ÊLIH - Belavkarê Rojnameya Ozgur Ulke Îsmail Agaya 24 sal berê winda bû û agahî jê nayê girtin, Dayika wî Mufide Agaya ku sarî li hemû rayedaran da, 24 sal in bi heviya rojekê kurê wê bê deriyê wê tim vekiriye.
Di salên 1990'an de ku li Êlihê gelek kes ji aliyê kujer nediyar ve hatin windakirin û kuştin, belavkarê Rojnameya Ozgur Ulke Îsmaîl Agaya jî rojekê winda bû û agahî jê nehat girtin. Belavkarê Rojnameya Ozgur Ulke Îsmail Agaya 24 sal berê winda bû û carek din agahî jê nehat girtin. Dayika wî Mufide Agaya, diyar kir ku ji 29'ê Gulana 1994’an heta niha tu agahiyê ji kurê xwe nagire û ji bo kurê xwe bibine serî li hemû rayedar û deriyan da, lê tu encam bi dest nexistiye.
Agaya, anî ziman ku tevî hemû lêgerîna wê bê encam ma jî dîsa lêgerîna xwe berdewam dike û heta encamekê bi dest bixe dê lêgerina xwe berdewam bike. Ayaga piştî çalakiyên Dayikênk Şemiyê yên "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li Êlihê dest pê kir her hefte tev li çakakiyan bû û li aqûbeta kurê xwe pirsî. Ayaga, 2 salin piştî OHAL hat îlan kirin nikarin çalakiyan pêk bînin û nikare tev li çalakiyan bibe û aqûbeta kurê xwe pirpirse.
Agaya, destnîşan kir ku 24 salin aqûbeta kurê xwe dipirse û 24 salin her roj bi hevî û baweriya ku rojekê kurê wê paşve bê deriyê xwe vekirî dihêle.
‘ÇÛ Û CAREK DIN NEHAT'
Agaya, anî ziman ku di salên 1990'an de ji Gundê Nû yê Sasona Êlihê koçî Êlihê kirin û wiha got: “Rojekê kurê min ji bo biçe mala zavayê xwe ji mal derket. Dema Îsmail ji mal derket demek şûnde zavayê wî hat mala me. Min pirsa Îsmail kir, Lê zava got Îsmaîl nehatiye mala me. Ji wê rojê û şûnde hêj Îsmaîl nehatiye malê. Piştre min li qereqolê û li hemû saziyên fermî pirsa kurê xwe kir. Lê hêj min tu encam bi dest nexistiye. Ji wê rojê heta niha kurê min sax e an miriye ez nizanim. 24 salin ez li heviya kurê xwe me. Bi heviya ku rojekê bê min her dem deriyê xwe vekirî hişt. Ez dibêjim hêj kurê min dijî. Ev di dilê min de derbas dibe. Ez kurê xwe dixwazim. Mirî an sax ez wî dixwazim. Beriya ku ez bimirin dixwazim kurê xwe bibînim.
EM DÊ HESAB BIPIRSIN
Agaya, da zanîn ku pişti kurê wê winda bû û şûnde ji bo wê êdî tu wateya vê rojê tune û berdewam kir: "Ji bo min rojek bi navê roja dayikan tune ye. 24 sal berê vê rojê ji bo min wateya xwe winda kir. Ne tenê ji bo min ji bo hemû dayikên windayan ev roj bê wate ye. Em dê hesab ji kesên ev êş bi me didin jiyîn bipirsin. Em dê heta dawî hesabê vê yekê bipirsin û bi şopa lêgerînê kevin." Dibe ku em îro çalakiyên Şemiyê berdewam nakin. Lê bila zanibin ku me tu carî dest ji têkoşîn û lêgerîna xwe bernedaye. Em dê heta dawî hesabê vê yekê bipirsin.b
BILA DENGAN JI ME NEXWAZIN
Ayaga, bibîr xist ku partiyên ku ev êş bi wan daye jiyîn û kurdan înkar dike her hilbijartin tên li deriyê wan didin û dengan ji wan dixwazin û wina bi dawî kir: "Bila neyên dengan ji me nexwazin. Ewil zarokên me dikujin û niha jî tên dengan ji me dixwazin. Dengê me yên em bidin wan tune ye. "
MA / Metin Yoksu