STENBOL - Hevseroka HDP'e ya Stenbolê Esengul Demîr, diyar kir ku xebatên wan ên Hilbijardina Zordest a 24'ê Hezîranê li hemû tax û navçeyan berdewam dike û ew dê di vê hilbijartinê de 1.5 milyon deng bistinin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Stenbolê Esengul Demîr, xebatên partiya xwe yên hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê ku li Stenbolê dimeşîne nirxan. Demîr, diyar kir ku ew di şertên OHAL'êde dikevin hilbijartinê û li gorî vê yekê xwe bi rêxistin kirine û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Demîr, diyar kir ku wan li hemû tax, navçe û bajarê Stenbolê xwe bi rêxistin kirine û jibexatên hilbijartinê re amade ne. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir, diyar kir ku beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê zextên li ser hilbijêrên di 7'ê Hezîranê de deng dane HDP'ê zêde bûye û wiha got: "Zextên li ser endam, rêveber û hilbijêrên me zêde ne. Lê em dê di vê hilbijartinê de bi encamek xurt bersiv bidin. HDP’ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li Tirkiye gavek mezin avêt. Lê di vê hilbijartinê de ji ber binpêkirina mafan û mexdûriyet zêde bûye ew dê gava xwe hîn pêş de bavêjin. Em dê hemû nasnameyên cuda, baweriyên cuda û cînên cuda di bin baneyê partiya xwe de bibin meclîsê. Li gorî vê erk 3u berpirsiyarê em xebatê dimeşînin. Erk û peywira me ji her demê girantir e. Di heman demê de erka partiya meya pêşxistina wekhevî, demokrasî û aramiya Tirkiyeyê heye.'
Demîr da zanîn ku li dijî HDP'ê operasyonên mezin pêk hat û wiha axivî: "Bajar hatin xerakirin. Endam û rêveberên me hatin binçavkrin û hatin girtin. HDP dê di hilbijartinai 24'ê Hezîranê de diyar bike ku hemû geşedanên borî ji bîr nekirine û dê hesabê wan li ser sindoqan bipirse. Her kes bawer dike ku dê bi HDP'ê guhertin û veguhertin pêş bikeve. Hilbijartina 24'ê Hezîranê durê ye. An dê Tirkiye ber bi demokrasî û aramiyê ve biçe, an jê dê bêtir ber bi kaos û qeyranê ve biçe. Gelê Tirkiye de li gorî vê yekê hilbijartina xwe bike."
HER ENDAMEKÎ HDP'Ê DEMÎRTAŞEK E
Demîr, da zanin ku Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş 2 salin girtî ye û tevî vê yekê jî dîsa partiya wan bi hêz û têkoşinek mezin xebatên xweyên demokrasî û çareseriyê dimeşîne û wiha berdewam kir: "Em di nava bê edaletiyekê de diçin hilbijartinê. Namzetê partiya me dîl hatiye girtin. Muxalefetê di nava xwe de tifaq ava kir. Îktîdarê di nava xwe de tifaq ava ki. HDP jî li dervê xwe hişt. Lê ev yek qet bandorek neyînî li ser me nake. Ev yek nikare me ji xebatê sar bike. Nikare moralê me xera bike. Dijberî vê yekê dibe sedem ku em bêtir bixebitin. Bê edaletî bêtir motivasyona me zêde dike. Selahattin Demirtaş 2 salin girtî ye. Lê dîsa xebatên me berdewam dike. Her endamekî me Selahattin Demirtaşek e. Em dixwazin hem Demîraş û hem hemû girtiyên siyasî serbest bê berdan. Dibe ku Selahattin Demirtaş li derve nikaribe propaganda bike. Lê bi milyonan kesên li derve li şûna Demîrtaş propaganda bike hene. Her HDP'iyek Selahattin Demirtaşek e.
'YEK ALTERNATÎF HEYE EW JÎ HDP YE'
Demîr, anî ziman ku ji niha de gelek partiyên siyasî, komele, ode, rêxistinên civakî piştgiriyê didin HDP'ê û tev li xebatên hilbijartinê dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe. "Li Stenbolê hemû pêkhateyên ku ji îktîdarê êş kişandine dibin yek û li qadan in. Hevparên HDP-HDK'ê bi hevre li qadan in. Hemû pekhate yekser di komisyonyan û koordinasyonên hilbijartinê de cih digirin û bi awayekî çalak xebatên hilbijartinê dimeşînin. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li milekî tifaqa faşist a AKP-MHP'ê û tifaqa CHP'ê û partiyên din heye. Li milê din jî hemû beşên civakê yên hêzên çep, çepgir, sosyalist, demokrat heye. HDP vê eniya çepgir û sosyalîst hemû dixe bin baskê xwe. Li Tirkiye hemû kesên şoreşger ên demokrat, sosyalist û guhertinê armanc dikin dê helwestek hevpar nîşan bidin. Hemû kesên di bin baneyê HDP'ê de cih bigirin em tev li xebatên hilbijartinê dikin."
Demîr, herî dawî destnîşan kir ku ew dê her kolan, navçe û qadan bikin qada hilbijartin û qada mîtingan û li her derê xebatên hilbijartinê belavbikin û wiha bi dawî kir: "Li gel buroyên hilbijartinê em dê konên hilbijartinê ji vekin. Em dê hemû kolan û qadan bikin navendên hilbijartinê. Hem dê bi maşîneyên banga hilbijartinê, belavok û civînan xebatên hilbijartinê bimeşînin. Hemû hevpar, pêkhate, endam, namzet, bernamzet û dildarên xwe em de tev li xebatê bikin.b
EM DÊ LI STENBOLÊ '1.5 MILYON DENG BISTÎNINI
Hilbijêrên Stenbolê di rêjeya hilbijartinê de diyarker e. Me di hilbijartina 7'ê Heziranê de 1 milyon, di hilbijartina 1'ê Mijdarê de 900 hezar deng stend. Lê em dê di vê hilbijartinê de dengê xwe duqat zêde bikin. Em dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de 1.5 milyon deng bistînin.
MA / Bîlal Seçkîn