ORDU - Li Ordu di cînayeta kar de karkerê 34 salî Sînan Ozturk jiyana xwe ji dest da.
Karkerê fabrîqeya Çîmento Sînan Ozturk ê 34 salî, di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da. Ozturk ê li fabrîqeya Cîmento ya Unye ya li Boluyê kar dikir, perçeyê hezin ê bi vîncê rakir bi ser wî de ket xwar. Di qezayê de Ozturk ê ji Nigdeyê û bavê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.