Zarokê ku 'kevir avêt polîs' amadekariya çûna meclîsê dike

  • rojane
  • 12:13 30 Gulan 2018
  • |
img
AMED - Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Amedê Abdurrahîm Dûrmûş, ku hêj zarok bû tev li çalakiya şermezarkirina kuştina Yahya Menekşe bû û hat girtin, bi hinceta 'Kevir avêtiye polîsan' 6 salan girtî mabû, îro amadekariya çûna meclîsê dike. Dûrmûş, diyar kir ku ji bo daxwazên ciwanan pêk bîne di HDP’ê de bû namzet." 
 
Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di lîsteya namzetên xwe de bi qasî nasnameyên pir rengî, bawerî û beşên cuda, ew qas bi nasnameya jin û ciwanan jî balê dikişîne ser xwe. Yek ji namzetên ciwan ên HDP'ê Abdürrahim Durmuş e. Dûrmûş, di sala 1991'an de li Gundekî Cizîrê yê Şirnexê ji dayik bû. Dûrmûş, di rêza 10’emîn ê namzetên Amedê de cih digire. Dema zarok bû, di çalakiyên 15'ê Sibata 2008'an de hevalê wî Yahya Menekşe ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Bi îdîaya "kevir avêtiye polîsan" du caran hat girtin. Cara yekemîn 14 mehan girtî ma. Ji ber hat girtin 9 salan lîse xwend. Malbata Dûrmûş, beriya Dûrmûş ji dayik bibe, ji ber ku dewletê gundê wan Dêrşew şewitand, ji gund koçî Cizîrê kirin. Dibistan heta lîseyê li Cizîrê xwend. Dema lîse dixwenkd hevalê wî Yehya Menekşe ji aliyê polisan ve hat kuştin. Piştî Yehya  hat kuştin, ev yek qebûl nekir û helwesta polîsan şermezar kir. Ji ber kevir avêt polîsan ji TMK’ê hat girtin û salek zêdetir di girtîgehê de ma. Piştî hat girtin carek din neçû dibistana lîseyê û li derve dibistan xelas kir. Li Amed û Cizîrê tev li xebatên civakî bû. Li Amedê bi qasî çend mehan tev li xebatên kovara Ozgur Halkê bû. Di 2010’an de li ser hin îxbaran careke din hat girtin. Vê carê ji ber temenê wî 18 sal derbas kiribû ji endamtiya rêxistinê darizandin û ceza kirin. Vê carê 5 salan girtî ma. 
 
Dûrmûş, piştî hat girtin di 2014’an de hat berdan. Piştî qedexe li ser Cizîrê rabû, ji ber polîsan nedihişt cîwan li  Cizîrê nefesê bistîne, ev helwesta polîsan qebûl nekir û koçî Stenbolê kir. Li Stenbolê wek koçberekî kurd di saziyên koçberan de xebitî. Dûrmûş li Stenbolê çû dersxaneyê û beşa Radyo Televîzyon û Sînemayê ya zanîngeha Marmarayê qezenc kir. Niha li zanîngehê xwendekarê pola yekemîn e. 
 
‘EZ YEK JI ZAROKÊN KEVIR AVÊTIN POLÎSAN IM'
 
Dûrmûş, destnişan kir ku wekî her zarokên Cizîrî hêj zarok bû ket nava siyasetê û siyaset nas kiriye û wiha got: "Min ji wê demê de li dijî zext û tundiyê polîs û dewletê li kolanê Cizîrê di nava çalakiyan de cih girt Ez yek ji zarokên ku kevir avêt polîsan im. Zarokên Cizîrî li dijî zextên dewletê her dem seknek polîtîk nişan dane. Zarokên biçûk jî li dijî polîs û leşkerên dewletê xwedî helwestek in. antipatiya zarokan heye. Ev bûye çandek. Di salên 1990’an de li Botanê pêvajoya berxwedanê pêş ket. Vê berxwedanê bandorek polîtîk li ser zarokan kir. Polîtika û helwesta dewlete ya li dijî ciwanên kurd her dem berdewam kir. Her ciwanekî li Cizîrê mezin bû jî li dijî vê yekê bû xwedî helwest. 
 
PIRSGIRÊKÊN CIWANAN YEK BI YEK HATIYE SERÊ MIN
 
Dûrmuş, destnîşan kir ku polîtîka û tundiya li dijî ciwanên kurd bi rêbazêntaybet berdewam dike û wiha axivî: "Di 3 salên dawî de derketiye asta êrîşên nijadî. Ciwan li dijî van polîtîkayên dewletê helwestek şoreşgerî nîşan didin. Jiyanek yoz li ser ciwanan ferz dikin. Divê em li ser qedexeyên ku li Cizîrê îlan kir baş bifikirin. Cima ciwan dibin perçeyekî polîtîkayên dewletê. Divê em li ser çand, perwerde û pirsgirêkên ciwanan baş rawestin. Ger ku em dest dirêjî ciwanan nekin û em nebin bersîva daxwazên wan dê bi talûkeyek mezin re rû bi rû bin. Ji bo ez bibim daxwazên ciwanan min bersîva wan bûm namzetê HDP’ê. Ji ber ku hemû pirsgirêkên ciwan dijîn yek bi yek min jî jiya ye. 
 
'PIRSGIRÊKÊN CIWANAN PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ NE'
 
Dûrmûş, bal kişand ser rengê pirsgirêkên ciwanan û wiha lê zêde kir: "Pirsgirêkên ciwanan pirsgirêkên civakî ne. Ez dê berî her tiştî rexne, daxwaz û pêşniyarên ciwanan li ber çavan bigirim. Çi dibe bila bibe ez dê xwe bigînim hemû ciwanan. Ji bo ez di asta herî jor de bibim bersîv û nûnertiyek herî baş bikim ez dê têbikoşim. 
 
JI BO NÛNERTIYA CIWANAN LI VIR IM'
 
Dûrmûş, herî dawî anî ziman ku ji bo bibe nûnerê ciwanan û nûnertiya wan li meclîsê bike di nava HDP'ê de cih girt û wiha bi dawî kir: "HDP hemû reng û baweriyan di nava xwe de digire. Vîna her kesî diparêze. Ji bo ez karibim bibim nûnerê ciwanan li vir im. Divê ciwan di xebatên hilbijartinê de pêşengiyê bikin. Pergal tehamul nake ku ciwan û jin dengê xwe bilind bikin û bibin xwedî vîn. Lê ciwan xwedî hêzek mezin in. Em dê vê hêzê bi rêxistin bikin û derxin holê. Divê ciwan xwe tev li vê pêvajoyê bikin û em bi hevre vê pêvajoyê pêş bixin. 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

01/06/2018
10:10 Di nava 16 salan de hejmara girtiyan 4 kat zêdetir bûn
09:58 Xwîn verişiya lê 16 rojin hêj destûr nadin malbat wê bibîne
09:25 Bi gotinan xerab tacîzî jinên HDP’î kirin û gef li wan xwarin
09:25 ‘Em ê li Meclîsê li dijî tecrîdê siyaseteke çalak bikin'
09:24 Namzeta HDP'ê ya akademîsyen: Em bi ser bikevin em ê vegerin karê xwe
09:23 Jinên Tekirdagî: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:23 ‘Berê zarok li van kuçeyan baz didan, lê niha makîneyên kar'
09:22 'Em ê hemû derhiqûqiyên we li asîmanan binivîsînin'
09:22 Sindoqên hilbijartinê 40 kîlometre ji wan dûr xistin
09:21 Piştî hatin girtina niha dê û bav xebatên hilbijartinê dimeşînin
09:20 Salar: Dê di vê hilbijartinê de mexdûr û bindest bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2018'AN
31/05/2018
20:04 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
18:41 Leşkeran bi awayekî dijwar du şivan îşkence kirin
17:18 Koma nijadperest xwest êrîşî namzetên HDP’ê bike
16:18 Ji namzet Bariş Atay peyama Geziyê: Em ê biguherînin
16:00 AYM'ê biryar da ku Hilbijartin di 24'ê Hezîranê de pêk bê.
15:22 17 partî û saziyan ‘Platforma Hilbijartinê ya Adil’ ava kir
15:03 HDP dê di aboriyê de ‘bernameya parvekirina bi heqî' pêk bîne
14:58 Buldan: Wê jin mohra xwe li hilbijartinê bidin
14:22 Parêzerên Ocalan cara 760’emîn serî li dozgeriyê dan
13:47 Sezaî Temellî dê sibê li Amedê serdana sazî û gel bike
12:48 Derdora Parqa Gezî bi bariyeran girtin
12:36 Namzet bi şev û roj di nav gel de ne
12:31 Li Mêrdînê 4 HDP’î binçav kirin
12:25 Li Amedê pevçûn: Cerdevanek jiyana xwe ji dest da
11:14 Gotinên Ensarîoglu li hev nayên
10:40 Derwîş AA’yê derewand: Minbic di kontrola me de ye
09:42 Namzetê HDP’ê Katircioglu: Em dê aboriyek alternatif pêş bixin
09:41 Li Dersimê ji bo parastina sindoqan liv û tevegra ji bo muşahidan
09:40 Endamên YSK'ê yên ji bo veguhastina sindoqan şerh danîn: Sedemeke şênber tune ye
09:40 Vê carê jî cezayê qedexekirina hevdîtin bi telefonê li hunermend Dûrak birîn
09:39 Bêqîmetbûna TL welatî perîşan kir
09:38 Sekretara KESK'ê Atasoy: Jin polîtîkayên ku ew kirdeya wê ne dixwazin
09:38 Şiyarê 10 salî piştgirî da kampanyaya ji bo Demirtaş
09:37 Ozsoy: AKP li Îngîltereyê parsê dike û dixwaze hilbijartinê bi pişt bixe
09:36 Karkerên ku heqê wan tê xwarin û dev ji kar berdan: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:35 ‘Tenê HDP dikare Midyadê temsîl dike'
09:29 Piştî futbolê niha berê xwe da siyasetê
09:29 Mexdûrê KHK'ê: Ez dê hesab bipirsim
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2018'AN
30/05/2018
18:19 YSK'ê daxwaza Demîrtaş a Fox Tv red kir
18:09 Komekê êrîşî standa HDP’ê kir
17:44 Serokê Federasyona Astengdaran Îçli: Dengê me ji HDP’ê re ye
17:16 Qeyda deng derewa qeyûm Atîlla derxist holê
17:08 Moody’s: Tirkiye her ku diçe xizan dibe
15:55 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 13’an
15:41 Malpera Ajansa Rojnewsê şevê din hat astengkirin
15:29 Ayla Akat û namzetê HDP'ê ya Erdexanê Aktaş hatin berdan
14:10 Danişina doza Yuksekdag taloq kirin
13:45 DAD: Biryara YSK’ê ya veto li dijî civaka elewî ye
13:09 Piştî hat binçavkirin rastî lêdanê hat
12:59 Qada jin lê karibin bibin xwedî gotin: Platroma Jinan a Edalet û Wekheviyê
12:31 Alên HDP'ê qedexe kirin, bi alên AKP'ê xemilandin
12:13 Zarokê ku 'kevir avêt polîs' amadekariya çûna meclîsê dike
11:26 Alk Doç. Gunok: Divê nerîna li hemberî kurdan biguherînin
10:57 Li Amedê 6 xebatkarên HDP'ê hatin binçavkirin
10:50 Ocalan: Wan xera kir emê ava bikin
09:31 Neqiliyatvan: Êdî ji AKP'ê re deng tune
09:29 Piştî vî wêneyî, qeyûm dev ji belavkirina xwarina ji bo fitariyê berda
09:28 'Bi salan e hûn ewlehiyê pêk tînin, îjar hûn nikarin roja hilbijartinê pêk bînin?'
09:28 Li Edîrneyê dê CHP'î dengê xwe bidin HDP'ê
09:27 'Sindoqan bibin navenda bajêr jî em ê biçin dengê xwe bidin'
09:27 Mûş dibêje 4-0: Em ê enqaza 16 salan biqedînin
09:26 Mexdûrê 12'ê Îlonê ji bo hilbijartinê bênavber dixebite
09:25 Namzetê HDP'ê îlahiyatnas Prof. Tûrgay: Ji bo şikandina xelekê min got HDP
09:24 ‘Em dengê xwe nadin AKP'ya dijminatiya jinan dike'
09:23 Hedefa Aydinê herî kêm parlementerek e
09:00 ROJEVA 30'Ê GULANA 2018'AN
29/05/2018
19:42 Salon nedan şahiya ku Pervin Buldan beşdar bibe
18:49 6 kes li Dîlokê hatin girtin
18:12 Temellî: Ji bo muşahîdan 2 roj man em sindoqan biparêzin
17:55 Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hate redkirin
17:33 Esnafan gilî û gazinên qirîza aborî ji namzetên HDP’ê re kirin
17:08 Buldan ji Erdogan pirsî: 16 salin hûn li ku bûn?
17:07 18 meh û 22 roj ceza li rojnamger Demîr birîn
17:07 Baro ji bo ewlehiya hilbijartinê kom bûn: Veguhestina sindoqan antî demokratîk e
16:11 Şahidên bûyerê axivîn: Ne qeza bû cînayet e
15:48 Hêzên Çevîk cihê stanta HDP'ê dagir kir
15:33 Ciwanên HDP’ê danezana xwe eşkere kirin: Em ji bo guhertinê tên
15:32 Li Nîkaragûayê 86 mirin û 860 birîndar bûn
15:15 Birîndarê Pirsûsê Dorudemir: Ez li edaletê geriyan hatim girtin
14:40 Temellî: Gelê kurd bû xwelî, aj da û dar çandin
13:43 Platforma Jinan a Wekhevî û Edaletê avakirina xwe îlan kir
13:28 Dermankirina Çîmen ê maşîneya zirxî lê qelibandin didome
13:03 Derhênerên belgefîlma Bakur: Em ê parastina sînemagerî û aştiyê bidomînin
12:37 Polîsan şert danî ber HDP: Li çep û rastê negere û mîkrofonê bikar neyne
12:20 Li Wanê nerazîbûna veguhestina sindoqan: Biryarê paş de vegerînin
11:49 Parêzerên Ocalan cara 759’emîn serî li dozgeriyê dan
11:25 Ji bo berdana Demîrtaş serî li AYM’ê dan
11:21 Li Erdîşê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
11:12 Ji berbanga sibê heta paşîvê xebata hilbijartinê birêve birin
10:36 Efrînî ji bo vegerin ser axa xwe têdikoşin
09:52 Manîsa bû lehî û tev li bernameyên HDP’ê bû
09:48 Li Dersimê HDP li hemberî lîstika veguhastina sindoqan hişyar e
09:47 ‘Ji bo zarok bi vî awayî nemirin bûm namzet'
09:46 Dimenê kuştina Pakîze Hazar hemû rastiyê aşkere dike
09:45 'Ji bo dawî li qîrîniya ji girtîgehan bilind dibe bê: HDP
09:29 Çarşiya Pirsûsê bêdeng e
09:29 AKP'ê Soylûyê ku qarneyawî reş e kir namzet