AMED – Aktivîsta TJA Nuran Îmîr, bal kişand ser deklerasyona jinan a ji 12 xalan pêk dihat û wiha got: "Ev deklerasyon dê rê li pêş avakirina pergala heqîqeta jinê veke. Îmîr, anî ziman ku ew dê li ser esasê Neteweya Demokratîk çareseriyê ava bikin û dîwana edaletê ya li ser esasê rejîma heqîqeta jinê pêk tê ava bikin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), du roj berê têkildarî hilbijartina 24'ê Hezîranê, bi civîna çapemeniyê deklerasyona ji 12 xalan pêk dihat dihat aşkere kirin. Der barê naveroka deklerasyonê de aktîvîsta TJA û Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Nuran Îmîr nirxandin kir. Îmîr, anî ziman ku ew dê neteweya demokratîk di nava civakê de ava bikin û pêş bixin û wiha got: "Em dê li dijî pergal û rejîma yek zilam, dê qedera xwe diyar bikin û ji bo vî mafê xwe bi dest bixin, em dê pergala azad ava bikin."
'DÊ PERGALA AZAD A LI SER HEQÎQTA JINÊ PÊK TÊ AVA BIKIN'
Îmîr, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê di 16 salan de bi polîtikayên xwe pergala yek ziman, yek dewlet, yek çand ava kir û civak kir dijminê hev. Îmîr, anî ziman ku îktidarda AKP'ê mafê tarza jiyana azad û demokratîk a jinan ji holê rakiriye û wiha got: "Li şûna tarza jiyana azad û demokratîk fişmendiya baviksalarî, yekperest, zayendîparêz bi cih kiriye. Mafê bawerî û çanda azad ji destê wan girtiye. Siyaseta yek ziman yek dewlet, yek ol, yek millet li ser gel ferz kiriye. Ji ber polîtîkayên şaş ên li welat tên pêşxistin, qeyrana aborî û siyasî pêş ket. Ji bilî mirinê tu vaadê wan tune. Em jin li dijî pergala yek rejîmê dê pergala jiyana azad a li ser esasê heqîqeta jinê tê avakirin pêş bixin."
'LI SER ESASÊ REJÎMA HEQÎQETA JINÊ DÎWANA EDALETÊ'
Îmîr, da zanîn ku ji avakirina Komarê heta niha gelê kurd rastî hemû zext û zordariyan hatiye û wiha got: “Em li dijî bindestî, çewisandin, înkar, îmha û tunekirinê dê dîwana edaletê ya li ser esasê rejîma heqîqeta jinê pêk tê ava bikin. Di vê dîwana edaletê de yên mafê wan hatiye xwarin û binpêkirin dê karibin li mafê xwe bigerin. Bi taybetî jinên ku mafê wan hatiye xezpkirin, desteserkirin û ji destê wan hatiye girtin dê karibin li vir li mafê xwe bigerin û heqê xwe biparêzin. Em armanc dikin ku Dîwana Edaletê ya girêdayî feraseta rejîma heqîqeta jinê pêş dikeve li meclîsê bi rêxistin bikin. Ev dîwana edaletê dê li meclîsê ji gelek nûner û rêveberên rêxitinên jinan ên çar aliyên welat pêk tê. Di vê dîwanê de dê wekîlên jin, akademîsyenên jin, nûnerên rêxistin, komele û saziyan ên jin têde cihê xwe bigirin. Civaknas û hiqûqnasên jin dê cihê xwe bigirin. Dê sûcê heyî tespît bike û li edaletê bigere. Dê xwedî erka ku karibe edaletê biparêze be. Ev pergala edaletê dê bi feraseta edaletê ya li dijî serdestiya mêr, girêdayî rejîma heqîqeta jinê pêş bikeve."
‘PIRSGIRÊK DÊ LI SER BINGEHA NETEWEYA DEKOKRATÎK ÇARESER BIBIN'
Îmîr, destnîşan kir ku armanc dikin Meclîsa Jinan a Tirkiye ava bikin û li dijî îstîsmarên li ser zarok û jinan têbikoşin û wiha berdewam kir: "Em armanc dikin ku ji bo çareseriya van sûcan pergala perwerdehiyê pêş bixin. Jinên di bin baneya Meclîsa Jinan de cihê xwe bigirin dê pirsgirêkê di nava civakê de bi rêbaza neteweya demokratîk bi rêbaza paradigmaya nû çareser bikin. Perwerdehiya zimanê zikmakî yek ji mafê bingehîn e. Li dijî nijadperestî, zayendperestî û kevneperestiyê dê pergala ekolojîk û demokratîk ava bikin. Dê jin pêşeroja xwe radestî destê zilam nekin. Jin di her qada jiyanê de hene û dê li her qadên jiyanê bibin xwedî vîn. Nê di her qadê jiyanê de xwedî nûnertiya wekhev, erk û vina wekhev bin. Em dê di nûnertiya wekhev de israr bikin. Em wekî jinên TJA'yê li ser armanca azadiya jinê li gel tevgerên jinan, HDP û hêzên demokratîk bi hevre vê pergalê têxin meriyetê. "