ÎRA: Li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne

  • rojane
  • 14:35 3 Hezîran 2018
  • |
img
AMED - Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora meha Gulanê aşkere kir û diyar kir ku li Tirkiye 192 rojnameger girtî ne û jê 70 endamên ÎRA ne.
 
ÎRA, da zanîn ku 25 rojnameger hatin darizandin û jê li 3 rojnamegeran 14 sal, 1 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA), rapora binpekirina mafên rojnamegeran a meha Gulanê bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir. ÎRA, da zanîn ku 
Tirkiye di serdemeke krîtîk a hilbijartinê de ye û wiha got: Di hilbijartina heyî de rejim û siberoj tê destnîşankirin. Di guherîna  serdemên rejîman û serdemên kirîtîk ên birêxistinkirina civakan de çapamenî navgineke stratejîk e. Di van demên ku desthilatdar, rejîma xwe diyar dikin de heke armanca wan demokrasî û azadî be stêrka guherîna wan û helwesta çapameniyê ya stratejîk li hev dike. Na ku armanc ne demokrasî û azadî be berovajiyê vê pêk tê."  
 
ÎRA, anî ziman ku rejîma AKP’ê û Serokomar xwe bi ‘Biryarnameyên Hukmê Qanûnê (KHK) û rejîma yek mirovî pênase dike û wiha berdewam kir: "Evî jî venaşêre û aşkera diparêze. ‘KHK û rejîma yek mirovî’ ne pêkane ku di herka xebatên xwe de karibe bi xwediyê helwesat demokrasî û azadiyan re li hev bike. Ew dijberê helwest û hewildanên demokrasî û azadiyan e. Hê di erefata hilbijartinê de ‘diranên xwe yên fîq’ nîşan da û siyaseta xwe aşkera kir. 
Bi ‘operasyoneke di dilqê aboriyê de dest da ser Dogan Holdîngê.Bi operasyoneke leşkerî jî dest da ser Matbaaya Gun û Rojnameya  Ozgurlukçu Demokrasî girt. Bi şaxên vê operasyonê yên cur be cur êriş bir ser xebatkar û xebatên çapameniya azad. Li gor hişmendiya xwe qaşo wan ‘bê bandor’ kir. Xebatkaran kir binçavan û bi biryara dozgeran ew tewquxkirin. Ev bi rê û resmên îbretkirî yên zorbatiyê pêk hatin. Bo ku tirs birfrîne ser rojnamegerên din ev bi awayeke aşkera û li ber çavan hat birêvebirin. Van kiryaran bi taybet jî di van serdemên ku em lê dijîn de ji bo me kiryarên ne xerîb in. Gelek mînakên beloq ên di van reng û resman de tên bîra mirov hene. Yek ji vana kiryarên Rejîma Îranê ne ku di nav kolanan de li ber çavên gel muxalîf tên bidarvekirin. Her wiha Rêxistina hov a DAIŞ jî bo ku tirs û fikarê bifrîne ser rayagiştî di qadên vekirî û li ber çavên gel kiryarên sosret ên qirkirinê di ser mirovan de pêk tîne û van kiryaran jî di ser navgînên weşanê de bi raya giştî re parve dike." 
 
ÎRA, da zanîn ku ev rastiya Tirkiye ye û wiha lê zêde kir: "Di xwezahiya ‘Çapameniya Azad’ de demokrasî û azadî heye. Ancax ji ber vê hebûna xwe ya xwezayî rastê êrişan tê. Herî dawî di erefata hilbijartinê de êrişeke mezin ya dawî pêk hat û hê jî wek erdhejên dahatu didomin. Bi taypbet jî li dij ‘Çapameniya Azad’ bi rê û resmeke qirker bê ku kêm bibe her diçe lez dide xwe. Di encama van êrişan de hejmara endamên Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) yên di girtîgehê de derket 70 kesî û bi giştî hêjmara girtiyên rojnameger jî bûn 192 kes."
 
 
ÎRA cih da daneyên binpêkirinan û ev agahî parve kirin: 
"192 rojnameger di girtîgehê de ne 
6 rojnameger hatin binçavkirin 
4 rojnameger hatin girtin 
37 rojnameger, derbarê wan de doz hat vekirin 
1 rojnameger, derbarê wî de biryara lêpirsîn hat dayîn
25 rojnameger hatin darizandin
3 rojnameger, derbarê wan de 14 sal, 1 meh û 22 roj ceza hat birîn
1 rojnameger jî hat derpkirin
 
Em Înisîfatîfa Rojnamegerên Azad ne tenê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran amade dikî û parve dikî. Helwesta me ya ji bo vê jî diyar e. Ew helwest jî ‘helwesat azatdiya çapameniyê ye’. Di çarçoveya vê helwestê de em bang dikin ku dawî li her cure êrişên bi ser çapameniyê de pêk tên bên rawestandin û rojnamegerên girtî demildest serbest bên berdan." 
 

Sernavên din

04/06/2018
09:40 Li Şemzînanê 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn
09:32 Birîndarê 10’ê Cotmehê: Qedera Tirkiyeyê dê bi HDP’ê biguhere
09:31 HDP dê hilbijêran bibe ser sindoqan
09:24 Derûnînas Saygiligîl: Wezareta Jinê pêwist e
09:23 Karkerên SÎBAŞ'ê karên xwe dixwazin
09:22 Ji xwezayê distîne û dide xwezayê
09:21 Ji bo em dawî li cînayetên kar bînin bûm namzetê HDP'ê
09:21 Her ku bi kurdî axivîn rastî îşkenceyê hatin
09:20 ‘Em dê bibin dengê jin û ciwanan'
09:19 Bereketa Remezanê jî esnaf ji krîzê xelas nekir
09:18 ‘Ji bo HDP bendavê derbas bike, keça min dê ji Îzmîrê bê Enqerê dengê xwe bide’
09:17 Elewî: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 04'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:24 Xebatên HDP'ê kelecana hilbijartinê zêde dike
03/06/2018
20:36 Erdogan ji bo girseya xwe mezin nişan bide ji çar alî mirov kişandin Amedê
18:51 Buldan: AKP dê berê li Stenbolê winda bike
18:04 Xebatên HDP'ê bi ziyaretan berdewam dikin
17:48 Temellî: Li Amedê kurdin li Enqereyê gur in.
16:18 Walî Aktaş ji bo AKP’ê di gera hilbijartinê de ye!
15:55 TAMAM TV dest bi weşanê kir
15:18 Savaş Buldan û hevalên xwe li ser gorên xwe hatin bibîranîn
14:35 ÎRA: Li Tirkiyeyê 192 rojnameger girtî ne
14:03 Li Êlihê AKP’iyê bi tund li zarokekê xist hat dîtin
13:58 Erdogan ji bo kurdan çi got û çi negot?
13:45 Demîrtaş: Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike
12:46 Li Girtîgeha Amedê ya servekirî îdîaya îsyanê
12:45 Kurdiya ‘Seher’ a Demirtaş derket
12:05 Gelê Êlihê dê bi deh hezaran Temellî pêşwazî bikin
11:24 Beriya Erdogan bê Amedê polîs mal bi mal geriyan nasname kontrol kirin
11:10 Îşkenceya li malê dest pê kir li qereqolê berdewam kir
10:59 Maçîn: Şîara me ya bingehîn dê ‘kongreya neteweyî’ be
10:25 Dr. Derya Bayir: Li Tirkiye laîktî ji bo terbiyekirina civakê ye
10:09 'Dixwazim li Meclîsê bibim dengê jinan’
09:23 ‘Gelo Erdogan dê bi kîjan rûyî were Amedê’
09:22 DOGADER: Îxanetê li Bûrsayê dikin
09:21 Karkerên Flormarê: Îktîdar li dijî karkerane emê li ber xwe bidin
09:20 Namzeta Dîlokê Şîmşek: HDP pêşeroja welat e
09:18 'Tekane partiya ku jin dengê xwe bilind bikin HDP ye'
09:18 Parêzvanê mafên mirovan Aker: Ji bo bi awayekî hevpar pirsgirêk bên çareserkirin em dibên HDP
09:17 5 hezar polîs û leşker nikarin sindoqekê biparêzin!
09:16 'Sindoqan bibin Enqereyê jî em ê biçin û deng bidin'
09:16 Walî gef xwar: Eger hûn deng nedin AKP'ê, dê xizmet jî neyê kirin
09:15 Hîn jî der barê întihara biguman a Araç de tu geşedan tune ne
09:15 ‘Li Antalyayê bi projeyên dijminê xwezayê Tirkiye tê qetilkirin'
09:14 Li Antalyayê hedefa HDP’ê 3 parlementer in
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2018'ANû
08:24 Li Cizîr û Sîlopî buroyên hilbijartinê ji aliyê hezaran ve hat vekirin
02/06/2018
20:12 Derket holê ku li Şemzînanê 4 şivan rastî îşkenceyê hatine
19:44 2 leşkerên derketin operasyonê jiyana xwe ji dest dan
17:56 Li Amed û Wanê 8 hunermend binçav kirin
15:47 10 KESK’iyên karê xwe paşve xwestin hatin binçavkirin
15:46 Hevrê û malbata Mûhsîn Melîk ew bi bîr anîn
15:33 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de xwestin Celalettîn Can bê berdan
15:32 Aqûbeta Saygi yê 24 salin winda ye pirsîn
15:31 Jinan li Dîlokê gotin ‘Jin jiyan azadî’
15:01 ÎHD’ê bang li partiyên siyasî kirin: Gelo ji bo windayan çi sozên we hene?
14:54 Li Êlih û Amedê xebatên hilbijartinê didomin
14:53 Buldan: Me Sûr, Gever, Nisêbîn ji bîr nekiriye
14:23 Demîrtaş ji bo Erdogan got: Gel dê bersiva te heq kiriye bide te
14:11 Mehmet Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
14:09 Dayikên Şemiyê: Heke edalet neyê Galatasarayê nayê Tirkiyeyê jî
13:52 Temellî: Erdogan bikeve dê faîz û dowîz jî bikeve
13:36 ‘Êdî tiştek nema Îstîsmar bikin, vê carê Remezan weke meha kampanyayê îlan kirin’
13:32 Parêzerên Demîrtaş: Erdogan ji bo Demîrtaş peyamê dide AYM’ê
12:13 Temellî: AKP'ê lêkolîna rastiya bûyerên 6-8'ê Cotmehê asteng kir
12:07 Jina ji namzetiya CHP’ê xwe vekişand: Temsîliyeta wekhev tenê di HDP’ê de heye
11:07 Heyeta HDP'ê şivanên rastî îşkenceyê hat ziyaret kirin
10:45 Namzeta ji kar hat avêtin: Akademiyek nû mimkûn e
10:40 Buldan: Yên îşkence li şivanan kirin wêrekiyê ji Soylu digirin
10:18 Afro/Turkên li Îzmirê bi HDP'ê bi kelecan in
09:59 Li Erziromê serdegirtina malan: 21 kes binçav kirin
09:57 Girtiyê lêgerîn qebûl nekir hat derpkirin
09:06 Sindoqên ku li Mêrdînê hatin veguhestin ji sedî 73 dengê HDP'ê ne
09:06 'Ji bo edaletê dengê xwe bidin HDP'ê'
09:05 Namzetên HDP'ê yên Tekirdagê: Em pêşdaraziyan dişkînin
09:05 Namzetê HDP'ê Bulbul: Dê HDP pirsgirêka civaka Elewî çareser bike
09:02 Doç. Dr. Demîrer: Birînên ku AKP'ê di civakê de vekiriye dê dereng bi cebire
09:01 Ji bo serkeftina HDP'ê bi şev û roj di xebite
09:01 Colemêrg dê dîsa 3-0 wekîlan bistîne
09:01 Namzeta HDP'ê ya Antalyayê: Min soz daye hevalên xwe
09:00 Gelê Esenyurt dê du qatê 7'ê Heziranê deng bidin HDP'ê
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
01/06/2018
21:19 Li Colemêrgê heta 30 rojî çalakî hatin qedexekirin
17:16 Platforma 1 Haber Var têkildarî weşana xwe daxuyanî da
16:41 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê bişopînin
16:27 Temellî: Teşvîkê ji vir girtine û birine li Girava Manê xwarin e
15:22 Binçavkirinên li Mêrdîn û Şirnexê derketin 15’an
15:14 Komeleya 78’an: Em HDP’ê û Demîrtaş destek dikin
14:54 Buldan li Erdexanê got: Wê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de xelas bibe
14:23 Bi hinceta ‘ewlekariyê’ veguhestina sindoqan
14:20 Temellî: Em bi hevre bêjin Êdî bes e
13:48 SES: Dengê em bidin Tifaqa Cumhur tune ye
12:53 Serlêdana malbatan cara 78’emîn hat redkirin
12:30 3 karkerên din mirin
12:11 Serokê Baroya Wanê dê şivanên rastî îşkenceyê hatin ziyaret bike
11:55 Rojnameger Îbrahim Coşkun beraet kirin
11:54 Gelek kes li Enqerê hatin binçavkirin
11:31 HDP’î bi roj li gundan, bi şev jî li taxan bê navber dixebitin
10:53 Bi îşkenceyê ew nîv ruhî kirin
10:33 Josa ê Macarî: Li Tirkiye şertên OHAL'ê bêtir giran e