NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li 2 navendan buroyên hilbijartinê vekir û li navendekê jî starta hilbijartinê da.
Rêxistina HDP'ê ya Amadê di çarçoeya xebatên hilbijartina 24'ê Heziranê de duyemîn buroya hilbijartinê vekir. Rêveberên HDP'ê bi dirûşmeya "Tu dikarî" li taxa Firatê ya semta Gaziler a Peyasê duyemîn buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê de parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier, endam û rêveberên HDP-DBP'ê yên bajar, Dayikên Aştiyê, TJA, KCD û gelek kesên din amade bûn. Buro bi def û zurneyê hat vekirin.
JINAN STARTA HILBIJARTINÊ DA
Meclîsên Jinan a HDP'ê yên navçeya Mamak û Keçîorenê û Dayikên Aştiyê hevpar stata xebatên hilbijartinê dan. Rêxistinên HDP'ê yên Navçeya Mamak û Keçîorenê bi minasebeta Roja Dayikan a Cîhanê li gel Dayikên Aştiyê starta hilbijartinê dan. Jin, ewil li avahiya HDP'ê ya navçeya Mamakê kom bûn û laçikên spî û qurnefil dan dayikan. li ser navê jinan Laleş Ekmen, diyar kir ku jin û dayik bi coşek mezin amadekariya hilbijartinê dikin. Dayika Aştiyê Hanim Varli jî anî ziman ku ew li dijî şer û operasynan her dem aştiyê dixwazin.
Jinan bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Keçîorenê jî şahiyek pêk anîn û starta hilbijartinê dan.
LI STENBOLÊ BI COŞEK MEZIN BUROYA HILBIJARTNE VEKIRIN
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî li Zumrutevler a Maltepe jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi coyek mezin buroya hilbijartinê a ewil vekirin. Li gelek navçeyên din jî der barê projeyên HDP'ê de belavokên destan hatin belavkirin. Li Kocaelî jî sazî hatin ziyaretkirin û li qahwexaneyan jî gel hatin ziyaretkirin.