‘Dê jin stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê diyar bikin'

  • rojane
  • 09:15 19 Gulan 2018
  • |
img

AMED - Li Amedê siyasetmedarên jin ên HDP'ê bênavber xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin. Siyasetmedarên jin diyar kirin ku li her derî jin eleqeyeke mezin nîşan didin û gotin: "Dê jin stratejiya hilbijartina zordest diyar bikin." 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi pêşengiya jin û ciwanan bênavber xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe. Siyasetmedarên jin ên HDP'î yên li Amedê bênavber xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin. 
 
‘DÊ JIN STRATEJIYA HILBIJARTINÊ DIYAR BIKIN' 
 
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, diyar kir ku AKP bi hilbijartina zordest dixwaze siyaseta xwe ya xitimandî xelas bike, lê belê dê hêzên demokrasiyê destûra vê yekê nedin. Bûlûttekîn anî ziman ku xebatên hilbijartinê coş û heyecaneke mezin li gel peyda kiriye û got: "Niha li hemû navçeyan xebatên me didomin. Nemaze jî jin pêşengiya van xebatan dikin. Li her derê jin eleqeyeke mezin nîşan didin. Dê jin li hemberî rejîêa yek zilamî û dîktatoriyê serî netewînin. Dê jin stratejiya hilbijartina zordest diyar bikin. Dema em xebatên xwe bi rê ve dibin em wekî xala sereke jinan esas digirin." Bûlûttekîn diyar kir ku armanca wan ew e ku ew di çarçoveya jiyaneke demokratîk û wekhev de rejîmê biguherînin. 
 
'DIVÊ ÎTIFAQA JINAN XURT BIBE' 
 
Bûlûttekîn, destnîşan kir ku nêviyê civakê jin in û divê bi reng û fikrên xwe di meclîsê de temsîliyeta wan hebe. Bûlûttekîn bi lêv kir ku divê jin di jiyanê de bi vîna xwe hebe û got: "Eger di civakê de guherîn û veguherînek çêbibe, ew jî bi jinan pêkan e. Loma divê îtifaqeke jinan hebe. Divê ev îtifaq tenê ji jinên kurd pêk neyê. Hemû jinên bloka çepgir, sosyalîst, femînîst û demokratîk dikarin daxilî vê îtifaqê bibin." 
 
'JIN ZÊDE SERÎ LI HDP'Ê DIDIN' 
 
Bûlûttekîn diyar kir ku ji bo xebata hilbijartinê bi awayekî zêde mirov serî li HDP'ê didin û her wiha ji bo bernamzetiyê jî bi awayekî zêde jin serî lê didin. Bûlûttekîn anî ziman ku ji ber çewisandina tehakumiyî ya pergalê ya li ser jinan, jin di bin banê HDP'ê de xwe bi awayekî azad îfade dikin. Bûlûttekîn got: "Di civakê de herî zêde jin ji polîtîkayên AKP'ê nerihet dibin. Çimkî hemû qanûn û sererastkirinên îktîdarê jinan bi paş ve dibin û wan dikin pêgirtiyê mêran. Jin jî vê yekê qebûl nakin. loma em dibêjin HDP." 
 
‘JIN HDP'Ê WEKÎ HÊVIYÊ DIBÎNIN' 
 
Hevseroka HDP'ê ya Farqînê Hulya Bîçen jî, diyar kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ew diçin kîjan gund û taxan, jin tînin ziman ku ew ji polîtîkayên AKP'ê ne razî ne û li hemberî vê yekê hêrsa xwe tînin ziman. Bîçen, destnîşan kir ku li her derî jin eleqeyeke mezin nîşanî wan didin û got: "Em pir kfêxweş dibin. Jin HDP'ê wekî hêviyê dibînin." Bîçen bi lêv kir ku bênavber xebatên wan didomin û got: "Em yeko yeko li deriyan didin û beriya her tiştî jinan îkna dikin. Nemaze jî em bi bîr dixin ku ev hilbijartin îtifaqeke kurda ye. Eger jin îtifaqeke xurt çêbikin, dê di civakê de jî îtifaqeke xurt çêbibe. Çimkî piştevaniya jinê dê civakê bigihîne hev." 
 
'DÊ GEL BERSIVÊ BIDE' 
 
Hevseroka HDP'ê ya Çinarê Hayat Akyol jî, îtifaqa AKP-MHP'ê ya li dijî gelê kurd bi bîr xist û got: "Dê gelê kurd li ser sindoqan bersiva herî baş bide vê îtifaqa faşîst. Di xebatên xwe yên hilbijartinê de em sedema ku ji bo çi di HDP'ê de, di sosyalîzmê de israr diikin vedibêjin. Ji bo aştiyê, demokrasiyê, ji bo jin, zarok û pitik neyên qetilkirin divê herkes di nav xebatan de cih bigire." 
 
MA / Esra Solin Dal 

Sernavên din

20/05/2018
15:21 Serokê DAD: Feraseta 'Rêya Heq' di HDP’ê de heye
14:40 Cihê pisûleyên dengan ên partiyan diyar bûn
14:27 Şanoger Bariş Atay namzetê HDP’ê ye
14:17 Temellî: Divê namzetên din ji bo berdana Demîrtaş israr bikin
14:03 Ebadî û Sedr li Bexdayê li hev civiyan
13:48 Ji bo karsaz Kavala bê berdan bang kirin
13:21 ÎSÎG'ê li Enqere Meclîs ava kir
13:02 Erdogan çû Bosna Hersekê
12:37 5 xwendekar li Enqerê hatin binçavkirin
12:31 Xebatên lîsteya namzetên parlamenteriyê ber bi dawî ve diçin
12:04 Hevpeyvîna Demîrtaş bi taloke dîtin û ne danê
10:46 'Darbeya Siyasî', piştî 2 salan pûç bû
10:07 Malbatên Pirsûsê: Em ê xwedî li HDP’a zarokên me jê hez dikirin, derkevin
09:58 AKP 16 salin hêj li Stenbolê îxanetê dikin
09:22 Karkerê Însaetê li Samsûnê di cînayeta kar de mir
09:20 Jinên NÇM'yî gotin 'Werin' 24'ê Hezîranê
09:19 Amedî: Kes ji me deng nade Erdogan
09:15 Gundê ku meheke ava wî tune ye bertek nîşanî qeyûm da
09:12 Suryanî, êzidî û misilmanên Mêrdînê: Em ji tekparêziyê re bêjin bes e
09:10 Ji ber ku dîmenên helîkopterê parve kirin 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:08 ‘Bila kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê'
09:07 Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Eger Ferhat sax bûna dê niha porê wî spî bûna
09:05 'Êdî gundê me bi îşkencekirinê tê bibîranîn'
09:03 Şêniyên Kadîfekale: Her tişt bi dengekî û HDP'ê diguhere
09:01 Bi sendelyê bi teker ji bo HDP’ê dixebite
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2018'AN
19/05/2018
18:50 HDP dê 'Deklerasyona çareserkirina pirsgirêka kurd' aşkere bike
16:10 Girtiya nexweş Bulut a xwîn verişiya rakirin nexweşxanê
16:01 Polîs li Enqereyê mudaxaleyî dowîza vala kir
15:25 Îbrahim Kaypakkaya bi sempozyumekê hat bibîr anîn
15:10 Xwestin girtiyê nexweş Çîçekler bê berdan
15:09 Ji bo windayan qûrnefîl avêtin behrê
14:50 Dayika Şemiyê aqûbeta pismaman winda pirsîn
14:27 Endamên KESK’ê: Dê dengek me jî ji AKP’ê re neçe
14:08 Li Meletiyê HDP bênavber xebatên hilbijartinê didomîne
13:51 Aqûbeta Înan ê li Sêrtê hat windakirin pirsîn
11:56 Qeyûmê mala sersaxiyê ya Êzîdiyan xera kir
11:51 Gardiyanan girtiyê nexweş darp kirin û avetin hucreya yek kesî
10:39 Qeyûm derbarê cemxaneyê de doz vekir
10:15 Li parka dibistanê lîstina zarokan bi 10 TL ye
09:53 Encamên hilbijartina Herêma Federal a Kurdistanê aşkere bûn
09:50 Hevjîn, bav û 2 zarokên xwe kuştin
09:49 Jinan ji bo Ocalan stand vekirin
09:17 Ji ber navê kafeyê ‘Haymatlos’ bû, zabiteyan ruxset neda
09:17 Tercîha mexdûrên KHK'ê HDP ye
09:16 HDP'ê milyoneke belavokên bi kurdî çap kirin
09:16 Erdogan li Îngîltereyê 3 rojan ji bo pereyê xwe yê li Katarê bazarî kir
09:15 ‘Dê jin stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê diyar bikin'
09:12 Esnaf perîşan bûne: Di bêrîkan de 5 lîre jî tune ye
09:12 Ji ber xwestin çek rawestin dozger 5 sal ceza ji wan xwest
09:11 'Ji bo çûyîna Erdogan me ji niha de Caps amade kiriye'
09:10 Çalakiyên ku hevşaredar tev lê bûn sûc hatin hesibandin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2018'AN
18/05/2018
22:02 Li Kubayê balafira rêwiyan ket
21:29 Girtiyên ku pêkanînên îdareya girtîgehê şermezar kirin hevdîtin pêk neanîn
21:20 Qeyûm fitariya ku şêniyên Êlihê tev lê nebûn betal kir
21:02 Ferhat Encu: Divê berpirsiyar rexnedayîna xwe bidin
20:31 Girtiya siyasî di nava girtiyên edlî de te girtin
19:50 Komeke nîjadperest hewl da êrîşî standa HDP'ê bike
19:38 Serlêdana malbata Ocalan dîsa hat redkirin
16:00 HDP xebatên hilbijarinê yên li bajaran berdewam dike
15:52 Serokê Baroya Sakaryayê: Kujerên Elçî dernekevin edalet nayê tesîskirin
15:47 Rojnameger Yilmaz 4 mehin di hucreyê de ye
14:34 ATO betalkirina peymana Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê şermezar kir
14:19 HDP’ê bertek nîşanî DMME da: Ev biryar cihê şermê ye
13:52 Di zîrveya Qudsê de ji 57 welatan tenê 15 welat amade bûn
13:15 Baroya Amedê: Bila Demîrtaş demek zûtirîn bê berdan
13:01 Ji ber halê baş cezayê zilamê Bîrgul Çoban kuşt daxistin
12:21 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 76’an serlêdan kirin
11:30 Karkerê înşaetê yê di projeya AVM de dixebiti ji qatê 9'an ket û mir
11:19 Li Elkê 5 herêm li sivîlan hatin qedexekirin
10:39 Karkerê ceyranê yê bi ceyranê ve zeliqî mir
10:33 Kordînatora SAMER’ê: AKP tişteke ji bo kurdan waad bike nema ye
10:21 Wekîla CHP’ê Boke: Sozên AKP'ê yên îstîkrara aboriyê têk çûne
10:06 Girtiyê nexweş ê lêgerîna tazî red kir rastî lêdanê hat
09:48 Mêrdînî: Em ê di sindoqan de ‘TAMAM’ek xweşik nîşanî Erdogan bidin
09:47 Karkerê 62 salî ji înşaetê ket û mir
09:28 'Jin dê diwana edaletê ya li ser pergala heqîqeta jinê ava bikin'
09:27 Rihayî dibêjin HDP
09:26 Li Şapatanê polîsan dîsa avêt ser malan û dîsa gundî îşkence kirin!
09:24 Profîlên bernamzetên AKP'ê yên Amedê bûn cihê nîqaşê
09:23 Jinên dersimî: Em ê di sindoqan de bersiva herî xurt bidin
09:22 Pekoz: Eger muxalefet sindoqan biparêze dê karibe Erdogan bixîne
09:22 Dê cendirme nehêlin li gundên Dersimê sindoq bên danîn
09:10 Alîgirê şaredar ji karkerê ji kar hatin avêtin re: Tu yê herî sûcdar î
09:09 'Ji bo zîndebûna turîzmê divê dawî li Rewşa Awarte bê'
09:09 Ekolojîstan bertek nîşanî jêkirina 7 hezar darên sêvan da
09:04 Karkerên Zanîngaha Egeyê: Bêyî AKP’ê dê xweştir bibe
09:03 Gundan bê mirov dihêlin û ‘herêma tampon’ ava dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2018'AN
17/05/2018
21:48 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Azadiya Welat hat birîn
16:53 Roboskiyan ji DMME re gortin ‘Ma eve edaleta we?’
16:29 Li Serhedê vekirina buroyan veguherî pîrozbahiyên bi coş
15:53 'Daxwazên girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de qebûl bikin’
15:31 Demîrtaş ji ber xebatên hilbijartinê tev li danişînê nebû
15:01 Rewşenbir û hunermend di nobeta edaletê dene: Em dê rojên xweş bibînin
14:52 Demîrtaş hebûna mal û milkê xwe eşkere kir
14:31 HDP’ê li Meletiyê buroyên hilbijartinê vekir
14:26 Yuksekdag xwest Demîrtaş bê berdan
13:57 Ahmet Şik bernamzetiya xwe ragihan: Bila rêya me vekirî be, pêşiya me aştî be