ENQERE - Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş, diyar kirin ku rayedaran dermankirina girtiyê nexweş Hayatî Kaytan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolyê ye asteng kirine. Înîsiyatifê xwest Kaytan serbest bê berdan.
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 195'an de çalakiya xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê berdewam kirin. Înîsiyatifê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Girtiyê Nexweş ê Hayatî Kaytan ê li Girtîgeha tîpa F a Boluyê. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, Sevil Ataş daxuyaniya vê hefteyê xwend û diyar kir ku tevî Kaytan ji sedî 60 astengdar e jî nayê dermankirin û nayê berdan. Ataş, diyar kir ku Kaytan ji ber tumora di mejiyê xwe de emeliyeta bûye û ji ber birina guleyê ya li milê wî û pişta wî astengiyan dijî. Ateş, destnîşan kir ku Kaytan ji sedî 60 astengdar e û nayê dermankirin. Ateş, xwest Kaytan serbest bê berdan.