên xwe
09:00 Gelê Esenyurt dê du qatê 7'ê Heziranê deng bidin HDP'ê
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
01/06/2018
21:19 Li Colemêrgê heta 30 rojî çalakî hatin qedexekirin
17:16 Platforma 1 Haber Var têkildarî weşana xwe daxuyanî da
16:41 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê bişopînin
16:27 Temellî: Teşvîkê ji vir girtine û birine li Girava Manê xwarin e
15:22 Binçavkirinên li Mêrdîn û Şirnexê derketin 15’an
15:14 Komeleya 78’an: Em HDP’ê û Demîrtaş destek dikin
14:54 Buldan li Erdexanê got: Wê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de xelas bibe
14:23 Bi hinceta ‘ewlekariyê’ veguhestina sindoqan
14:20 Temellî: Em bi hevre bêjin Êdî bes e
13:48 SES: Dengê em bidin Tifaqa Cumhur tune ye
12:53 Serlêdana malbatan cara 78’emîn hat redkirin
12:30 3 karkerên din mirin
12:11 Serokê Baroya Wanê dê şivanên rastî îşkenceyê hatin ziyaret bike
11:55 Rojnameger Îbrahim Coşkun beraet kirin
11:54 Gelek kes li Enqerê hatin binçavkirin
11:31 HDP’î bi roj li gundan, bi şev jî li taxan bê navber dixebitin
10:53 Bi îşkenceyê ew nîv ruhî kirin
10:33 Josa ê Macarî: Li Tirkiye şertên OHAL'ê bêtir giran e