COLEMÊRG - Darên li daristana Şemzînan ku leşkeran bi hinceta ewlehiyê şawitandibûn ji nûve aj dibin.
Dar û daristana li Gundê Şapatanê yê Navçeya Şemzînanê ku leşkeran di koperasyonê de şewitandibûn, ji nûve aj didin û xwe nû dikin.
Leşkeran di 28'ê Tîrmeha 2017'an de li gundê Şapatanê yê Şemzînanê di çarçoveya operasyonan de herêma daristanê dabû ber topan û daristan şewitandibûn. Şewata li gundê Şapatanê 22 rojan berdewamkir kiribû. Dema welatiyên xwestibûn daristanê vemirinînin, leşkeran destûr nedabû. Ji ber topbaranê daristanên herêma Dolê, Serdolê, Hewrîsê, Kanibotkê, Resê, Piştaderê, Kelûtka, Pavîzewari û Binsul tev şewitibûn. Bi qasî 3 kilometrekare daristan şewitîbû. Dîsa qada navbera gundê Surunus û Bêmbo jî di havîna 2016'an de li pêş çavên gundiyan hatibû şawitandin. Di topbaranê de bi hezaran dar şewitîbûn. Gundê li herêmê bi zor ji şewatê xelas bûbûn. Ji ber şewatê çêra pez jî zerarek mezin dîtibû. Daristana li ser rêya gundê Bêmbo di sala 2016'an de hatibû şawitandin, ji nû ve aj dide û xwe zindî dike.
DAR JI NÛ VE JÎN ŞÎN DIBIN
Darên ku leşkeran şewitandibûn piştî berf û barê li wan kir û bahar bi ser wan de hat ji nûve jîn û şîn dibin. Darên ku koka wan zerar nedîtibû û tenê şawên wan şewitîbû li ser koka xwe aj didin û ji nûvei şîn dibin. Gundiyan diyar kirin ku dar ji bo wan û bêhn e û dê wekî çavê xwe van biparêzin. Welatiyan destnîşan kirin ku xeweza her dem li ber xwe dide û xwe nû dike û ew dê destûr nedin ku carek din leşker bişewitînin."