HATAY – Ketin û derketina deriyê sînor ê Hatayê ku demê wekî deriye ku ber bi Rojhilata Navîn ve vedibe dihat zanîn, niha ji sedî 70’ê kêm bûye. Veguhastina bar û rêwiyan ku yek ji çavkaniya debarê ya bajêr e, hema bêje bi şerê Sûriyeyê re qediya.
Yek ji bajarên ku herî zêde şerê Sûriyeyê bandor lê kir, Hatay e. Her diçe li Hatayê pirsgirêk zêdetir dibin. Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdara Koçberiyê, herî kêm 457 hezar sûriyeyî li bajêr dijîn. Her wiha li deriyên sînor ên Cîlvegoz û Yayladagiyê hema bêje bazirganî qedıya.
VEGUHÊZBARÎ LI BER QEDANDINÊ YE
Hatay di warê veguhastina bar a navnetewî de yek ji wan bajarên sereke ye, lê belê bi şer re ew liv û tevgera di vê qadê de jî qediya. Di sala 2009 û 2010’an de di deriyên gumrukê yên Cîlvegoz û Yayladagiyê re 758 hezar wesayît hatin ûçûn, lê di sala 2011’an dema şerê Sûriyeyê dest pê kir ev ketin-derketin hema bêje bi temamî qediya.
'JI SEDÎ 70’Ê KÊM BÛ’
Serdêrên biyanî yên ji di ser Hatayê re dihatin Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê derdiketin herî zêde riya bejahiyê bi kar dianîn. Li gorî daneyên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hatayê TUÎK’ê, di sala 2010’an de hejmara kesên çûne midûriyetên gumrukê yên Cîlvegoz û Yayladagiyê milyon û 300 hezar û 551 kes in, lê belê di sala 2015’an de ev hejmar 112 hezar û 698 e û hejmara kesên hatine jî 193 hezar û 828 e.
'EM JI BO ÎDAMEYA JIYANA XWE DIXEBITN2
Her wiha yek ji çavkaniyên sereke yên bajêr jî veguhastina bar û rêwiyan e, lê belê ev yek li ber qedandinê ye. Niha Deriyên Sînor ê Yayladagiyê girtiye û di Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê re jî tenê TIR diçin û destûra kesên ji Sûriyeyê tên tê dayîn. TIR di Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê re bar dibin herêma tampon a komên selefi, bar li wir datînin û vedigerin. Ajokarekî yê TIR’ekê ku nexwes navê wî bê aşkerekirin diyar kir ku ew bi 150 dolarî mal ji Lîmana Îskenderûnê dibin herêma tampon. Ajokar got: “Em naçin Sûriyeyê. Li ber deriyê sînor herêma tampon heye. Em barê xwe li wir vala dikin. Em tu tiştî qezenc nakin. Tenê ji bo îdamekirina jiyana xwe dixebitin. Em çîmento, hesin, zexîre û avê dibin. Herêma tampon li ber deriye sînor e.”
ÎFLAS KIRIN
Di vî şerî de sektora ku herî zêde tesîr lê bû jî veguhastina navnetewî ye ya fîrmayên otobêsan e. Beriya şerê Sûriyeyê firmaya Luks Can, Guven Tur, Oz Tur û HAS’ê hema bêje her roj diçûn Sûriye, Urdun, Erebîstan û Lubnanê, lê belê niha seferan nakin û gelek fîrmayên biçûk jî îflas kirin. Xwediyê fîrmayekê ku nexwes navê wî bê nivîsandin diyar kir ku Guven Tur ji ber şer îflas kir û got: “Luks Can û hin fîrmayên din jî girtin. Hin fîrmayên diçûn Helebê hebûn, wan jî girt. Ev şer bû sedema nane xelkê. Di dema Hecê de me hem rêwî dibirin hem jî mal. Di vî deriyî re tu di tevahiya Rojhilata Navîn re derbas dibî. Lê niha girtiye.”
MA / Hamdullah Kesen