NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî Herêma Kurdistanê û Iraqê dengdayîna hilbijartinên ku saet di 07:00'an de dest pê kir saet di 18:00'an de bi dawî bû.
Li Herêma Kurdistanê û serarserê Iraqê 24 milyon 349 hezar û 357 kesî mafên dengdanê hebûn, ji hilbijêran 3 milyon 144 hezar û 730 kes li parêzgehên Herêma Kurdistanê (Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê) mafên wan ên dengdanê hebû. Li seranserî Iraqê 55 hezar û 323 navendên dengdanê hebû. Li wan navendan 133 hezar û 415 kes weke nûnerên hêzên siyasî, 74 hezar û 646 kes jî weke çavdêrên navxweyî, 963 kes weke çavdêrên biyanî û 329 rojnameger derve hilbijartin şopandin. Li Kurdistan û Iraqê bi giştî 320 hêz û hevpeymanên siyasî bi 88 lîsteyan ketin hilbijartinê. Ji vana 215 jê partiyên siyasîne, 27 jî kaolîsyon in. Ji bo 329 kursiyan ketin pêşbawiyê. Li Herêma Kurdistanê jî 503 namzet li ser navê 25 lîste û hevpeymanan ketin pêşbirkê.
Dengdayina hilbijartinê ku saet di 07.00'an de dest pê kir saet di 18.00'an de bi dawî bû.
Wê encamên fermî piştî 48 saetan bê aşkerekirin.