BURSA – 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê der barê Hatice Ateş de bi sedema ku di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyê Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin Tahir Elçî kiriye profîlê xwe bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" salek û 3 meh ceza birî.
2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê der barê Hatice Ateş a di Kanûna 2017'an de hat binçavkirin û girtin de bi sedema ku di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyê Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin Tahir Elçî kiriye profîlê xwe bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" salek û 3 meh ceza birî. Ateş piştî 5 mehan girti ma di 18'ê Nîsanê de 1'emîn daniyîna doza wê li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Ateş de bi sedema wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku li ber Mînareya Çar Ling a Sûrên Amedê hat kuştin di profîla xwe de parve kiriye bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" Salek û 3 meh ceza birî û serbest berda.
Ateş bi riya parêzeran serî li Dadgeha Îdarî ya Herêma Bursayê da û îtîraz kir.