'Êdî gundê me bi îşkencekirinê tê bibîranîn'

  • rojane
  • 09:05 20 Gulan 2018
  • |
img
 
COLEMÊRG - Di şeva ewil a meha Remezanê de polîsan avêtibû ser gundê Şapatanê yê Şemzînana Colemêrgê û îşkence li welatî Temer Şengul û Mehmet Ali Avci kiribûn. Delîl Avci ê birayê Mehmet Ali Avci, got êdî gundê wan bi îşkenceyê tê bibîranîn. 
 
Di 7'ê Tebaxa 2017'an de polîsan li gundê Şapatan ê Şemzînana Colemêrgê, bi awayekî giştî gundî îşkence kiribûn. Ev îşkence di raya giştî de deng dabû. Di ser vê îşkenceyê re salek derbas nebû, di 16'ê Gulan 2018'an de di sihora de polîsan dîsa avêt ser Şapatanê. Di avêtina ser malê de polîsan temer Şengul û Mehmet Ali Avci ku di avêtina ser gund a sala çûyîn de jî hatibûn îşkence kirin, dîsa îşkence kirin. 
 
Dema Temer Şengul sihora xwe dikir, polîsan avêt ser malê û bi pehînan sifreya wan belawela kir û hemû ferdên malê jî derb kirin. Her wiha polîsan heta demeke dirêj bi qundaxa çekan, bi pehîn û kulman Şengul îşkence kir. Ji ber vê îşkenceyê gelek deverên bedena Şengul reş bûn. Polîsan li ber çavê zarokên wî Şengul îşkence kir û wî bi halê wî yê birîndar hiştin û çûn. Her wiha polîsan avêt ser mala cînarê Şengul, Mehmet Alî Avci ku sala çûyîn jî tevî gundiyan hatibû îşkencekirin, îşkence kirin. 
 
Di dema îşkencekirina Mehmet Alî Avci de, birayê wî Delîl Avci jî li malê bû. Bira Avci got: "Em ji bo sihorê rabûbûn. Me dît deng ji mala cînarê me tê. Paşê em hîn bûn ku ew dengê îşkenceyê ye. Ji wir berê xwe dan mala me. Bêyî ku em derî vebikin derî şikandin û ketin hundur. Kekê min girtin nav xwe û pehîn û kulman lê dan. Bi şev saet di 02.00'yan de hatin heta 08.00'ê sibehê man. Kesî binçav nekirin, lê bi awayekî dijwar li kekê min û cînarê me xistin. Piştî ku bavê min ket navberê, kekê min ji nav destên wan hat derxistin." 
 
Avci, bi lêv kir ku hîn şopa îşkenceya sala çûyîn jê neçûye, dîsa kekê wî îşkence kirin û ev sedema vê yekê jî têkildarî pêvajoya hiqûqî ya hatiye destpêkirin. Avci got: "Wê demê gundiyan hemûyan gilî kir. Hîn lêpirîn didome, lê dîsa dest bi îşkenceyê kirin. Tê gotin ku ji bo îşkenceya sala çûyîn polîsek ji peywirê hatiye girtin. Lê yên din li ser peywirê ne." Avci destnîşan kir ku gundê wan êdî bi îşkenceyê tê bibîranîn. 
 
NEHIŞTIN ÎFADEYÊ ÎMZE BIKE 
 
Piştî bûyerê Şengul bi derfetên xwe çû nexweşxaneyê û 4 kêl avêtin serê wî. Şengul ji bo giliya polîsan bike çû Emniyeta Navçeyê, lê belê bêyî ku îfadeya wî pê bidin îmzekirin jê re gotin 'em ê li te bigerin' û wî şandin malê. 
 
Li ser îdiaya ku rapora derbkirinê ya Şengul nehatiye amadekirin, em li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê geriyan. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku eger bê xwestin em ê raporê bişînin dozgeriyê û ji ber vê wan endaye wî. Her wiha der barê naveroka raporê de rayedaran agahî neda. 

Sernavên din

20/05/2018
15:21 Serokê DAD: Feraseta 'Rêya Heq' di HDP’ê de heye
14:40 Cihê pisûleyên dengan ên partiyan diyar bûn
14:27 Şanoger Bariş Atay namzetê HDP’ê ye
14:17 Temellî: Divê namzetên din ji bo berdana Demîrtaş israr bikin
14:03 Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan
13:48 Ji bo karsaz Kavala bê berdan bang kirin
13:21 ÎSÎG'ê li Enqere Meclîs ava kir
13:02 Erdogan çû Bosna Hersekê
12:37 5 xwendekar li Enqerê hatin binçavkirin
12:31 Xebatên lîsteya namzetên parlamenteriyê ber bi dawî ve diçin
12:04 Hevpeyvîna Demîrtaş bi taloke dîtin û ne danê
10:46 'Darbeya Siyasî', piştî 2 salan pûç bû
10:07 Malbatên Pirsûsê: Em ê xwedî li HDP’a zarokên me jê hez dikirin, derkevin
09:58 AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin
09:22 Karkerê Însaetê li Samsûnê di cînayeta kar de mir
09:20 Jinên NÇM'yî gotin 'Werin' 24'ê Hezîranê
09:19 Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan
09:15 Gundê ku meheke ava wî tune ye bertek nîşanî qeyûm da
09:12 Suryanî, êzidî û misilmanên Mêrdînê: Em ji tekparêziyê re bêjin bes e
09:10 Ji ber ku dîmenên helîkopterê parve kirin 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:08 ‘Bila kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê'
09:07 Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna
09:05 'Êdî gundê me bi îşkencekirinê tê bibîranîn'
09:03 Şêniyên Kadîfekale: Her tişt bi dengekî û HDP'ê diguhere
09:01 Bi sendelyê bi teker ji bo HDP’ê dixebite
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2018'AN
19/05/2018
18:50 HDP dê 'Deklerasyona çareserkirina pirsgirêka kurd' aşkere bike
16:10 Girtiya nexweş Bulut a xwîn verişiya rakirin nexweşxanê
16:01 Polîs li Enqereyê mudaxaleyî dowîza vala kir
15:25 Îbrahim Kaypakkaya bi sempozyumekê hat bibîr anîn
15:10 Xwestin girtiyê nexweş Çîçekler bê berdan
15:09 Ji bo windayan qûrnefîl avêtin behrê
14:50 Dayika Şemiyê aqûbeta pismaman winda pirsîn
14:27 Endamên KESK’ê: Dê dengek me jî ji AKP’ê re neçe
14:08 Li Meletiyê HDP bênavber xebatên hilbijartinê didomîne
13:51 Aqûbeta Înan ê li Sêrtê hat windakirin pirsîn
11:56 Qeyûmê mala sersaxiyê ya Êzîdiyan xera kir
11:51 Gardiyanan girtiyê nexweş darp kirin û avetin hucreya yek kesî
10:39 Qeyûm derbarê cemxaneyê de doz vekir
10:15 Li parka dibistanê lîstina zarokan bi 10 TL ye
09:53 Encamên hilbijartina Herêma Federal a Kurdistanê aşkere bûn
09:50 Hevjîn, bav û 2 zarokên xwe kuştin
09:49 Jinan ji bo Ocalan stand vekirin
09:17 Ji ber navê kafeyê ‘Haymatlos’ bû, zabiteyan ruxset neda
09:17 Tercîha mexdûrên KHK'ê HDP ye
09:16 HDP'ê milyoneke belavokên bi kurdî çap kirin
09:16 Erdogan li Îngîltereyê 3 rojan ji bo pereyê xwe yê li Katarê bazarî kir
09:15 ‘Dê jin stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê diyar bikin'
09:12 Esnaf perîşan bûne: Di bêrîkan de 5 lîre jî tune ye
09:12 Ji ber xwestin çek rawestin dozger 5 sal ceza ji wan xwest
09:11 'Ji bo çûyîna Erdogan me ji niha de Caps amade kiriye'
09:10 Çalakiyên ku hevşaredar tev lê bûn sûc hatin hesibandin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2018'AN
18/05/2018
22:02 Li Kubayê balafira rêwiyan ket
21:29 Girtiyên ku pêkanînên îdareya girtîgehê şermezar kirin hevdîtin pêk neanîn
21:20 Qeyûm fitariya ku şêniyên Êlihê tev lê nebûn betal kir
21:02 Ferhat Encu: Divê berpirsiyar rexnedayîna xwe bidin
20:31 Girtiya siyasî di nava girtiyên edlî de te girtin
19:50 Komeke nîjadperest hewl da êrîşî standa HDP'ê bike
19:38 Serlêdana malbata Ocalan dîsa hat redkirin
16:00 HDP xebatên hilbijarinê yên li bajaran berdewam dike
15:52 Serokê Baroya Sakaryayê: Kujerên Elçî dernekevin edalet nayê tesîskirin
15:47 Rojnameger Yilmaz 4 mehin di hucreyê de ye
14:34 ATO betalkirina peymana Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê şermezar kir
14:19 HDP’ê bertek nîşanî DMME da: Ev biryar cihê şermê ye
13:52 Di zîrveya Qudsê de ji 57 welatan tenê 15 welat amade bûn
13:15 Baroya Amedê: Bila Demîrtaş demek zûtirîn bê berdan
13:01 Ji ber halê baş cezayê zilamê Bîrgul Çoban kuşt daxistin
12:21 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 76’an serlêdan kirin
11:30 Karkerê înşaetê yê di projeya AVM de dixebiti ji qatê 9'an ket û mir
11:19 Li Elkê 5 herêm li sivîlan hatin qedexekirin
10:39 Karkerê ceyranê yê bi ceyranê ve zeliqî mir
10:33 Kordînatora SAMER’ê: AKP tişteke ji bo kurdan waad bike nema ye
10:21 Wekîla CHP’ê Boke: Sozên AKP'ê yên îstîkrara aboriyê têk çûne
10:06 Girtiyê nexweş ê lêgerîna tazî red kir rastî lêdanê hat
09:48 Mêrdînî: Em ê di sindoqan de ‘TAMAM’ek xweşik nîşanî Erdogan bidin
09:47 Karkerê 62 salî ji înşaetê ket û mir
09:28 'Jin dê diwana edaletê ya li ser pergala heqîqeta jinê ava bikin'
09:27 Rihayî dibêjin HDP
09:26 Li Şapatanê polîsan dîsa avêt ser malan û dîsa gundî îşkence kirin!
09:24 Profîlên bernamzetên AKP'ê yên Amedê bûn cihê nîqaşê
09:23 Jinên dersimî: Em ê di sindoqan de bersiva herî xurt bidin
09:22 Pekoz: Eger muxalefet sindoqan biparêze dê karibe Erdogan bixîne
09:22 Dê cendirme nehêlin li gundên Dersimê sindoq bên danîn
09:10 Alîgirê şaredar ji karkerê ji kar hatin avêtin re: Tu yê herî sûcdar î
09:09 'Ji bo zîndebûna turîzmê divê dawî li Rewşa Awarte bê'
09:09 Ekolojîstan bertek nîşanî jêkirina 7 hezar darên sêvan da
09:04 Karkerên Zanîngaha Egeyê: Bêyî AKP’ê dê xweştir bibe
09:03 Gundan bê mirov dihêlin û ‘herêma tampon’ ava dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2018'AN
17/05/2018
21:48 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat hat birîn
16:53 Roboskiyan ji DMME re gortin ‘Ma eve edaleta we?’
16:29 Li Serhedê vekirina buroyan veguherî pîrozbahiyên bi coş
15:53 'Daxwazên girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de qebûl bikin’
15:31 Demîrtaş ji ber xebatên hilbijartinê tev li danişînê nebû
15:01 Rewşenbir û hunermend di nobeta edaletê dene: Em dê rojên xweş bibînin
14:52 Demîrtaş hebûna mal û milkê xwe eşkere kir
14:31 HDP’ê li Meletiyê buroyên hilbijartinê vekir
14:26 Yuksekdag xwest Demîrtaş bê berdan
13:57 Ahmet Şik bernamzetiya xwe ragihan: Bila rêya me vekirî be, pêşiya me aştî be