AMED – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ku ji ber bertek nîşanî operasyona Efrînê da û ji ber fealiyetmn partiya siyasî hat girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê wî de îdianame hat amadekirin. Dozger xwest 15 sal ceza li Arslan bê birîn.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, ji ber bertek nîşanî operasyona TSK û OSO’yê ya li dijî Efrînê da û fealiyetên partiya siyasî di 8’ê Sibatê de li Amedê hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya der barê Arslan de amade kir û îdianame ji aliyên Dadgeha Cezayê Giran a 10’an a Amedê ve hat qebûlkirin.
Dozger beşdarbûyîna 10 daxuyaniyên çapemeniyê, merasîmên cenaze û parvekirinên li ser medyaya civakî yên di navbera 2017-2018’an de wekî hincet nîşan da û xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan Arslan bê cezakirin.
Dema Arslan ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 19’ê Sibatê de sewqî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandera ya Rîzeyê hatibû kirin, ji ber ku ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekiribû ew biribûn odeyeke bê kamare û nêzî 10 gardiyan ew derb kiribûn û Arslan ji ser hişê xwe çûbû.
Dê di rojên pêş de dîroka dadgehkirina Arslan diyar bibe.