AMED - Şaredariya DBP’î ya Payasê di 2015-2016’an de 7 hezar TL pare bexşî Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal kiribû. Qeyûmê Şaredariya Peyasê ji bo ev pere paş de bê dayîn şopandina bicihanînê (îcra) destpêkir.
Wezareta Karê Hundir di 8’ê kanûna 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya DBP’î ya navçeya Peyasa Amedê kir. Bi îdiaya qeyûmê ewil Mustafa Kiliç nelirêtiyê kir ji peywîrê hat girtin û Qeymeqamê navçeyê Ozan Balci tayînî şûna wî hat kirin. Qeyûmê ku bê hed û bê hesab pereyan ji malên cematan re, ji mizgeftan û gelek saziyên dewletê re xerc dike, niha jî çavê xwe berdaye piştevaniya ku di serdema şaredariya DBP’î de dane Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) a li Amedê tekane cemxane ye. Şaredariya Peyasê ya DBP’î di 2015-2016’an de 7 hezar TL bexşî PSAKD’ê kiribû.
ŞOPANDINA ÎCRA HAT DERXISTIN
Qeyûm di nivîsa ku ji Serokê PSAKD’ê Cafer Koluman re şand de îdia kir ku 7 hezar TL ê şaredariyê bexş kiriye wek “nelirê” hatiye kirin û hişyariya ku ev pere paş de neyê dayîn dê şopandina bicihanînê bide destpêkirin. Qeyûm xwest komele demek zûtirîn vî pereyî paş de bizivirîne. Li dijî vê yekê Koluman serî li îcrayê da. Pereyê ji 15’ê tebaxa 2017’an ve ku nehatiye dayîn salê ji sedî 9 faîza derengmayînê lê hat zêdekirin. Piştî Koluman serî li dadgehê da şopandina bicihanînê (îcra) hat sekinandin.
‘BELGEYEK KU NELIRÊYE NÎNE’
Ji ber di meqbûza bexşê de îmzeya Koluman heye der barê wî de şopandina îcrayê aht destpêkirin. Koluman îdiayên qeyûm derewand û got: “Me belgeyek têkildarî ku bexş ‘nelirêye’ nedît. Em dizanin ev doza derbarê me de bêhiqûqî ye.”
‘EV CIVAKA ELEWÎ Û NAVENDÊN ÎBADETÊ NE NASKIRIN E’
Koluman, da zanîn ku ew komeleyeke ku xizmeta çandê dikin û wiha got: “Di bunya komeleyê de cemxane heye û şaredarî jî dibê çarçoveyê de bexşîş dide. Bêguman şaredarî pareyên bêusûl nade me. Ji ber kar û barên em li vê derê dikin, şaredarî bi fermî pareyan dide. Bi îdîayên pareyên bêusûl tên hatiyîn derdikevin pêşberî me. Lê weke ku wan bêusûlê ewdar dagirker kirin nebes be, darbarê me de şopandina icrayê ya bêusûliyê dane destpêkirin. Cemxaneyek girêdayî komeleya me heye. Saziya me xizmeta avahiya cemxaneyê jî dike. Cemxane navendên îbatê yên Elewiyane. Bexşîş û lêçûnên ji bo vê derê tên kirin, divê mîna alîkariyê bê hesibandin.”
QEYÛM LÊÇÛNÊN JI BO ROJA AŞÛREYÊ ASTENG KIRIN’
Koluman, destnîşan kir ku divê şaredarî alîkariyê bide xizmetên olî û wiha pê de çû: “Divê bi awayekê wekhev nêzî van saziyên wisan bibe. Divê rez bide hemû baweriyên cûda. Bila şaş neyê fam kirin, şaredariyan niha bi dehan kon ji bo meha Remezanê vekirine û alîkariyê dide. Divê wekhevî, edalet û maf hebe. Lê ji ber hin lêçûnên saziya me, şopandina îcrayê dane destpêkirin. Berî qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê kirin, hevşaredarên DBP’ê di sala 2016’an de, ji bo roja Aşurê ferman dabûn ku xizmet bê dayîn. Lê qeyûm vê yekê asteng dike.”
Li aliyê din Osman Baydemîr gava Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, ji ber ku Komeleya Çanda Pîr sultan Abdal bê bedel çêkiribû, derbarê wî de bi sûcdariya li dijî pêvanê laîktiyê tevgeriya ye fezleke hatibû amadekirin.
MA / Denîz Tekîn - Lezgîn Akdenîz