ROJEVA 26'Ê GULANA 2018'AN

* Alîkarê Hevserokên HDP’a Amedê Mustafa Akengîn diyar kir ku wan ji bo hilbijartinê 9 hezar kes li ser nêzî 3 hezar û 300 sindoqan peywîrdar kiriye û got: “Ji ber qanûna dawî ku nûnerên partiyan nikarin li ser sindoqan bixebitin, di mijara ewlehiya sindoqan de di serê me de pirsnîşan hene.” 

* Xwendekaraên zanîngehê yên li Agiriyê, gotin ji bo pêşerojê û akademî azad bibe ew ê dengê xwe bidin HDP’ê. 
 
* YSK’ê ji bo hilbijêrên astengdar û nexweş, biryara dabû ku dê li navendên navçe û bajaran sindoqên seyyar deynin. Komeleya Şopandinê ya Ji Bo Mafên Wekhev (ESHÎD) jî îtirazî vê biryarê kiribû û di îtiraza xwe de diyar kiribû ku divê li bajaro û gundan jî sindoqên seyyar bên danîn. Lê belê YSK’ê biryara ESHÎD’ê red kir. Li gorî rayedarên komeleyê YSK cihêkariyê dike û ev biryar li dijî peymanên navnetewî ye. 
 
* Nûnerên partiyên siyasî, der barê xebatên hilbijartin û ewlehiya hilbijartinê de agahî dan û destnîşan kirin ku divê gel tenê qîma xwe bi deng dayînê neyne, her wiha divê piştî dengdayînê li dor sindoqan bibe xelek. 
 
* Hevseroka HDP’ê ya Agiriyê Yelîz Karaarslan destnîşan kir ku wan di 7’ê Hezîranê de ji 4’an 4 wekîl girtine û ew ê di vê hilbijartinê jî 4’an bigirin. Karaarslan bang li herkesî kir ku tev li xebatên hilbijartinê bibin. 
 
* Rojnamevan Îdrîs Sayilgan, îdianameya der barê wî de wekî “derewnameyê” pênase kir û got: “Dibe ku em xebatkarên çapemeniya azad di zindanê de bin, lê cihana me, pêşeroja me ronî ye. Li dijî tarîtiyê, bijî warê min ê ronahiyê.” 
 
* HDP, li Edîrneyê bi nasnameyên rengîn ên li Tirkiyeyê, diçe hilbijartina 24’ê Hezîranê. Namzetê Cengene yê Edîrneyê Serdal Zimba, diyar kir ku di 24’ê Hezîranê de, ew ê Newroz û Xidirellezê bikin yek û biser bikevin.
 
* Esnafên Dersimê anîn ziman ku her diçe krîza aborî zêdetir tesîrê li wan dike. Esnafan got, îktîdara AKP’ê bi sozê ku dê pirsgirêkên aborî çareser bike bû îktîdar, lê belê dê bi krîza aborî biçe. 
 
* Li Dersimê di nav namzetên partiyên siyasî de tenê namzeta HDP’ê ya rêza duyemîn jin e. Namzeta HDP’ê ya Dersimê Meral Hanbayat diyar kir ku li hemberî îtifaqên rastgir wê xwestiye bi awayekî çalak di nav HDP’ê de cih bigire. Yeşil, anî ziman ku bi taybetî jî wê tesîr ji jinên HDP’î ku bi nasnameya xwe pêşengiya partiya xwe dikin girtiye. 
 
* Berîvan Adlim ya ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat berdan, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê kamerayan li odeyên jinan ferz dike û kesên sax tên girtin, nexweş derdikevin. 
 
* Piştî Waliyê Colemêrgê ji YSK'ê xwest sindoqên 134 gundan li 38 gundan kom bikin, niha jî Waliyê Şirnexê ji YSK'ê xwest ku sindoqên gundan li navendekê kom bikin. 
 
* Berdevka Piştevaniya Mor Julîana Gozen, diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê di 16 salan tim li dijî jinan dijminantî kir û got: “Bi hêrsa 16 salan em ê di 24’ê Hezîranê de bêjin TEMAM û êdî bese.”
 
* Dadgeha Îstinafê biryara ku dadgehên herêmî der barê siyasetmedarên kurd de dabûn bêyî lêkolîn bike erê kir. Dadgehê der barê 139 siyasetmedarên kurd ên ji "Doza Sereke ya KCK'ê" dihatin darizandin. Balkêş e ev biryar mehek berî hilbijartinê hat girtin. Parêzeran diyar kir ku belgeyên ku ji sedan rûpelan pêk tên, ne pêkan e di nava 8 mehan de bê xwendin û lêkolînkirin û dadgehê bêyî xwendina dosyayan biryar daye.
 
* Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev û Akademîya Piştevaniya Kocaelî dê li Novotel a Karakoy a Stenbolê konferansa "Konferansa navneteweyî ya li ser cudakariya Nijad, koka nijadî, bawerî û ol" pêk bînin. (09.30)
 
* Rêxistina HDP'ê dê li gelek bajaran namzetên xwe bidin naskirin, buroyên hilbijartinê, mal û esnafan ziyaret bikin. (12.00) 
 
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 687'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bike. (12.00)
 
* Şaxa ÎHD'ê û Xizmên Windayan dê di hefteya 485'an de li şaxa ÎHD'ê ji bo winda bên dîtin û kujer bê darizandin çalakiya xwe berdewam bike. (12.00)
 
* Şaxên ÎHD'ê yên Êlih û Edeneyê dê kongreyên xwe pêk bînin. (13.00-14.00)
 
* Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD'ê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 322'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û windayan dê di hefteya 434'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)
 
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li navçeyên Sultangazi, Gaziosmanpaşa û Esenlerê buroyên hilbijartinê veke. (13.00-15.00-17.00)
 
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê  Sezaî Temellî, dê cemxaneya Îkitellî ya Stenbolê ziyaret bike. Piştre dê li Fatih û Tekirdagê buroyên hilbijartinê veke. (12.00-13.00-15.00-18.00-20.00)

Sernavên din

26/05/2018
10:29 Biryara Doza Sereke ya KCK'ê ne tesadufî ye
10:11 ‘Ji bo ewlehiya sindoqan gumanên me hene’
09:50 Polîs li rêya li trafîkê girtî welatî birîndar kir
09:27 MHP’ê êrişê SP’ê kir: 7 kes birîndar bûn
09:21 'Bi hêrsa 16 salan em ê di 24’ê Hezîranê de bêjin êdî bese’
09:19 Waliyê Şirnexê jî xwest sindoqên gundan li navendeke kom bikin
09:18 Jina ji Girtîgeha Şakranê derket: Sax tên girtin nexweş derdikevin
09:18 Namzeta jin a Dersimê: Ez ji bo wekheviyê namzetim
09:16 Esnafên Dersimê: AKP bi krizê hat, dê bi krizê jî biçe
09:16 Rojnamevan Sayilgan: Li dijî tarîtiyê bijî warê min ê ronahiyê
09:14 HDP’a Agiriyê: Em ê 7’ê Hezîranê dubare bikin
09:13 Partiyên siyasî: Divê gel li dora sindoqan bibe xelek
09:13 YSK dê sindoqên seyyar li gund û bajarokan danayne
09:12 Xwendekar: Ji bo akademî azad bibe em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2018'AN
25/05/2018
21:01 Serlêdana malbatan a cara 77’an jî hat redkirin
15:59 'Her dengê ku ji bo AKP’ê biçe, dê kesên çûn serdana Çakici bibe meclîsê’
15:37 Jinên penaber ên li ser sergoyan li nan digerin
15:23 Baroya Amedê aqûbeta kujerên Tahîr Elçî pirsî
14:58 Dadgeha Îstinafê beriya hilbijartinê cezayê 89 siyasetmedarên kurd erê kir
14:39 Dadger 5 meh ceza li Sebahat Tuncel birî
14:34 HDP'ê li ber Girtîgeha Edirneyê starta hilbijartinê da
14:34 SES: Wezareta Tenduristiyê dengan ji bo desthilatdariyê kom dike
14:03 Namzetên AKP'ê yên Rihayê hilbijêr bêzar kirin
13:50 Şandeya DYA ji bo Minbîcê hat Tirkiyeyê
13:16 YSK'ê namzetê HDP’ê yê rêza yekem ê Şirnexê veto kir
12:25 e-rojname li ser înternetê dest bi weşanê kir
12:20 Dayîka Mîraz: Bi mîlyonan hene ku li şûna min deng bidin
12:18 3 karker di qezayên kar de mirin
12:10 'Ji bo aştî û demokrasiyê dengê me ji HDP û Demîrtaş re ne’
11:58 Leşkeran alên HDP’ê daxist
11:44 Bakkalci: Krîza mirovahiyê li cîhanê bi komkujiya Roboskî hat dîtin
11:32 Namzetên HDP'ê yên Mûşê: AKP dê bi findan li 7’ê Hezîranê bigere
11:29 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 77’an serî li dozgeriyê dan
11:04 Ji jinên HDP’ê kampanyeya ‘7 hezar jin, 7 hezar sindoq’
10:33 Rojnameya Yenî Yaşam dest bi weşanê kir
10:32 Têkoşîna ji bo tenduristiya gel da, dê vê carê ji bo azadî û demokrasiyê bide
10:31 Dengê Bakurê Sûriyeyê rojnameya Ronahî dest bi weşana rojane dike
10:23 Prof. Dr. Oran: HDP'ê bi namzetên azadîparêz gavek gelek rast avêt
10:14 Girtiyê name ji Demîrtaş re şand rastî 4 meh ceza hat
09:54 Baluken bertek nîşanî erêkirina ceza da: Dê ev ceza wek deqek reş bikeve nav dîrokê
09:20 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:19 Amedî: HDP rizgariya gelan e
09:18 Hewl dide bi laçika spî biçe Meclîsê
09:17 Kirbayir 23 salin li gora birayê xwe digere: Dewlet kujeran diparêze
09:16 'Ji ber îtifaqa jinan esas digire em li cem HDP’ê ne’
09:16 Karkerên bi KHK’an ji kar hatin avêtin: Em ê li ser sindoqan bersivê bidin
09:15 Alayumat: Min bêriya wênekêş û kamareya xwe kiriye
09:14 Jinek karker û cotkar: Ez ê dengê karker û jinan veguhezînim Meclîsê
09:13 Hûnermendên Edeneyê: 24’ê Hezîranê dê bibe roja azadiya hûner
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2018'AN
24/05/2018
17:21 Dozger serlêdana parêzeran cara 758’emîn red kir
16:12 Kesên wesayîta anonsa HDP’ê dîtin herikîn kolanan
16:11 Li ser peykerê jinê nivîsên zayendperest nivîsandin
15:59 Piştgiriya HDP’ê mezin dibe: Em dê bi hevre bi ser bikevin
15:47 Trîbûnala Navneteweyî, Tirkiye mehkûm kir
15:17 Îtîraza redkirina daxwaza berdana Demîrtaş jî hat redkirin
15:10 Egîtîm Sen: Endamên me bi ÎHA tên şopandin
14:59 Namzetên HDP’ê dest bi xebatên xwe kirin
14:56 Cerdevanê rastî êrîşê hat jiyana xwe ji dest da
14:21 Midûrê wargeha 12 xwendekar lê şewitîn: Min gundên mehrûm û xizan hilbijartin
13:27 Xebatkarên PTT'ê yên Îzmirê ji bo mafê xwe çalakî pêk anîn
13:13 ÎSÎGM: Di 4 salan de li Gebzeyê 94 karker di cînayetên kar de mirin
13:08 Dozger xwest doza windakirina 11 gundiyên Pasûrê betal bibe
12:17 Ji 150 hezar girtiyan kijan dê karibe dengê xwe bidin?
11:57 Alîkarê Midurê Şaxa Ewlehiyê: Ez ê nehêlim HDP tabelaya xwe daliqîne
11:49 Gelê Colemêrgê: Sindoqan hezar kîlometre dûr bixin jî emê dengê xwe bidin
11:09 Leyla Guven: Ez ê hewl bidim bibim layîqî rûmeta we
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 758'an serî li dozgeriyê dan
11:04 Li Colemêrgê teqîn: 2 cerdevan mirin
11:03 Yalçindag: Baluken bi destê darazê ji siyasetê dahfdan
10:21 Polîsan li Mûşê zarokek bi giranî birîndar kir
10:18 Buldan: HDP’ê bi hemû gelan re îtîfaq pêk anî
10:04 Namzetê Rihayê yê AKP'ê Fakibaba piştî bû wekîl rûyê xwe reş kir
09:20 Şirnexiyên koçber bûn: Em ê tiştên anîn serê me ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan
09:19 Çawîş û polîsên ku hatin tayînkirin dê du caran deng bi kar bînin!
09:18 Galerîvan: Gel ditirse, gelo dê ev der jî bibe wekî Sûriyeyê
09:17 HDP: Ji bo ewlehiya hilbijartinê xwe qeyd bikin
09:16 Li ser ‘Efrîn’ stranek çêkir
09:15 ‘Jin ji îktîdara AKP’ê re dibêjin êdî bes e’
09:13 Dewletê bedelê wesayitekê ji yê 9 mirovan bi qîmettir dît
09:12 'Em dengê xwe nadin partî û îtîfaqên kuştinên zarokan pîroz dibînin’
09:12 Li Wanê hedefa HDP’ê 8 wekîl e
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2018'AN
23/05/2018
19:28 Rojmameger Alayumat ji girtîgehê derket
17:48 Di Gulanê de Birûskê 9 ruh stendin
17:01 Jinan li Nisêbînê bi coş buroya hilbijartinê vekir
17:00 Leşkerên şahid: Dema maşîne li Hazarê qeliband min hîs nekir
16:50 Polîsan ciwanek binçav kir û gopalê daholvan desteser kir
16:42 Xebatkarê kovara Ozgur Toplum Kiliç nehat berdin
16:28 Buldan: Em ê li Amedê 12 wekîlan derxin
16:15 Dadgeha Herêma Dîlokê 16 sal û 8 meh cezayê Baluken erê kir
15:34 200 karkerên mûçeyên wan nehatin dayîn dest ji kar berdan
15:00 Rojnameger Erdogan Alayumat hat berdan
14:46 Amedî amadekariya pêşwazîkirina namzetên HDP'ê dike
14:35 Aborînas: Zengila topavêtinê lê dide
14:16 Danişîna rojnameger Kaya hat dîtin
13:59 DDKD: Em ê di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê
13:58 Rêxistinên mafên mirovan banga Roboskê li DMME kirin
13:51 HDP dadikeve qadê: Dê biçin çar aliyê Tirkiyeyê