Sindoqên hilbijartinê 40 kîlometre ji wan dûr xistin

  • rojane
  • 09:22 1 Hezîran 2018
  • |
img

WAN - YSK'ê biryara da ku dê li navçeya Payîzava ya Wanê 27 sindoq bên veguhastin. Ev sindoqên ku dengên HDP'ê ji wan dertên, hin jê dê li gundên cerdevanan ên bi qereqolan dorpêçkirî û 40 kîlometre dûr bên danîn. Ji gundên ku dê sindoqên wê bên veguhastin yek jê jî Hindistan e. Şêniyên Hindistanê bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Eger sindoqan bibin Stenbolê jî, em ê biçin û dengê xwe bidin." 

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), çend roj berê biryar da ku dê li 19 bajaran hin sindoq bên veguhastin. Hejmara hilbijêrên sindoqên ku bi hinceta "ewlehiyê" biryara veguhastina wan hat dayîn 144 hezar in. Ji van bajarên ku dê sindoqên wan bên veguhastin yek jê jî Wan e. Dê li navçeya Payîzava ya Wanê 27 hilbijartin bên veguhastin. 
 
Li ser biryara YSK'ê dê sindoqên gundê Xirkanîs û Putê li gundê Bîhanîsê bên danîn; dê sindoqên gundê Hindistanê li gundê Arêxanê, dê sindoqên Şuşnemêrg û Şaxanê li gundê Şikaftkanê, dê sindoqên Tumanis, Başûn û Kangaverê li gundê Qesirkê; dê sindoqên Aşkan, Şivreş, Makuşk, Axçûrê li gundê Axşînê, dê sindoqên Zeynîs, Zêvkê li gundê Repetikê, dê sindoqên Derbadanîsê li gundê Şehmanisê; dê sindoqên Melkava, Qurtkanê li Kolanê; dê sindoqên Çarçela, Kalegirîn, Koxan, Dimirkus, Rîkavç, Babanîs, Mervana jî li gundê Dîmê bên danîn. 
 
Hejmara hilbijêrên van sindoqên ku dê bên veguhastin 3 hezar û 562 ye. Li gorî hilbijartina berê HDP, ji van sindoqan di 12 heban de ji sedî 90 deng girtibûn. Di 10 sindoqan de jî ji sedî 80'ê û di 5'an de jî di ser ji sedî 60 re deng girtibûn. 
 
DÊ JI BO DENGDAYÎNÊ 40 KÎLOMETRE BIÇIN 
 
Ji gundên ku dê sindoqên wan bên veguhastin yek jê Tûmanîs e. 134 hilbijêrên Tûmanîsê hene û sindoqa vî gundî li gundê Qesrîkê hatiye danîn. Qesrîk 40 kîlometre dûrî Tûmanîsê ye. Her wiha sindoqa gundê Hindistanê jî li gundê Arêxanê hatiye danîn. Arêxan 5 kîlometreyan dûrî Hindistanê ye. 
 
DÊ HDP BI MÎNÎBUSAN HILBIJÊRAN VEGUHÊZÎNE 
 
Endamê Komîsyona Agahiyan a HDP'a Payîzavayê Fehîm Ozyaşar, diyar kir ku ew ê hilbijêran bi mînubusan veguhêzînin û dê li ser van sindoqên wan ên hatine veguhastin herî kêm du muşahid hebin. 
 
Halîl Taşarê ji gundê Hindistanê ku sindoqa wan li gundê Arêxanê hatiye danîn, diyar kir ku ew ji dilê xwe ve emeliyat bûye lê ew ê bi vî halê xwe jî biçe dengê xwe bi kar bîne û got: "Em dengê xwe nadin kesî. Mirin jî têde be em ê dengê xwe bidin partiya xwe HDP'ê." 
 
Hiratî Taşar got: "Dibin kuderê bila bibin, em ê dengê xwe bidin xwe. Serokê me û parlementerê me xistin girtîgehê. Gelek zilm li me kirin. Sindoqan bibin deverên 200-300 kîlometre dûr me jî, em ê biçin dengê xwe bidin. Ev hilbijartin ji bo me pir girîng e." 
 
‘BILA HERKES BIÇE DENGÊ XWE BI KAR BÎNE' 
 
Yavûz Yildiz jî got: "Eger sindoqan bibin Stenbolê jî, em ê biçin û dengê xwe bidin." Kerem Taşar jî, diyar kir ku tenê ew ê dengê xwe bi kar neyînin ew ê dengê xwe jî biparêzin û got: "Ji ber ku li wan gundan cerdevan hene, divê em xwedî li dengê xwe derkevin. Em ê sindoqên xwe teslîmî cerdevanan nekin. Divê herkes biçe û deng bide. Çiqas dûr dibe bila bibe. Ne pir e, bila rojek me jî efdayî hilbijartinê be." 

Sernavên din

01/06/2018
10:10 Di nava 16 salan de hejmara girtiyan 4 kat zêdetir bûn
09:58 Xwîn verişiya lê 16 rojin hêj destûr nadin malbat wê bibîne
09:25 Bi gotinan xerab tacîzî jinên HDP’î kirin û gef li wan xwarin
09:25 ‘Em ê li Meclîsê li dijî tecrîdê siyaseteke çalak bikin'
09:24 Namzeta HDP'ê ya akademîsyen: Em bi ser bikevin em ê vegerin karê xwe
09:23 Jinên Tekirdagî: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:23 ‘Berê zarok li van kuçeyan baz didan, lê niha makîneyên kar'
09:22 'Em ê hemû derhiqûqiyên we li asîmanan binivîsînin'
09:22 Sindoqên hilbijartinê 40 kîlometre ji wan dûr xistin
09:21 Piştî hatin girtina niha dê û bav xebatên hilbijartinê dimeşînin
09:20 Salar: Dê di vê hilbijartinê de mexdûr û bindest bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2018'AN
31/05/2018
20:04 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
18:41 Leşkeran bi awayekî dijwar du şivan îşkence kirin
17:18 Koma nijadperest xwest êrîşî namzetên HDP’ê bike
16:18 Ji namzet Bariş Atay peyama Geziyê: Em ê biguherînin
16:00 AYM'ê biryar da ku Hilbijartin di 24'ê Hezîranê de pêk bê.
15:22 17 partî û saziyan ‘Platforma Hilbijartinê ya Adil’ ava kir
15:03 HDP dê di aboriyê de ‘bernameya parvekirina bi heqî' pêk bîne
14:58 Buldan: Wê jin mohra xwe li hilbijartinê bidin
14:22 Parêzerên Ocalan cara 760’emîn serî li dozgeriyê dan
13:47 Sezaî Temellî dê sibê li Amedê serdana sazî û gel bike
12:48 Derdora Parqa Gezî bi bariyeran girtin
12:36 Namzet bi şev û roj di nav gel de ne
12:31 Li Mêrdînê 4 HDP’î binçav kirin
12:25 Li Amedê pevçûn: Cerdevanek jiyana xwe ji dest da
11:14 Gotinên Ensarîoglu li hev nayên
10:40 Derwîş AA’yê derewand: Minbic di kontrola me de ye
09:42 Namzetê HDP’ê Katircioglu: Em dê aboriyek alternatif pêş bixin
09:41 Li Dersimê ji bo parastina sindoqan liv û tevegra ji bo muşahidan
09:40 Endamên YSK'ê yên ji bo veguhastina sindoqan şerh danîn: Sedemeke şênber tune ye
09:40 Vê carê jî cezayê qedexekirina hevdîtin bi telefonê li hunermend Dûrak birîn
09:39 Bêqîmetbûna TL welatî perîşan kir
09:38 Sekretara KESK'ê Atasoy: Jin polîtîkayên ku ew kirdeya wê ne dixwazin
09:38 Şiyarê 10 salî piştgirî da kampanyaya ji bo Demirtaş
09:37 Ozsoy: AKP li Îngîltereyê parsê dike û dixwaze hilbijartinê bi pişt bixe
09:36 Karkerên ku heqê wan tê xwarin û dev ji kar berdan: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:35 ‘Tenê HDP dikare Midyadê temsîl dike'
09:29 Piştî futbolê niha berê xwe da siyasetê
09:29 Mexdûrê KHK'ê: Ez dê hesab bipirsim
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2018'AN
30/05/2018
18:19 YSK'ê daxwaza Demîrtaş a Fox Tv red kir
18:09 Komekê êrîşî standa HDP’ê kir
17:44 Serokê Federasyona Astengdaran Îçli: Dengê me ji HDP’ê re ye
17:16 Qeyda deng derewa qeyûm Atîlla derxist holê
17:08 Moody’s: Tirkiye her ku diçe xizan dibe
15:55 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 13’an
15:41 Malpera Ajansa Rojnewsê şevê din hat astengkirin
15:29 Ayla Akat û namzetê HDP'ê ya Erdexanê Aktaş hatin berdan
14:10 Danişina doza Yuksekdag taloq kirin
13:45 DAD: Biryara YSK’ê ya veto li dijî civaka elewî ye
13:09 Piştî hat binçavkirin rastî lêdanê hat
12:59 Qada jin lê karibin bibin xwedî gotin: Platroma Jinan a Edalet û Wekheviyê
12:31 Alên HDP'ê qedexe kirin, bi alên AKP'ê xemilandin
12:13 Zarokê ku 'kevir avêt polîs' amadekariya çûna meclîsê dike
11:26 Alk Doç. Gunok: Divê nerîna li hemberî kurdan biguherînin
10:57 Li Amedê 6 xebatkarên HDP'ê hatin binçavkirin
10:50 Ocalan: Wan xera kir emê ava bikin
09:31 Neqiliyatvan: Êdî ji AKP'ê re deng tune
09:29 Piştî vî wêneyî, qeyûm dev ji belavkirina xwarina ji bo fitariyê berda
09:28 'Bi salan e hûn ewlehiyê pêk tînin, îjar hûn nikarin roja hilbijartinê pêk bînin?'
09:28 Li Edîrneyê dê CHP'î dengê xwe bidin HDP'ê
09:27 'Sindoqan bibin navenda bajêr jî em ê biçin dengê xwe bidin'
09:27 Mûş dibêje 4-0: Em ê enqaza 16 salan biqedînin
09:26 Mexdûrê 12'ê Îlonê ji bo hilbijartinê bênavber dixebite
09:25 Namzetê HDP'ê îlahiyatnas Prof. Tûrgay: Ji bo şikandina xelekê min got HDP
09:24 ‘Em dengê xwe nadin AKP'ya dijminatiya jinan dike'
09:23 Hedefa Aydinê herî kêm parlementerek e
09:00 ROJEVA 30'Ê GULANA 2018'AN
29/05/2018
19:42 Salon nedan şahiya ku Pervin Buldan beşdar bibe
18:49 6 kes li Dîlokê hatin girtin
18:12 Temellî: Ji bo muşahîdan 2 roj man em sindoqan biparêzin
17:55 Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hate redkirin
17:33 Esnafan gilî û gazinên qirîza aborî ji namzetên HDP’ê re kirin
17:08 Buldan ji Erdogan pirsî: 16 salin hûn li ku bûn?
17:07 18 meh û 22 roj ceza li rojnamger Demîr birîn
17:07 Baro ji bo ewlehiya hilbijartinê kom bûn: Veguhestina sindoqan antî demokratîk e
16:11 Şahidên bûyerê axivîn: Ne qeza bû cînayet e
15:48 Hêzên Çevîk cihê stanta HDP'ê dagir kir
15:33 Ciwanên HDP’ê danezana xwe eşkere kirin: Em ji bo guhertinê tên
15:32 Li Nîkaragûayê 86 mirin û 860 birîndar bûn
15:15 Birîndarê Pirsûsê Dorudemir: Ez li edaletê geriyan hatim girtin
14:40 Temellî: Gelê kurd bû xwelî, aj da û dar çandin
13:43 Platforma Jinan a Wekhevî û Edaletê avakirina xwe îlan kir
13:28 Dermankirina Çîmen ê maşîneya zirxî lê qelibandin didome
13:03 Derhênerên belgefîlma Bakur: Em ê parastina sînemagerî û aştiyê bidomînin
12:37 Polîsan şert danî ber HDP: Li çep û rastê negere û mîkrofonê bikar neyne
12:20 Li Wanê nerazîbûna veguhestina sindoqan: Biryarê paş de vegerînin
11:49 Parêzerên Ocalan cara 759’emîn serî li dozgeriyê dan
11:25 Ji bo berdana Demîrtaş serî li AYM’ê dan
11:21 Li Erdîşê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
11:12 Ji berbanga sibê heta paşîvê xebata hilbijartinê birêve birin
10:36 Efrînî ji bo vegerin ser axa xwe têdikoşin
09:52 Manîsa bû lehî û tev li bernameyên HDP’ê bû
09:48 Li Dersimê HDP li hemberî lîstika veguhastina sindoqan hişyar e
09:47 ‘Ji bo zarok bi vî awayî nemirin bûm namzet'
09:46 Dimenê kuştina Pakîze Hazar hemû rastiyê aşkere dike
09:45 'Ji bo dawî li qîrîniya ji girtîgehan bilind dibe bê: HDP
09:29 Çarşiya Pirsûsê bêdeng e
09:29 AKP'ê Soylûyê ku qarneyawî reş e kir namzet