Zeraq: Dante ji bo îtalyanî çi be Hawar jî ji bo kurmanciya me ew e

img

AMED – Nivîskar Dilawer Zeraq ku ji bo Hawarê got “Ji bo wêje, ziman û çanda kurdî manîfestoyek e”, hewldana nivîskarê mezin ê îtalyanî Dante û Hawarê şiband hevdu û got: “Kurmanciya me ji Eliyê Herîrî bigire heta bi Hawarê, ew manîfesto ye ku helwesteke Danteyî ye. Hîn jî em hewceyî Hawarê ne, hê jî neqediyaye. Ji ber ku ji bo îtalyanî jî hê Dante neqediyaye.” 

Kovara Hawarê ku li paytexta Sûriyeyê Şamê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’yan de dest bi weşanê kir, heta 15’ê Tebaxa 1943’yan bi giştî 57 hejmar weşiyan. Di Kovara Hawarê de ku wekî “Wargeha gel û zimanekî” tê wesifandin, cara ewil di warê zanistî û lînguîstîkî de qaîdeyên rêzimana kurdî, alfabeya kurdî, rastnivîsa kurdî (kurmancî) a latînî hatine danîn û di warê ziman, çand û wêjeya kurdî de wekî manîfestoyekê tê qebûlkirin. Her wiha dîroka weşana wê 15’ê Gulanê jî wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 
 
Bi vê munasebetê me bi nivîskar, lêkolîner û wergêr Dilawer Zeraq re sohbet kir ku di vî warî de tez û xebata wî ya bi navê “Bêjara Netewparêz Di Hawarê De” hat weşandin. Zeraq, der barê helwest û hewldana Hawarê, ziman, dirûşmeya wê û berhemên şexsiyetên ku di bin banê Hawarê de hatin gel hev pirsên me bersivandin.
 
Wek destpêk dema em pênaseya Hawarê bikin, bi kurt û kurmancî di çav te de em dikarin ji bo Hawarê bêjin çi? Hawar dîmeneke çawa ye?
 
Hawar ji bo me tenê ne ji bo wêjeya kurdî, ji bo ziman, wêje û kurdîbûnê jî, wek manîfestoyekê ye. Sedema wê ew e ku, di Hawarê de di warê zanistî û lînguîstîkî de qaîdeyên gramera kurdî, alfabeya kurdî, rastnivîsa kurdî (kurmancî) a latînî hatine danîn. Em nikarin bêjin hemû qaîdeyên wê, lê belê bi rêjeya ji sedî 85 -90 hatiye danîn ku em îro jî pê dinivîsîn. Pê re jî Hawarê zimanê rojane ê adetî, ê keleporî gihandiye asta zimanê zanistî ku di lîngûîstîkê de tê bikaranîn. Ev hevgihandina hanê bûye sedem ku zimanê rojane ê kurdî ji ruhê xwe, ji mantiqa xwe a esasî qut nebe û bikaribe di asta zanistê de bê bikaranîn. Loma jî Hawar manîfestoya ziman û wêje û çanda kurdî ye. 
 
Dema mirov li weşanên beriya Hawarê yên di dema Împaratoriya Osmanî de dinihêre dibîne ku tim hewl dane ku hebûna kurdan îspat bikin. Lê dema meriv li Hawarê dinihêre tevî ku piştî gelek şikestinan der çûye jî, di vî warî de şêweyeke wê ya jixebawer heye. Li gel ewqas bêderfetiyan ya ku Hawarê ber bi vê serkêşiyê ve dibe çî ye? 
 
 Di Hawarê de hewla xweîspatkirinê tune ye. Hawar dibêje ‘ez heme; te divê min bibîne, te divê min nebîne.’ Loma jî di wan şert û mercan de şikestina sosyolojîk, şikestina neteweyî a di navbera kurd û tirkan de ku çêbûye êdî Hawar xwe wek aliyekî dibîne, wekî aliyekî qebûl dike û xwe derpêşî gelê xwe dike.
 
Belê. Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn… di hemûyan de nivîs giranî li ser helwestekê ne. Helwestek heye dixwaze xwe di Împaratoriya Osmanî de bide famkirin û îspatkirin ku kurd hene û di ummetê de divê çareseriyek bê dîtin. Di Hawarê de hewla xweîspatkirinê tune ye. Hawar dibêje ‘ez heme; te divê min bibîne, te divê min nebîne.’ Loma jî di wan şert û mercan de şikestina sosyolojîk, şikestina neteweyî a di navbera kurd û tirkan de ku çêbûye êdî Hawar xwe wek aliyekî dibîne, wekî aliyekî qebûl dike, wekî aliyekî derdibire, îfade dike û xwe derpêşî gelê xwe dike. Di Hawarê de tu nivîseke ku bixwaze xwe îspat bike, xwe bide nasîn tune ye. Heyîna xwe bi hin derdoran, bi hin civakan, bi hin îktîdaran bide peyîtandin, bide zanîn tune ye. Dibêje ‘ez heme, ez ev im.’ Yanî Hawar di wan konjuktur û şert û mercên jiyanî ên cîhanî de digel hemû bêderfetî û bêkeysiyê jî helwest û rabûneke heyînî ye. Nabêje ez heme. Dibêje ez ev im. Hebûna xwe nabêje, nîşan dide. Nîşanî gelê xwe jî dide, nîşanî derdor, gel û dewletên heyî jî dide. A niha ku em lê binihêrin, gelek kesên me yên xwendewar û zana di nav kevanê de “xwedêgiravî”, hê jî hewla xweîspatkirinê didin. Hewla ku îspat bikin ew hene. Na. Ew dem di Hawarê de jixwe qediyaye çûye. Jixwe Hawarê gotiye ‘em hene.’ Gotiye ‘gramera me ev e, zimanê me ev e’, digihîje kuderê. Di gelek waran de bi dîskûrseke yanî bi “bêjareke” netewparêz rabûye. Binêr, Kamûran Bedirxan hedîsên pêxember wergerandiye kurmancî. Çima werdigerîne? Dibêje ‘ez ev im.’ Di warê cografyayê de nivîs hatine nivîsîn, cografyaya terîtoryal a ku kurd têde dijîn hatiye nasandin. Di warê çandê de ji jiyana koçeran heta jiyana ku bajarî (bajarên wê çaxê) hewl dane bidin nasîn. Di warê peyvan de ji hev re gotine ev peyv li ba me ev e, yanî etîmolojiya peyvan jî li ba hev ji hev re şîrove kirine. Her wiha her yek ji aliyê berhevkarî, folklorê ve xebat kiriye ku çîrokên gelerî û berhemên folklorîk di kovarê de biweşin û ew heyîna ku heye bidin nîşandan, ne ku bidin ispatkirin. Ew dewra ispatkirinê jixwe di dema Hawarê de, di qonaxa Hawarê de qediyaye. Piştî Hawarê hemû hewlên ispatkirinê belasebeb û pûç in. 
 
Di hejmara yekemîn a Hawarê de di nivîsa destpêkê ya bi navê “Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê” de bi taybetî tê destnîşankirin ku “Hawar siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, hiner û sinhetê de dê bixebitin.” Lê piştî demekê em dêhna xwe didinê ku di gelek berhemên Hawarê de şopên siyasetê dixuyên. Bi taybetî jî hewl tê dayîn ku rûçikê dewleta tirk bê îfşakirin. Li gor dîtina te di warê siyasetê de gelo dudilîbûnek li Hawar an jî Celadet peyda bû? 
 
Sedema ku Celadet gotiye em siyasetê datînin aliyekî, dixwaze bêje siyaseta ku şer dike, siyaseta ku rasterast wekî partî, wekî tevger siyasetê dike nakin. Lê dixwaze vê yekê jî bêje, em ziman, çand û wêjeyê ji siyasetê re nakin alav. Em bi xwe siyaseta ziman, çand û wêjeyê dikin. Yanî loma jî radibin her yek gava ku di vî warî de kar dike, ji helbestê bigire wek danasîna jiyana koçeran, wek danasîna Çiyayê Sasonê, wek danasîna eşîrekê, wek danasîna sembolên neteweyî, wek danasîna mîtolojiya kurdan, wek danasîna ola kurdan û olên kurdan ên berê di hemûyan de “bêjar” û dîskûrseke neteweparêz heye. Gava ku dide nasîn, gava ku dinisîve û gava ku li ser şîrove dike hemûyan li ser kurdîbûnê ava dike. Yanî dixwaze bêje ku ez siyaseta kurdîbûnê dikim. Ne ku siyaseteke hişk a partîbûnê, a tevgerbûnê dikim. Dibêje ku ‘em di şer de têk çûn, cara dawî di Agiriyê de, em têk çûn. Lê ev têkçûn di me de tiştên dîtir û nûtir ava kir.’
 
Çi ne ew? 
 
Hebûna me ya ku bi şer hinekî hat qebûlkirin, va ye em ji bo tiştekî şer dikin, lê em têk çûn. Lê berdewamek jê re hewce ye ku divê ew berdewamî jî xwe bigihîne gel. Ew berdewam ruhê gel e. Gel zêde hay jê tune ye. Divê haya gel ji ruhê xwe hebe. Ew ruh di zimên de ye, di wêje, folklor, mîtolojî, jiyana eşîrkî, bajarkî û gundewariyê de ye. Di hemû waran de ye. Dixwaze xwe bigihîne wê. 
 
*Em di Hawarê de dibînin ku hema bêje piraniya kesên di bin sîwana wê de hatine gel hev, piranî jê nûneriya civatekê, gelekî û doza mafê gel kirine. Bo nimûne Celadet, Osman Sebrî, Cegerxwîn û hwd. Gelo di warê gel de sedem an jî dezavantaja herî mezin a Hawarê tevî ku ev nûner xistine bin banê xwe, lê dîsa jî di warê xwegihandina civakê pir bi ser neketiye çî ye? 
 
Sedem her tişt e. Sînor heye, rewşa aborî heye, ji tunebûnê derdikeve, gel nexwenda ye. Sedem tunebûna îktîdarê, rêvebirineke dewletî ye. Belkî hinekî jî jihevcihêbûna zaravayan e. Gava ku Hawar derdiket di cografyaya kurdên soran de kovarên dîtir derdiketin. Xweşikî nedigihîştin hev, xweşikî nikaribûn xwedîtiyê li hev bikin. Yanî mirov dikare bêje ku sedema ku bibe sedemek pozîtîf û kartêkeriyeke, faktoreke pozîtîf ku Hawarê bilind bike qet tune ye. Hemû jî hewldanên nivîskaran, Celadet û derdora wî û Osman Sebrî û hemû nivîskaran e ku wan bi xwe xwestiye xwe bigihînin kesan. 
 
Gelo dezavantaja wê ya herî mezin çi bû?
 
Mixabin, dezavantaja Hawarê a wê wextê a herî mezin ew e ku kurdên ku wê çaxê xwendinê dizanin rêjeya wê ji sedî 20’ê derbas nabe. Loma rewşenbûna kurdan, hayjêbûna kurdan, ronakbûna kurdan pir zêde pêk nayê. 
 
Jixwe ew rêje jî bi piranî jî derdora kurdên ehlê medreseyê ne ku…
 
Rast e. Jixwe medrese jî kelepûreke kurdan e. Di medreseyan de çi kesên xwenda hebûne karibûne Hawarê bixwînin. Lê jê pêvtir gel nikaribûye bixwîne. Kesên normal, kesên ku jiyana xwe ya adetî, normal dimeşîne nikare bixwîne, da ku karibe ji xwe re bêje kurd, ew ruhê neteweyî pê re çêbibe. Dizane, bi kurmancî diaxive, dizane bi kirmanckî diaxive, lê ew ruhê kurdbûnê a neteweparêziyê zêde bi wan re çênabe. 
 
Di Hawarê gelek tişt hene. Çi ketiye ber destê wan berhev kirine, xwe avêtinê û di kovarê de bi cih kirine. Yanî weke ku lez û bezek dixuyê. Wisa dixuyê ku Celadet û hevrêyên wî dixwazin arşîvekê, pirtûkxaneyekê ji gel re bihêlin, ku sibê nifşek rabe sûdê jê wergire û xwe bispêrê. Dema mirov di vê çarçoveyê de li Hawarê binihêre, Hawar helwesteke çawa ye û kurd bi rihetî dikarin bibêjin em hewceyî wê an jî deyndarê wê ne?
 
 Dante ji bo îtalyanî çi be kurmanciya Hawarê jî ji bo kurmanciya me ya ku em jê re dibêjin modern, nû, kurmanciya hevdem Hawar ji bo me ew e. Û ez hê jî li ser wê fikrê me ku em gelek hewceyî Hawarê ne, hê jî neqediyaye. Ji ber ku ji bo îtalyanî jî hê Dante neqediyaye. 
 
Belê, pirsek pir baş. Ez ê mînakekê bidim. Dante, yekem kes e ku bi îtalyaniya gundî berhema xwe ya yekem dinivîse. Gava dewleta Îtalya ava dibe, yek ji avakaran dibêje me dewleta îtalyan ava kir, îcar hewce ye ku em îtalyanan biafirînin. Binêr, me pêşî dewlet ava kir, hewce ye em îtalyanan biafirînin. Îcar difikirin; em ê îtalyanî li ser çi ava bikin? Li ser mîrata xopan, kavil latînî an jî li ser Dante? Îtalyaniya niha li ser Dante ava dibe. Ez jî dibêjim kurmanciya me ji Eliyê Herîrî bigire heta bi Hawarê, ew kelepor, ew manîfesto ye ku helwesteke Danteyî ye. Hemû pişta me li wan e. Lê a herî xurt ku bi zanistî kurmancî bi kar aniye, bi taybetî kurmancî û bi taybetî mantiqa kurdî, rastnivîs û gramera kurdî û ferhenga kurdî ava kiriye, amade kiriye Hawar e. Ez dikarim vê gavê şîroveyekê bikim ku Dante ji bo îtalyanî çi be kurmanciya Hawarê jî ji bo kurmanciya me ya ku em jê re dibêjin modern, nû, kurmanciya hevdem Hawar ji bo me ew e. Û ez hê jî li ser wê fikrê me ku em gelek hewceyî Hawarê ne, hê jî neqediyaye. Ji ber ku ji bo îtalyanî jî hê Dante neqediyaye. 
 
Mijara alfabeya latînî gelek tê nîqaşkirin. Hin kes dibêjin Celadet quretî kiriye û bala xwe nedaye alfabeya alfabeya latînî ku di sala 1929’an de ji hêla Îshaq Maragûlovê suryanî û Ereb Şemo ve hatiye amadekirin.Tu vê yekê çawa şîrove dikî? 
 
Tewfîq Wehbî ew kes e ku haya wî ji Celadet tune ye û radibe li Zaxoyê li ser bingeha alfabeya fransî alfabeyeke latînî a kurmancî çêdike. Gava haya Celadet ji Tewfîq Wehbî çêbûye, qet wext winda nake û rasterast têkiliyê bi Tewfîq Wehbî re datîne. Çend name di navbera wan de diçin û tên. Hewl didin ku hevdu bibînin û Celadet pêşniyaz li Tewfîq Wehbî dike ku ji her du alfabeya alfabeyeke hevpar çêkin. Baş e, ez jî vê pirsê ji wan kesan dikim: Kesekî qure dikare tiştekî wisa bike? Na. Yanî hin kes vê tiştê bi quretiya mîrtiyê ve girêdidin. Ez dibêjim ev ne şîrove û agahiyeke beraqilî ye. Ji ber ku helwesteke wî ya bi vî rengî heye. Ez nikarim bêjim haya wî ji Maragûlov û Erebê Şemo tune bû. Ez nikarim bêjim hebû jî. Lê hebe jî mumkun e ku nikaribûye. Ji ber ku têde du sînor henin, hem ji aliyê Bakur ve du sînor henin û hem jî ji aliyê Rojhilatê ve jî du sê sînor henin, nikaribûye xwe bigihîjîne wan. Ji ber wê yekê belkî ew hevgihîştin çênebûbe. Belkî wê çaxê poste di navbera wan welatan de nediçû nedihat. Divê di vî warî de lêkolîneke arkelojîk a dîrokî, a antropolojîk, a îdarî, a îktîdarî, a dewletan bêkirin ku ka rewş çi bû çima haya wan ji hev çûbûye an jî çênebûye. 
 
Te di hevpeyvîna duh de Hawarê wekî “ekol” bi nav kiribû. Di çarçoveya “di warê wêje an jî hunerekê de rêbaz û bizaveke xwedî wesf û taybetmendiyên cuda” dema mirov li “ekol”ê binihêre, gelo mirov dikare ji bo Hawarê jî tiştekî wisa bibêje? 
 
Baş e ku te got. Ez vê peyva “ekol”ê wekî têgeheke di roja îroyîn de fam dikin nabêjim. Ez vê “ekol”ê li ser zimên ava dikim. Hemû nivîskarên wê demê armanca wan ziman û çand û folklora kurdî ye. Ne wêje ye. Li ser ziman, çand û folklorê ye. Li ser vê xetê ekol in. Hemû eynê hewlê didin. Hemû dixwazin bi eynî awayê bingeha çand, ziman û folklora kurdî deynin û hebûna wê nîşanî kurdan bidin. Yanî ez vê peyva ekolê li ser ruhê kurdî bi kar tînim. 
 
Di Hawarê de di warê bikaranîna ziman, di warê helbestê û di warê çîrokê de herî zêde kî te qanih dikin? 
 
 “Bilûra Min” hê jî li esmanê kurmancî stêrkek, xîçek, çirûskek ji birûsîn û çirûsîna xwe tu tiştek winda nekiriye. Ji aliyê nûjenbûnê û di warê helbestê de hê jî mînakeke pir taybet e.
 
Di warê bikaranîna zimên de ji bo min sê navên sereke hene; Celadet, Osman Sebrî û Cegerxwîn. Di warê helbestê de hê jî ez dibêjim “Bilûra Min” hê jî li esmanê kurmancî stêrkek, xîçek, çirûskek ji birûsîn û çirûsîna xwe tu tiştek winda nekiriye. Ji aliyê nûjenbûnê û di warê helbestê de hê jî mînakeke pir taybet e. Helbet Qedrî Can jî, lê di helbestê de stêrka Hawarê bêguman Cegerxwîn e. Di çîrokê de stêrkên çîroka kurdî Osman Sebrî, Celadet û Kamiran Bedirxan in. 
 
Lê Nûreddîn Zaza, ku Celadet jê re dibêje Çexovê kurdî?
 
Gotina Celadet a li ser Nûreddîn Zaza, bi min hinekî wekî gotineke handanê, pesindanê tê. Çexov jî doxtor e, Nûreddîn Zaza jî doxtor e û her du jî çîrokan dinivîsin. Belkî jî dirûvê wan bi hev dixîne. Lê bingeha çîroka kurmancî a modern li ba min Celadet û Osman Sebrî ne. Stêrka çîroka kurmancî ev herdu kes in. Helbet ên Kamiran Bedirxan jî gelek xurt in, lê dîtina min li ser vê yekê ye.
 
Ji çîrokên Hawarê herî zêde kîjan bala te dikêşe/in? Çima?
 
 Çîrokeke ku bi sembolîzmê, lê bi naverokeke surreal û bi teknîkeke surreal û heta tu bêjî nêzî gelê xwe. Gel ji wan sembolan, ji wan hêmayan fam dike û hatiye nivîsîn û ji mîrasekê tê. Ji mîrasa Xanî; şûr û qelem; ji mîrasa Koyî; şûr û xame. Celadet her du mîrasan hildide û dibêje çi; şûr û xencer. Yanî xencer hê kurdewar e. Xencer bi xwe jî “bêjareke”, dîskurseke netewparêz e. Ji ber ku xencereke kurdan a taybet heye. Behsa wê dike. Dibêje êdî çekek heye. Xencerek heye. Em hene. Yanî çîrok “Gazinda Xencera Min” û Osman Sebrî “Li Goristana Amedê”.
 
MA / Rêdûr Dîjle-Dicle Müftüoğlu 
 

Sernavên din

14/05/2018
15:52 Serlêdana malbatan cara 75’an jî hat redkirin
15:47 Parêzerên Demîrtaş dê sibe ji bo berdana wî serlêdan bikin
15:39 Xebatkarê Kovara Moderniteya Demokratîk hat binçavkirin
15:36 Cihê namzetên serokomariyê yên di pusulaya dengan de diyar bû
15:28 Li Hezexê pevçûn: 2 leşker birîndar bûn
15:27 Prof. Dr. Oran: Ruhê 7’ê Hezîranê di danezanê de heye
15:26 HDP dê rejîma yek zilam ji holê rake
15:09 Komîsyona Astengdaran a HDP’ê astengdaran vexwend têkoşînê
15:08 HDP’ê li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em zarokên xwe ji bîra nekin
14:56 HDP'ê soza 'Jiyanek nû' da 80 milyon gelê Tirkiye
14:39 Malbatan ji bo Yerkel gotin: Tu dikarî bi lêgerîna edaletê ya ji bo soma destpê bikî'
13:50 Buldan: Temenê wan bi qasî mohrekê maye
Temellî: Dengek ji HDP’ê re û dengek ji Demîrtaş re
13:41 Dayik di taştê de hatin cem hev
13:24 72'emîn danişîna doza Dink dest pê kir
12:35 Manîfestoya Demîrtaş aşkere kirin: Ez têm ku em dawî li pergala yek mirovî bînin
12:34 Leşkeran bi ser adresên şaş de girtin
11:46 Dadgeha Babê her DAIŞ'iyek bi 5 hezar dolarî firot MÎT'ê
11:28 HDP danezana xwe ya hilbijartinê aşkere kir: Tu dikarî
11:11 2 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
10:48 Maşina kar gaziyê Kibrisê eciqand û kuşt
10:25 ‘Ger li Îmraliyê maseya çareseriyê bê avakirin dibe ku efûya giştî bê rojevê'
09:42 Encamên hilbijartina Iraqê yên 10 bajaran eşkere bûn
09:22 Cihê Sînemaya Yilmaz Guney kirin park
09:22 Dersim li dijî tifaqên rast xwe ji reqorê re amade dike
09:21 Dayikên Aştiyê: Zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin
09:20 Qeyûm di xizmeta polîs û leşkeran de ye
09:19 Alpay: Divê hemû kes berpirsiyariyê hilde
Tunç: Tekane nûnerê demokrasî û azadiyê HDP ye
09:18 Demîr: Em ê li Stenbol 1.5 milyon deng bistînin
09:16 Kedkarên ji kar hatin avêtin: Çareserî HDP ye
09:13 Zeraq: Dante ji bo îtalyanî çi be Hawar jî ji bo kurmanciya me ew e
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2018'AN
13/05/2018
17:52 Bi hezaran kesan li Somayê 301 karker bibîr anîn: Desthilatdar berpirse
17:49 Li Êlihê zêdeyî 50 bernamzetan serî li HDP’ê dan
17:31 Di serdema AKP'ê de Hezar û 652 karker di kanên madenê de mirin
16:52 Li gelek navendên Amedê jinan Roja Dayîkan pîroz kirin
15:02 HDP’ê li Sêrtê buroya hilbijartinê vekir
15:02 Lehî li Kobanê rabû: 30 mal hilweşiyan
14:59 Başaran a HDP'î: Ji bo parastina dengan xebatên me berdewam dikin
14:41 Soykan: Ger ku manşetê ne ecibînin dibêjin ‘Camêr bêzar bû'
14:15 TMMOB’ê kesên li Somayê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn
13:54 ‘Em li dora HDP’ê bibin yek’
13:38 Irgat: Em ê pergala jinan kêm dibîne di sindoqan de veşêrin
13:36 Turkdogan di Kongreya ÎHD'ê de axivî: Divê tecrîda li ser Ocalan rakin
13:06 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
12:55 Jinên HDP’î laçik diyarî Dayîkên Aştiyê kirin
12:07 Li Agiriyê mirina jinekê ya bi gûman
11:52 Rêxistina HDP'ê ya Mêrdîn: Bi betalkirina rûhsatan gefan li esnafan dixwin
11:50 Dayîkên Şemiyê: Roja Dayîkan ji bo me dojeh e
11:41 Dayika ku 24 salin li kurê xwe digere: Bi heviya rojekê bê deriyê min tim vekiriye
10:53 Demîrtaş ji bo Roja Dayîkan peyam da
10:52 Peyama Demirtaş a Somayê: Em dê heta dawî lêgerina edaletê bişopînin
10:34 Berdevka TOP'ê Koca: Em dê piştgiriyê bidin HDP û Demîrtaş
10:34 Ekolojîst: Em ê piştgiriyê bidin HDP'ê
09:51 Doza Nedîm Turfent: Wêneyê azadiya çapemeniyê radixe ber çavan
09:48 Îlham Ehmed: Şerê tê kirin ne netê şerê desthilatdar û civakan e
Divê civakên herêmê xwe bi rêxistin bikin û neyên van lîstikan
09:24 Dayika leşkerê dîlgirtî: Bila pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike
09:22 ‘Her dengeke ji bo HDP’ê dê tecrîdê bişkîne’
09:21 Dozger 15 sal ceza ji Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan re xwest
09:20 Li Hatayê bi girtina deriyên sînor debar serobino bû
09:15 Egîtîm-Sen: Em ê pêşeroja xwe radestî AKP’ê nekin
09:13 Sektora înşeatê jî rawestiya
09:11 Li gundê Gêmanê xezeba kuliyan: Gundî nikarin çandiniyê bikin
09:09 Gulsum Kav: Jin dibêjin TEMAM
09:07 Daristanên leşkeran şawitandin ji nûve aj didin
09:05 ‘Sedema Hawarê Herîrî, Xanî, Bazîdî, Cizîrî, Teyran, Bateyî ye’
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2018'AN
12/05/2018
22:52 Hogirê 11 salî yê di teqînê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî defin kirin
21:33 Dengdayîna hilbijartina li Iraqê bi dawî bû
21:26 HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê
Li du navendan buroyên hilbijartinê vekir
21:09 Rojeva dayikan Ocalan e
21:03 Destûr nedan girtiyê nexweş bê dermankirin
19:35 Şaxa ÎHD’ê ya Amedê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
18:07 Li Ordu di cînayeta kar de Sinan Ozturk mir
17:46 Adar Jiyan: Teqez bi zarokên xwe re bi kurdî bi axivin
16:41 ÎHD’ê di Rûniştina F de bal kişand ser rewşa Rojbîn Perîşan
16:14 Zarokek li Nisêbînê di teqinê de jiyana xwe ji dest da
16:05 Beklevîç li ber Mînareya Çar Ling dawî li meşa xwe anî
16:04 HDP'ê li Wanê yekem buroya hilbijartinê vekir
15:59 Ji ber wêneyê Tahîr Elçî rastî 15 meh ceza hat
15:52 Şerê li Efrînê her ku diçe zêde dibe
15:27 ‘Destûra bingehîn neçar e Geliyê Munzûrê biparêz e’
15:26 ÎHD: Daxwazên girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de qebûl bikin
14:59 '23 sal in li bendê me ku bê roja dayika pîroz bike’
14:58 Temellî: Dem dema guhertinê ye
14:48 Gava ji taziya xizmê xwe yê faîl ne diyar vedigeriya, hat kuştin
13:59 Ahmet Turk du malbat li hev anîn: Dem dema biratiyê ye
13:46 Li Reqqa teqîn pêk hat: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:26 Li Kocaeliyê karkerekê milê wî jê bû mir
13:06 Walî, fermandar û midure polîsan ji AKP'ê re deng xwestin:
Em qasid in xwediyê kar Serokomar Erdogan e
12:19 Li Şengalê dengdayin tê astengkirin
12:18 Prof. Dr. Unal: Ji bo HDP’ê rewşek erênî ya cîdî heye
12:03 Hilbijartina Iraqê bi dengdayînan didome
11:57 Li Bûrsa û Erdexanê qeza: 4 kes mirin û 30 kes birîndar bûn
11:44 Dayikên Aştiyê: Aştî pêk bê, dê Roja Dayikan xweş bibe
11:37 Lêpirsîna pîl û derzî li girtiyan vekirin
11:36 Akademîsyen Guney: HDP dê bibe remza rûmetê
11:17 Li Efrînê studyoya wêneyan kirin Qesepxaneya Guta
10:53 HDP dê buroyên hilbijartinê yên jinan veke
10:36 Dem dema çîlekên Sasonê ye
10:17 Xwendekarên zanîngehê: Hevî HDP ye