KOCAELÎ – Seroka Şaxa Egîtîm-Sena’a Kocaeliyê Hîcran Tûran, destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê di 16 salên îktîdara xwe de darbeyeke mezin ku perwerdehiyê xistiye. Tûran got ew ê nebin mamosteyên AKP’ê û dê di 24’ê Hezîranê de pêşeroja xwe radestî AKP’ê nekin.
Seroka Şaxa Egîtîm Sena Koacaeliyê Hîcran Tûran, polîtîkaya perwerdehiya ya di 16 salên îktîdara AKP’ê de nirxand û got, ew ê di 24’ê Hezîranê de pêşeroja xwe radestî AKP’ê nekin.
'DARBE LI PERWERDEHIYÊ XIST’
Tûran anî ziman ku êdî rewşa perwerdehiyê ne tu rewş e. Tûran diyar kir ku AKP di sala 2014’an de şûraya xwe kom kir û perwerdehiyeke li gor dilê xwe nîqaş kirin. Tûran got: “Pergaleke ku li dijî pergala tevlihev dertê ferz kirin. Tiştên ku îro rû didin ji ber tiştên wê demê ne. Bi vê pergala xwe mescîd xistin dibistanan û zarokên biçûçûk nixumandin. Niha li polên pêşdibistanê peyama xwegirtin û zewicandinê didin zarokan. Ev hemû darbeya li hemberî perwerdehiyê ne.”
‘EM Ê NEBIN MAMSOTEYÊN AKP’Ê’
Tûran, destnîşan kir ku dê Egîtîm Sen nekeve bin nîrê partiyeke siyasî û got. “Em di nav gel de ne. Em mamosteyên gel in. Em ê nebin mamosteyên AKP’ê. Me nehesibînin û me sirgûn bikin jî em ê serî netewînin. Ji roja ku dîtin nikarin bi me serî bidin tewandin, Serokê AKP’ê ji me tirsiya û bi hilbijartina zordest dixwaze xwe xelas bike.”
Tûran bi lêv kir ku polîtîkayên şer ên AKP’ê didomin û got: “Budçeya ji bo şer hatiye veqatandin divê ji bo perwerdehiyê bê veqetandin. AKP’a ku dît piraniya civakê ehle aştiyê ye, berê xwe da hilbijartin. Baş dizane ku dê bi hilbijartineke demokratîk nikare bi ser bikeve, loma şertên hilbijartinê giran kir. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em xwedî li sindoqan derkevin û mafên xwe yên demokratîk biparêzin. Êdî gel ji vê zilmê re got bes e. Ligel hemû zor û zehmetiyan jî em ê dakevin kuçeyan û vê yekê ji gel re vebêjin.”
MA / Elif Çetiner