DÎLOK – Dayika leşker Muslum Altintaş ku HPG’ê ew desteser kir, diyar kir ku sê salin bêyî kurê xwe roja dayikan derbas dike. Dayika leşker xwest dewlet ji bo aştiyê gavekê bavêje û ji bo PKK’ê jî got: “Ez bi we bawerim. Hûn ê kurê min bi sax û silamet bişînin.”
Leşker Muslum Altintaş di 2’yê Cotmeha 2015’an de li Dersimê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibû desteserkirin. Dayika wî Songul Altintaş diyar kir ku 3 salin ew bêyî kurê xwe roja dayikan derbas dike û ji dewletê xwest ji bo aştiyê gavekê bavêje. Altintaş got: “Bila aştî çêbibe da em bigihên kurê xwe û aramî bê welat.”
‘BILA AŞTÎ ÇÊBIBE’
Altintaş anî ziman ku ew dixwaze demildest bigihê kurê xwe û got: “Em kîj wext doza kurê xwe dikin dibêjin li wir şer heye, li vir şer heye. Dê ev şer kengî biqede? Em ê kengî bigihên kurê xwe? Tim hincetekê didin ber me. Eger ji bo anîna kurê min pêdivî bi aştiyê hebe, nexwe bila aştî çêbibe. Bila dewlet gavekê bavêje. Zirara şer tim li me diqelibe. Hêstirên dê û bavan nasekinin.”
‘EZ BI WE BAWERIM’
Altintaş diyar kir ku di jiyanê de tekane daxwaza wê ew e ku bigihê kurê xwe û ji PKK’ê re got: “Ez bi we bawerim. Hûn ê bi sax û silamet kurê min bişînin. Dawiya vî şerî tune ye. Me ji şer û zirarê pêvtir tu tişt nedît.”
‘NE ŞER EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’
Bav Şevket Altintaş jî got: “Diya kurê min dîsa bêyî kurê xwe roja dayikan derbas dike. Ne şeva hevjîna min diyar e ne roja wê. Ez bang li hemû rayedaran dikim: Êşa di dayikan bisekinînin. Ev di dest we de ye. Dem abi şev têm malê dibînim ku di destê hevjîna min de wêneyê kurê min û wisa raketiye. Ez dixwazim kurê min wê hemêz bike. Bila êdî dawî li vî şerî bê. Cezayê şer li gel tê birîn. Bila dewlet jî û PKK jî li dor maseya aştiyê rûnên. Em dixwazin dîsa pêvajoya aştiyê dest pê bike. Dawiya vî şerî tune ye. Em birçiyê aştiyê ne. Em rojên aram û aştiyî dixwazin.”