‘Ger li Îmraliyê maseya çareseriyê bê avakirin dibe ku efûya giştî bê rojevê'

  • rojane
  • 10:25 14 Gulan 2018
  • |
img
ENQERE -  Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî du roj berê xwest girtiyên mahkûmê qederê (girtiyên edlî) bên efûkirin. Têkildarî daxuyaniya Bahçelî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ger li Îmraliyê maseya aştî û çareseiyê bê avakirin wê demê dibe ku efûya giştî bê rojeva Tirkiyeyê. Turkdogan xwest berî her tiştî xala 25'an a Qanûna Înfaza Ceza bê rakirin û girtiyên siyasî bên berdan. 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Prz. Ozturk Turkdogan, der barê daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya xwest kesên wekî Alaattin Çakıcı, Kurşat Yilmaz û kesên din ên sûcê rûreşiyê kirine bên efûkirin û berdan, nirxandin kir. Turkdogan, diyar kir ku li Tirkiye beriya  ku efû bê niqaş kirin gelek rojevên din divê bên niqaş kirin û wiha got: "Ev helwesta Bahçelî helwestek siyasî ye. Divê berî her tiştî kanûnên ceza ji hev bên cudakirin. Di serî de li Tirkiye di Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) Qanûna Dadgehên Ceza (CMK) û Qanûna Înfaza Ceza (CİK) pirsgirêkên gelek mezin hene. Di navbera qanûnên ceza de cudakariyên gelek mezin hene. Ji ber vê yekê divê ev zagon  ji nûve bên rastkirin. Divê berî her tiştî mevzuata ceza ya Tirkiye li gorî pîvan û hiqûqa gerdûnî û startên gerdûnî bê amadekirin û rastkirin. Divê berî her tiştî pênaseya 'Terorê' bê guhertin. Tivê tevahiya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) bi tevahî bê rakirin. Ji ber ku têgeha terorê pir berfireh e. Ji ber van tevliheviya zagonan li Tirkiye siyasetmedar, aktivis, parazvanên mafên mirovan, nivîskar û rojnameger ên ku serî li tundiyê nadin, tenê ji ber raman û îfadeyê rastî cezayên giran tên. Ev bi xwe garabet e. 
Divê berî her tiştî ev yek bê rastkirin. Pêwiste bi tevahî Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re (TMK) bê rakirin."
 
LI ŞÛNA  TMK rake TCK JÎ BI SER DE PÎNE KIR 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku di sala 2005'an de Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) xistin meriyetê û ev qanûn li ser Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) zêde kir û wiha got: "Zagona heyî li şûna rake duqat zexm kir. Li ser TMK'ê TCK zede kir. Ji xwe xalên TMK'ê diyar dike ku ji kijan sûcdariyê tê darizandin û tawanbarkirin. Bi ser ve yekê de TCK jî zêde kirin û ceza li ser ceza zêde dikin. Bi vî awayî pergala du cerx ava kirin. Dîsa Qanûna Înfaza Ceza jî xwedî cudakarî ye. Ev zagon jî du standartiyê pêş dixe. Ev zagona înfazê bi taybetî bi piranî li ser girtiyên siyasî yên di çarçoveya TEM'ê de tên darizandin dixe nava xwe. Piştî OHAL'ê bi KHK'yan di qanûna înfazê de guhertin çê kirin. Girtiyên edlî yên tên darizandin berdana wan a bi şert ji 2/3'an daxistin 1/2'an. 
Lê ji bo girtiyên siyasî guhertin nehat kirin. Berdana wan a bi şert dîsa 3/4 ye. Cudariyek mezin hat kirin. 
 
'XALA 25'AN A QANÛNA ÎNFAZA CEZA LI DIJÎ DMME'YÊ YE
 
Turkdogan ani ziman ku xala 25'an a Qanûna Înfaza Ceza ku bi piranî girtiyen rasti cezayê giran ê mebbetê hatine û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî dixe nava xwe li dijî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ye û wiha got: "Tenê ji bo kesekî qanûn ava kirin. Divê teqez xala 25'an a CÎK'ê bê rakirin. Ev xal li dijî DMME'ê ye. Ev girti jiber xala 25'an nayên berdan. Raste rast wan terkî mirinê dikin. Ev tiştekî pir bi tirs e. Em dikarin ji vê yekê re bêjin cezayê mirina hatiye dirêjkirin. Divê berî her tiştî ev yek bê rakirin. DMME'ê di sala 2014'an de der barê Abdullah Ocalan de biryar da. Xwest Tirkiye kesên rastî cezayê giran hatiye jî bi şert serbest berdin."  
 
'EM NIKARIN LI SER EFÛYA KU HIN KESAN BERDIN Û GIRTIYÊN SIYASÎ BERNEDIN BI AXIVIN' 
 
Turkdogan,  li ser niqaşa efûyê jî rawestiya û wiha got: "Ger ku pirsgirêka kurd dîsa têkeve pêvajoya çareseriyê û maseya çareseriyê bê niqaşkirin, ger ku dîsa bi Abdullah Ocalan re pêvajoya diyalog û muzakereyê dest pê bike û ger li Îmraliyê maseya çareseriyê bê avakirin û Meclisa Tirkiye peymana aştiye qebûl bike û li Tirkiye serdemek nû bê destpêkirin, wê demê mirov kare qala efûya giştî bike. Ji bo rûpelek nû li Tikiye vebe mirov dikare li ser hemû mijaran niqaş bike. Ji bilî vê yekê em wekî parazvanên mafên mirovan li dijî kesên ku sûcê mirovahiyê kirine dê helwesta xwe berdewam bikin. Ji bo berpirsiyarên komkujiya Roboskê bên darizandin û cezakirin em dê israra xwe berdewam bikin. Ji bo kesên berpirsiyarê komkujiya jêrzemînên Cizîrê bên darizandin û cezakirin em dê israra xwe berdewam bikin. Le ger ku bi OHAL û KHK'ê girtiyên edlî bên berdan û yên siyasî neyên berdan em nikarin liser efûya giştî niqaş bikin. 
 
'GER EFÛ BÊ XWESTIN DIVÊ BÊ CUDAKARÎ EFÛ BÊ XWESTIN'
 
Turkdogan herî dawî destnîşan kir ku berî her tiştî pêdiviya Tirkiye bi berdana girtiyên siyasî, hevşaredar, parlamenter û hevserokan  heye û wiha bi dawî kir: "Em ji serokê MHP'ê Devlet Bahçelî re dibêjin "Başe Devlet Bahçelî  hûn ji girtiyên qederê yên edlî re efûyê dixwazin, hûn çima ji rojnameger, girtiyên siyaî, parlementer, şaredar û parazvanên mafên mirovan û sendikavanan re efû naxwazin. Siyaset wisa nabe. Devlet Bahçeli, ji kesên tev li sûcên rûreşî û sûcê mirovahiyê bûne re dibêjin mahkûmê qederê. Lê ji deh hezaran kesên ji ber fikrên xwe tiştekî nabêje. Ger ku efûyê dixwazin divê cudakarî neyê kirin' 

Sernavên din

14/05/2018
15:52 Serlêdana malbatan cara 75’an jî hat redkirin
15:47 Parêzerên Demîrtaş dê sibe ji bo berdana wî serlêdan bikin
15:39 Xebatkarê Kovara Moderniteya Demokratîk hat binçavkirin
15:36 Cihê namzetên serokomariyê yên di pusulaya dengan de diyar bû
15:28 Li Hezexê pevçûn: 2 leşker birîndar bûn
15:27 Prof. Dr. Oran: Ruhê 7’ê Hezîranê di danezanê de heye
15:26 HDP dê rejîma yek zilam ji holê rake
15:09 Komîsyona Astengdaran a HDP’ê astengdaran vexwend têkoşînê
15:08 HDP’ê li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em zarokên xwe ji bîra nekin
14:56 HDP'ê soza 'Jiyanek nû' da 80 milyon gelê Tirkiye
14:39 Malbatan ji bo Yerkel gotin: Tu dikarî bi lêgerîna edaletê ya ji bo soma destpê bikî'
13:50 Buldan: Temenê wan bi qasî mohrekê maye
Temellî: Dengek ji HDP’ê re û dengek ji Demîrtaş re
13:41 Dayik di taştê de hatin cem hev
13:24 72'emîn danişîna doza Dink dest pê kir
12:35 Manîfestoya Demîrtaş aşkere kirin: Ez têm ku em dawî li pergala yek mirovî bînin
12:34 Leşkeran bi ser adresên şaş de girtin
11:46 Dadgeha Babê her DAIŞ'iyek bi 5 hezar dolarî firot MÎT'ê
11:28 HDP danezana xwe ya hilbijartinê aşkere kir: Tu dikarî
11:11 2 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
10:48 Maşina kar gaziyê Kibrisê eciqand û kuşt
10:25 ‘Ger li Îmraliyê maseya çareseriyê bê avakirin dibe ku efûya giştî bê rojevê'
09:42 Encamên hilbijartina Iraqê yên 10 bajaran eşkere bûn
09:22 Cihê Sînemaya Yilmaz Guney kirin park
09:22 Dersim li dijî tifaqên rast xwe ji reqorê re amade dike
09:21 Dayikên Aştiyê: Zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin
09:20 Qeyûm di xizmeta polîs û leşkeran de ye
09:19 Alpay: Divê hemû kes berpirsiyariyê hilde
Tunç: Tekane nûnerê demokrasî û azadiyê HDP ye
09:18 Demîr: Em ê li Stenbol 1.5 milyon deng bistînin
09:16 Kedkarên ji kar hatin avêtin: Çareserî HDP ye
09:13 Zeraq: Dante ji bo îtalyanî çi be Hawar jî ji bo kurmanciya me ew e
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2018'AN
13/05/2018
17:52 Bi hezaran kesan li Somayê 301 karker bibîr anîn: Desthilatdar berpirse
17:49 Li Êlihê zêdeyî 50 bernamzetan serî li HDP’ê dan
17:31 Di serdema AKP'ê de Hezar û 652 karker di kanên madenê de mirin
16:52 Li gelek navendên Amedê jinan Roja Dayîkan pîroz kirin
15:02 HDP’ê li Sêrtê buroya hilbijartinê vekir
15:02 Lehî li Kobanê rabû: 30 mal hilweşiyan
14:59 Başaran a HDP'î: Ji bo parastina dengan xebatên me berdewam dikin
14:41 Soykan: Ger ku manşetê ne ecibînin dibêjin ‘Camêr bêzar bû'
14:15 TMMOB’ê kesên li Somayê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn
13:54 ‘Em li dora HDP’ê bibin yek’
13:38 Irgat: Em ê pergala jinan kêm dibîne di sindoqan de veşêrin
13:36 Turkdogan di Kongreya ÎHD'ê de axivî: Divê tecrîda li ser Ocalan rakin
13:06 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
12:55 Jinên HDP’î laçik diyarî Dayîkên Aştiyê kirin
12:07 Li Agiriyê mirina jinekê ya bi gûman
11:52 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdîn: Bi betalkirina rûhsatan gefan li esnafan dixwin
11:50 Dayîkên Şemiyê: Roja Dayîkan ji bo me dojeh e
11:41 Dayika ku 24 salin li kurê xwe digere: Bi heviya rojekê bê deriyê min tim vekiriye
10:53 Demîrtaş ji bo Roja Dayîkan peyam da
10:52 Peyama Demirtaş a Somayê: Em dê heta dawî lêgerina edaletê bişopînin
10:34 Berdevka TOP'ê Koca: Em dê piştgiriyê bidin HDP û Demîrtaş
10:34 Ekolojîst: Em ê piştgiriyê bidin HDP'ê
09:51 Doza Nedîm Turfent: Wêneyê azadiya çapemeniyê radixe ber çavan
09:48 Îlham Ehmed: Şerê tê kirin ne netê şerê desthilatdar û civakan e
Divê civakên herêmê xwe bi rêxistin bikin û neyên van lîstikan
09:24 Dayika leşkerê dîlgirtî: Bila pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike
09:22 ‘Her dengeke ji bo HDP’ê dê tecrîdê bişkîne’
09:21 Dozger 15 sal ceza ji Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan re xwest
09:20 Li Hatayê bi girtina deriyên sînor debar serobino bû
09:15 Egîtîm-Sen: Em ê pêşeroja xwe radestî AKP’ê nekin
09:13 Sektora înşeatê jî rawestiya
09:11 Li gundê Gêmanê xezeba kuliyan: Gundî nikarin çandiniyê bikin
09:09 Gulsum Kav: Jin dibêjin TEMAM
09:07 Daristanên leşkeran şawitandin ji nûve aj didin
09:05 ‘Sedema Hawarê Herîrî, Xanî, Bazîdî, Cizîrî, Teyran, Bateyî ye’
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2018'AN
12/05/2018
22:52 Hogirê 11 salî yê di teqînê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî defin kirin
21:33 Dengdayîna hilbijartina li Iraqê bi dawî bû
21:26 HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê
Li du navendan buroyên hilbijartinê vekir
21:09 Rojeva dayikan Ocalan e
21:03 Destûr nedan girtiyê nexweş bê dermankirin
19:35 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
18:07 Li Ordu di cînayeta kar de Sinan Ozturk mir
17:46 Adar Jiyan: Teqez bi zarokên xwe re bi kurdî bi axivin
16:41 ÎHD’ê di Rûniştina F de bal kişand ser rewşa Rojbîn Perîşan
16:14 Zarokek li Nisêbînê di teqinê de jiyana xwe ji dest da
16:05 Beklevîç li ber Mînareya Çar Ling dawî li meşa xwe anî
16:04 HDP'ê li Wanê yekem buroya hilbijartinê vekir
15:59 Ji ber wêneyê Tahîr Elçî rastî 15 meh ceza hat
15:52 Şerê li Efrînê her ku diçe zêde dibe
15:27 ‘Destûra bingehîn neçar e Geliyê Munzûrê biparêz e’
15:26 ÎHD: Daxwazên girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de qebûl bikin
14:59 '23 sal in li bendê me ku bê roja dayika pîroz bike’
14:58 Temellî: Dem dema guhertinê ye
14:48 Gava ji taziya xizmê xwe yê faîl ne diyar vedigeriya, hat kuştin
13:59 Ahmet Turk du malbat li hev anîn: Dem dema biratiyê ye
13:46 Li Reqqa teqîn pêk hat: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:26 Li Kocaeliyê karkerekê milê wî jê bû mir
13:06 Walî, fermandar û midure polîsan ji AKP'ê re deng xwestin:
Em qasid in xwediyê kar Serokomar Erdogan e
12:19 Li Şengalê dengdayin tê astengkirin
12:18 Prof. Dr. Unal: Ji bo HDP’ê rewşek erênî ya cîdî heye
12:03 Hilbijartina Iraqê bi dengdayînan didome
11:57 Li Bûrsa û Erdexanê qeza: 4 kes mirin û 30 kes birîndar bûn
11:44 Dayikên Aştiyê: Aştî pêk bê, dê Roja Dayikan xweş bibe
11:37 Lêpirsîna pîl û derzî li girtiyan vekirin
11:36 Akademîsyen Guney: HDP dê bibe remza rûmetê
11:17 Li Efrînê studyoya wêneyan kirin Qesepxaneya Guta
10:53 HDP dê buroyên hilbijartinê yên jinan veke
10:36 Dem dema çîlekên Sasonê ye
10:17 Xwendekarên zanîngehê: Hevî HDP ye