MÊRDÎN – Li Stewrê ku starta xebatên hilbijartinê hat dayîn welatiya bang kir ku“Divê em li dor HDP’ê bibin yek” gotin: “Her dengek tê wateya şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.”
Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê starta xebatên hilbijartinê hat dayîn. Stewriyan got: “Divê ji bo aştî, azadî û biratiy herkes dengê xwe bide HDP’ê.”
‘DIVÊ KARKER JI VAN TALANKERAN RE BÊJIN BES E’
Alî Guner diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin hêviya gelan HDP’ê û divê her kes dest bide destê hevdu û HDP’ê zeximtir bike. Guner anî ziman ku her dengê ji bo HDP’ê dayîn dê rê li ber azadiya namzetê serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş vebike. Guner destnîşan kir ku di dema AKP’ê de gelek mafên karkeran ji dest wan hatin stendin û got: “Nemaze jî di vê hilbijartinê de divê karker ji bo nane zarokên xwe ji van talankeran re bêjin bes e. Em di 24’ê Hezîranê de li nane zarokên xwe bînin bîra xwe û biçin ser sindoqan.”
‘DÊ HER DENGEK TECRÎDÊ BIŞKÎNE’
Hîkmet Dogan jî, destnîşan kir ku dê her dengek ku ji bo HDP’ê bê dayîn dê tecrîda li ser Ocalan bişkîne û got: “Divê ji bo aştî, azadî û biratiyê herkes dengê xwe bide HDP’ê. HDP dengê hemû bindestan e. Eger em ketibin etra pêşeroja ciwanên xwe, divê em li dor HDP’ê bidin yek.” Her wiha Dogan, bi lêv kir ku ew ê derî bi derî bigerin û ji bo HDP’ê doza dengan bikin.
‘DÊ RIYA AZADIYÊ VEBIBE’
Hevşaredarê Stewrê Mehmet Aydin Alokmen ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, destnîşan kir ku dê di 24’ê Hezîranê de hemû deriyên ku li ser HDP’ê hatine girtin heta dawiyê vebibin. Alokmen, bal kişand ser şert û mercên Rewşa Awarte û hilbijartina ku dê di van şertan de pêk bê û diyar kir ku dê ev rewşa nerihet ku li civakê peyda bûye riya azad û demokratîk vebike. Alokmen, destnîşan kir ku AKP bi çewisandinan riya mafên bingehîn û azadiyan girtiye û got: “Dê 24’ê Hezîranê bibe roja demokrasi, azadî û edaletê.”