MANÎSA - Bi hezaran kes di salvegera Komkujiya Soma de meşiyan. Xizma karkên madene Elmas Kaya, diyar kir ku ger hişê we li serê we be heviyek herî dawî heye û got: “Êdî em dengên xwe nedin van.” Îsmaîl Çolak jî, got ku “Em pirsgirêkên Soma, Şîrvan û Ermeniyan dizanin. Desthilatdar berpirse.”
Li navçeya Soma ya Manîsayê, di 4’emîn salvegera 301 karkerên madenê yên di facîaya Komkujiya Soma de jiyana xwe ji dest dan, li gorên wan hatin bibîranîn. Bi pêşengtiya malbatên kesên li Somayê jiyana xwe ji dest dan de, komeleya Mafê Civakî (SHD), TMMOB, DÎSK, û bi hezaran welatî li ber Midûryeta Lînyîtlerî ya Ege yê (ELÎ) kom bûn û dest bi meşê kirin. Malbatan wêneyên xizmên xwe yên di kana komirê de winda kirin hilgirtin û tîşortên navên wan li ser li xwe kirin. Di meşê de pankartên “Ji bo hesap pirsîna qatilên 301 karkerên madênê TEMAM”, “Somayê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin” û “Ne qezabû, cînayet bû” vekirin. Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîs Kerestecîoglu, Berdevkê Komîsyona Kedê ya HDP’ê Ridvan Turan, namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê Muharrem Înce, Parlamenterên CHP’ê yên Manîsayê Ozgur Ozel û Tur Yildiz Bîçer û Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan beşdarî meşe bûn.
Di meşê de dirûşmên “Em ê hesabê Soma bipirsîn” û “Somayê ji bîr nekin û nedin jibîr kirin” berz kirin. Meşvan gava gehiştin ber Bîrdariya Madenê qûrnefîl danîn. Meş li qada mîtîngê bi dawî bû û malbatên navên xizmên xwe li qada mîtîngê ve dîtin serhişên xwe çûn û rakirin ambulansê.
‘EM PARE NAXWAN EDALETÊ DIXWAZIN’
Li qada mîtîngê namzetê Serokkomariyê yê CHP’ê Muharrem Înce axivî û got: “3 salin doza Somayê berdewam dike. Hîna li vê derê parayên dikandaran nehatiye dayîn. Hûn ji bo hemû tiştî pare dibînin, ma hûn nikarin ji bo Somayê jî pare bibînin.” Di navbera vê axatina Înce de hin xizmên karkerên madekê gotin ku “Em pare naxwazin, em edaletê dixwazin.”
'ÊDÎ EM DENGÊN XWE NEDIN AKP’Ê’
Piştî Înce xezmên karkerên madê axivîn. Dayîka Kader Yildirim ê karkerê madenê Elmas Kaya, diyar kir ku berî çar salan îro roja şîna wê bû û wiha axivî: “Hîna jî qetilên zarokên me nehate cezakirin. Divê em piştgiriyê bidin partiyên mûxalîf. Ger hişê me li serê me be, hêviyek me ya din heye. Divê êdî em dengên xwe nedin AKP’ê. Êdî bese.”
Piştî axaftina Fîlîz Kerestecîoglu ya HDP’î û parêzer Can Atalay mîtîng bi dawî bû.