Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan

  • rojane
  • 15:03 20 Tîrmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêwiyên Xeyalan di salvegera 9’emîn a Komkujiya Pirsûsê de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. 

 
33 Rêwiyên Xeyalan ku di 20’ê tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa bombeyî ya ji aliyê DAIŞ’ê ve hate pêkanîn de hatin qetilkirin, li gelek bajaran li ser gorên xwe hatin bibîranîn. 
 
WAN 
 
Yûnûs Emre Şen ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hate bibîranîn. Hevserokê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windarine re (MEBYA-DER) Yûsûf Dundar ê piştî rêzgirtinê di bîranînê de axivî û wiha got: “33 hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan li dijî şerê li Kobanê ketin rê lê dijminên me ji van hevalên me tirsiyan. Em soz didin ku em ê di rêya wan de bimeşin.”
 
Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî li Kolana Hunerê daxuyanî hate lidarxistin.  Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwedehiyê (Egîtîm Sen) ya Wanê Mûrat Atabay, anî ziman ku heta polîtîkayên necezakirinê neyên bidawîkirin wê heman komkujî bibin “qedera” vê erdnîgariyê û got: “Em careke din bang li rayedaran dikin, hevrûbûna bi paşerojê re û di encama lêkolîneke bibandor de faîl bên dîtin û cezakirin û feraseta edaleta civakî jinûve bê avakirin. Yekane rêya ku birînên me pê baş bibin ronîkirina komkujiyê ye. Em careke din tînin ziman ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo cezakirina berspirsyaran û ronîkirina komkujiyê ji roja ewil ve didomînin heta dawiyê berdewam bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin. 
 
MÛŞ 
 
Denîz Erol, Medalî Barûtçû û Serhat Devrîm ên li Pirsûsê hatin qetilkirin jî li ser gorên xwe yên li Goristana Taşo ya Mûşê hatin bibîranîn. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û malbat beşdarî bîranînê bûn. Temellî yê piştî rêzgirtinê axivî, ev tişt gotin: “Piştî serkeftina mezin a li Kobanê ji bo êşên li wir hatin jiyîn bidawî bikin û ji zarokan re pêlîstokan bişînin derketibûn rê. Di çanteyên wan de pêlîstok û derman hebûn. Lê li Pirsûsê hatin qetilkirn. Piştî vê komkujiyê kes nikare weke tiştek nebûyî pişta xwe bide û biçe. Dewletê du sal bûn dizanî ku ev hova DAIŞ’ê bombeya zindî ye. Weke hovên din hat û mirov qetil kirin. Heta ku hemû têkiliyên pişt vê komkujiyê bên aşkerekirin, hemû kesên bûne şirîkê vî sûcî bên darizandin û dewlet bi hemû îhmalan hesab bide em ê bibin şopdarê wê.”
 
Piştî axaftinan qûrnefîl û pêlîstok danîn ser goran. 
 
COLEMÊRG 
 
Yek ji 33 Rêwiyên Xeyalan ê jiyana xwe ji dest da Suleyman Aksû jî li ser gora xwe ya li goristana Taxa Ormanê ya navçeya Gevera Colemêrgê hate bibîranîn. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak, parlamenterê Colemêrgê Onûr Duşumez, KESK, TMMOB, Odeya Endezyarên Avahiyê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), DÎSK, DEM Partî, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. 
 
Parlak ê di bîranînê de axivî, diyar kir ku 33 Rêwiyên Xeyalan şehîdên “Şoreşa Rojava ne” û wiha got: “AKP’ê, desthilatê xwest ku hebûna gelê kurd û gelên li Rojava dijîn ji holê rake lê bi serneketin. Ne 10 sal 40 sal jî derbas bibin em ê hesaba vê komkujiyê bipirsin. Kesên ku van polîtîkayên qirêj dimeşînin dê tu car negihin armanca xwe. Em ê Suleyman Aksû û hevrêyên wî ji bîr nekin.”
 
Kûdret Aksû ya pişt re axivî jî spasiyên xwe pêşkeşî hemû kesên ku bi wan re ketin nava piştevaniyê kirin û anî ziman ku kurê wê ji bo ji zarokên Kobanê re bibe hêvî çû û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da. Dayik Aksû, bi lêv kir ku heta ku kujerên rast bibinînin dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesê edalet.” Piştî axaftinên nûnerên saziyan beşdarvanan qurnefîl û pêlîstok danîn ser gora Aksû.
 
Malbata Aksû, pişt re pêlîstokên ku danîn ser gorê li zarokan belav kir. 
 
MÊRDÎN
 
Li Mêrdînê jî Mûrat Yûrtgul û Emrûllah Akhamûr ên jiyana xwe ji dest dabûn li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Gelek kes tev li bîranîna ku li Goristana Malakaqo ya li navçeya Qoser a Mêrdînê hate lidarxistin bûn. Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Mêrdînê Salîh Kûday ê di bîranînê de axivî wiha got: “Heke Komkujiya Pirsûsê hatibûya ronîkirin tu komkujiyên din çênedibûn.” Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî wiha axivî: “Da pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin lê hêzên tarî li Pirsûsê xwestin wan xeyalan binax bikin. Lê îro bi milyonan hevrêyên wan ji bo ku vê xeyala wan pêk bînin têdikoşin.” 
 
Apê Mûrat Yûrtgul, Yûsûf Yûrtgul jî ev tişt got: “Heke komkujiya Amedê hatibûya ronîkirin, Pirsûs çênedibû, Pirsûs hatibûya ronîkirin Komkujiya Gara Enqereyê çênedibû. Dewlet ji bo kurdan ji holê rakin tişta ji destê wan tê dikin. Ji me ditirsin lê em ê daxwaza xwe ya aştiyê bidomînin.” Dayika Mûrat Yûrtgul, Şemsa Yûrtgul a herî dawî axivî jî wiha got: “Mûrat ne tenê şehîdê min e, şehîdê we hemûyan e. 9 sal derbas bûn lê me hêj kujerên wan nedîtine. Bila êdî ciwan nemirin. Şehîdên xwe ji bîr nekin, neyên xapandin.” Dayik Yûrtgul ji kurê xwe Mûrat re helbest xwend û got “Rêya te rêya min e ez ê te tu caran ji bîr nekim.” 
 
Bîranîn bi danîna qûrnefîlan û duayên hatin xwendin bi dawî bû. 
 
ENQERE 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûse daxuyanî da. ÎHD’ê diyar kir ku çalakiya bombeyî sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Tê îdiakirin ku ji kesên tev li êrişê bûne 3 mirî ne û du jî ji wan fîrarî ne. Yekane bersûcê girtî Yakûp Şahîn di vê dozê de 34 caran bi cezayê hefsê yê muebeda girankirî hate cezakirin. Lê mixabin hêzên ku li pişt vê êrişî û hêzên pê dan kirin û tetîkkêşên rast tu caran nehatin aşkerekirin. Ev doz mixabin ji aliyê parazvanên mafên mirovan ve bêencam ma. Em weke parêzvanên mafên mirovan careke din êşa mirovên xwe yên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan di salvegera 9’emîn a komkujiyê de hîs dikin û bi malbatên wan re parve dikin
 
ŞIRNEX 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Cizîrê jî di salvegera Komkujiya Pirsûsê de Hogir Ozkan ê di komkujiyê de jiyana xwe ji desta li ser gora wî ya Goristana Asrî ya Cizîrê bi bîr anî. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, Dayikên Aştiyê û nûnertiya MEBYA-DER a Şirnexê di bîr anînê de amade bûn. 
 
Piştî duayan nûnerê MEBYA- DER'ê yê Şirnexê Serhat Kuçuk di bîranînê de axivî û bi bîr xist ku 33 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest danê xwestine pêlîstokan ji zarokên li Kobanê re bibin û got ku ew ê komkujiyê û kesên jiyana xwe ji dest danê ji bîr nekin. Kuçuk dest nişan kir ku ew ê hertim şopdarê wan bin. 
 
 
STENBOL 
 
Duygu Tuna, Îsmet Şeker û Cemîl Yildiz ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê li ser gotên xwe hatin bibîranîn. 
 
Girseyê di biranînê de pankarta “Tu xeyal dê nîvco neminin” vekirin û dirûşmeyên “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet” û “Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn” berz kirin. Di bîranînê de malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û nûnerên saziyên civakî amade bûn. Hevseroka Giştî ya ESP’’ê Ozlem Gumuştaş,  Parlamenterê DEM’ Partiyê Kezban Konukçu, Hevseroka DEM Partiyê Murat Kalmaz û gelek kesên din amade bûn. 
Endamê lijneya Navendî ya ESP’ê Adnan Ozcan, anî ziman ku kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bo yekîtiya gelan ketibûn rê û wiha got: “Ji bo hevî û piştevaniyê berê xwe dan Kobanê. Ev rêwîtî li dijî kesên ku xwestin gelan bînin beramberî hev, seknek serbilindî bû. 9 sal in em bi zext, tundî, zilm, zordarî, girtin û îşkenceyê re rû bi rû man. Lê em têk neçûn. Ji neha û şûnde jî em serî natewînin. Em ê di 20’ê tîrmehê de navê rêhevalên xwe biqîrin û wan ji bîr nekin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu jî anî ziman ku ciwanên ku wan ew li Pirsûsê winda kirin remza têkoşîna wan bû û wiha axivî: “Ew hêvî û vîna têkoşina gelan a hevpar bû. Xwestin vê vînê têk bibin, lê bi ser neketin.” 
 
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş  jî wiha got: “Bi hevkariya MÎT û DAIŞ’ê bi bombeye êrîşî Navenda Çandê ya Amarayê kirin. Di êrîşê de 33 hevrêyên me qetil kirin. Em bi rêzdarî wan bibîr tînin. Wan li dijî kesên ku gotin ‘Kobanê ket ha ket’ ji bo heviya gelan berê xwe dan Kobanê. Wan mîrateya piştevanî û hevgirtina gelan ji me re hişt. Lêgerîna me ya edaletê dê ji Pirsûsê heta Geziyê, ji Geziyê heta Kobanê berdewam bike. Dê tu hevî û xeyalên me nîvro neminin.”
 
Polen Unlu û Hatice Ezgi Sadet, li Goristana Ihlamurkuyu ya navçeya Umraniyeyê li ser gotên xwe hatin bibîr anin. Di bîranînê de parlamentera DEM Partiyê, Çiçek Otlu, malbatên Pirsûsê û rêveberên Malên Gel amade bûn. Girseyê li vir jî pankarta “Dê tu xeyal nîvco nebînin” vekirin û dirûşmeyên “Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn” berz kirin. 
 
Vatan Budak jî li Goristana Kartal a navçeya Gaziosmanpaşayê hat bibîranîn. Malbat û gelek kesên din tev li bernameya bîranînê bûn. Li vir jî dirûşme berz kirin û axaftin hatin kirin. 
 
AMED 
 
Veysel Ozdemîr û Nazli Akyurek ên di êrişê de jiyana xwe ji dest dan jî li ser gorên xwe yên li Amedê hatin bibîranîn. Gelek nûnerên saziyan, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Serhat Eren û Cengîz Çandar, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û gelek welatî beşdarî bîranîna li ser gora Ozdemîr a li Goristana Yenîkoyê bûn. 
 
Cengîz Çandar ê di bîranînê de axivî, wiha got: “Êrîşa ku li Pirsûsê jiyana rêwiyên xeyalan wergirt, bi armanca ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe pêk hat û di esasê xwe de pêvajoya çareseriyê piştî çend rojan bi dawî bû. Pêvajoya çareseriyê ji bo kurdan dihat wateya aştiyê. Aştî, ji bo gelê kurd bû navê kurt ê ji nû ve bidestxistina mafên xwe yên hatine tepisandin. Ji ber vê yekê, ji bo pêşî li vê aştiyê were girtin li Pirsûsê xwîn rijiya.”
 
 
Piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gora Ozdemîr û bi boneya rojbûna wî find hatin pêxistin. Kesên tev li bîranîna li vir bûn, pişt re derbasû Taxa 450 Evler a gora Nazli Akyurek lê bûn. Di bîranînê de piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gorê.  
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Cizîrê jî di salvegera Komkujiya Pirsûsê de Hogir Ozkan ê di komkujiyê de jiyana xwe ji desta li ser gora wî ya Goristana Asrî ya Cizîrê bi bîr anî. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, Dayikên Aştiyê û nûnertiya MEBYA-DER a Şirnexê di bîr anînê de amade bûn. 
 
Piştî duayan nûnerê MEBYA- DER'ê yê Şirnexê Serhat Kuçuk di bîranînê de axivî û bi bîr xist ku 33 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest danê xwestine pêlîstokan ji zarokên li Kobanê re bibin û got ku ew ê komkujiyê û kesên jiyana xwe ji dest danê ji bîr nekin. Kuçuk dest nişan kir ku ew ê hertim şopdarê wan bin. 
 
 
 
 

Sernavên din

22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn