ENQERE - Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bi minasebeta salvegera Komkujiya Soma peyam şand. Demîrtaş diyar kir ku ew soz dide ku dê heta dawî lêgerîna der barê qetilkirinê de bişopînin û şopdarê dozê be.
Namzetê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, bi minasebeta 4'emîn salvegera komkujiya 301 karkerên madena Komirê ya Soma peyam şand. Demirtaş, bi riya parêzerê xwe peyamd şand û wiha got: "Em êşa gelê Tirkiye ya 4 sal berê qet ji bîr nakin. Gel bû şahidê komkujiyek mezin. Berpirsiyarê esil kesên ku tedbîr negirtine ne. Em bersûcên komkujiya Soma ji bîr nakin. Gelê Tirkiye 4 sal berê bû şahidê komkujiyek ku qet ji bîr neke. Di komkujiya madenê ya Soma de me 301 canê xwe winda kir. Di komkujiya Soma de gelê Tirkiye birayên xwe yên karker winda kirin. AKP'ê komkujî wekî fitrat pênase kir û mirovahiya xwe winda kir. Bê guman ev ne fitrat e. Di serî de komkujiya Soma û hemû cînayetên kar ên din, esil berpirsiyarê wan ew kesên ku tedbîrê nastînin e.
DI SERDEMA AKP'Ê DE 21 KEDKARAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Tu carî AKP ji bo ewlekarî û jiyanek baş a karkeran û kedkaran neket nava hewldanan. AKP her dem ket nava hirsa kar û rantê. Îktîdara AKP'ê tevî ku karkeran bedel da jî dîsa xwe da aliyê sermayedaran û pêtir re li pêş cînayetên kar vekir. Di serdema AKP'ê de 21 hezar karker û kedkaran bi awayekî hovane di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ez dîsa kesên di Komkujiya Soma de jiyana xwe ji dest dane bi hurmeti bibîr tînim. Ez soz didim ku heta dawî ez dê lêgerîna edaletê bişopînim."