ENQERE - Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bi boneya Roja Dayîkan peyam weşand û got: “Ji bo van gotinên vale xwe xemgîn neke dayîka min a xweşik. Ez destê te û hemû dayîkan diramûsim û roja we ya dayîkan pîroz dikim.” Demîrtaş ji bo Dayîkên Şemiyê jî, name şand.
Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji bo Roja Dayîkan peyam weşand. Demîrtaş, di peyama xwe de bal kişand ser axaftina Devlet Bahçelî ya afûyê ya ji bo serokên mafyeyan û wiha got: “Li şûna serokekê partiyekê bûma, gelo serokê mafyayên hin psikopat û qetilan bûma, dê baştir bûya?!” Demîrtaş piştîvê peyvê ji dayîka xwe re got: “Ji bo van gotinên vale xwe xemgîn neke dayîka min a xweşik. Ez destê te û hemû dayîkna diramûsim û roja we ya dayîkan pîroz dikim.”
DEMÎRTAŞ JI BO DAYÎKÊN ŞEMIYÊ JÎ NAME ŞAND
Demîrtaş bi destê xwe name nivîsand û ji Dayîkên Şemiyê re şand. Nameya Demîrtaş ji Dayîkên Şemiyê re şand wiha ye: “Dayîkên Şemiyê, weke nûnerên heysiyet û rûmetek mezin, bi têkoşîna xwe ya bi salane didin hesap ji zilam dixwazin û bi sekna xwe ya tîk serê dostên me bilind dikin. Ev têkoşîn heya ku windayên me bên dîtin û faîlên wan bên darizandin dê berdewam bike. Li Qada Galatasarayê dilê min bi we reye. Ez destên we hemû dayîkan maç dikin, silava û heskirinên xwe dişînim.”