AMED - TMMOB’a Amedê, 301 karkerên madanê yên di faîaya Somayê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û got: “Ji bo hirsa kardêran û berjewendiyên polîtîk ên desthilatdariya siyasî em ê destûr nedin jiyana kedkaran bên dizîn.”
Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Amedê, darbarê 4’emîn salvegera facîaya Soma ya 301 karkerên madenê tê de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya TMMOB’ê ya weşand wihaye:
“Ne tenê di sektora madenê de cinayetên kar tên jiyîn, di hemû beşên kar ên cûda cînayetên karkeran pir zêde bûne. Di pêvajoya OHAL’ê de cînayetên kar zêdetir bûn. Heya ku hemû kesên berpirsên komkujiya Somayê neyên cezakirin, dê hirsa me bi dawî nebe. Li Somayê heya niha pêşketinek berbiçav nehatiye kirin. Ji bo hirsa kardêran û berjewendiyên polîtîk ên desthilatdariya siyasî em ê destûr nedin jiyana kedkaran bên dizîn. Em di şexsê karkerên Somayê de hemû karkerên jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînin.”