STENBOL – Di çalakiya Dayikên Şemiyê de dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz axivî û got: “23 sal in ez li benda kurê xwe me ku têkeve derî û were û bêje ‘roja te ya dayikan pîroz be.’ Yên ku kezeba me dişewitînin bila roja dayikan pîroz nekin.”
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 685’an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar xistin. Dayikan pankart vekir û wêneyên windahayan hildan. Wekîla HDP’ê Huda Kaya û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Dayikan vê hefteyê li aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Husamettîn Yaman û xwendekarê Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê Soner Gul ên di 4’ê gulana 1992’an de di binçavan de hatin windakirin pirsî.
’38 SAL E LÊ DIGERIM’
Di çalakiyê de ewil xwişka Hayrettîn Eren ê di 21’ê cotmeha 1980’an di binçavan de hat windakirin, Îkbal Eren axivî û got ku ji ber dayika wan Elmas Eren pirsgirêkê wê yê nexweşînê hene tev li çalakiyê nebûye û peyama wê parve kir. Peyama Elmas Eren wiha ye: Ez hemû dayikan silav dikim. Min 26 sal ked da kurê xwe. Min kurê xwe ji bo civakê bibe feyde mezin kir. Lê ji ber tarza mezinbûn û siberoja kurê min dizanibûn, dan windakirin. Min 26 sal ked dayê lê ev 38 sal e lêdigerim. Yên ji bo misilmaniyê dikevin pêşbaziyê dê di roja dayikan de sibê bêjin ‘bihûşt di bin piyê dayikan de ye.’ Tişta di bin piyê min de we eleqedar nake. Hûn kurê min bidin min. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî têbikoşim.”
’23 SAL E LI BENDÊ PÎROZBAHIYA WÎ ME’
Dayika Murat Yildiz ê di 23’ê sibata 1995’an de di binçavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz jî got: “Wek min gelek dayik hene. Ez qala kîjanê ji we re bikim. Ez dayika we hemûyan im, lê ev 23 sal e min kurê xwe winda kiriye. 23 sal ez li benda kurê xwe me ku di derî de derkve were û bêje ‘roja te ya dayikan pîroz be.’ Yên ku kezeba me dişewitînin bila roja dayikan pîroz nekin. Temam em aciz bûn e û dixwazin ji vê zilmê rizgar bibin.”
‘KÎJAN ROJA DAYIKAN?’
Hevjîna Fehim Tosun ê di 19’ê cotmeha 1995’an de di binçavan de hat windakirin Hanim Tosun jî wiha axivî: “Em yên liv ir hemû xizmên windayan in. Yên welat birêve dibin, dê bêjin ‘roja dayikan pîroz be.’ Baş e wê roja wê roja kîjan dayikan pîroz bikin. Wê roja dayikên li gel zarokên xwe di girtîgehê de, dayika Taybet û dayika Cemîleya di sarincê de veşartin? Wê kî destê dayikên li pişt deriyên hesinî maçîbike. Wê kî destê dayika Hanîfe maçî bike?”
‘WÊ EV MEYDAN HESAB BIPIRSIN’
Birayê Husamettîn Yaman, Feyyaz Yaman jî got: “Sibê roja dayikan e û ev 685 hefte ne em qurnefilan datînin ser wêneyên windayan. Wê ev meydan hesabê van kesan bipirse.”
Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê û got ku çi dibe bila bibe dê edaletê bînin ser vê axê.
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’
Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak xwend. Ocak anî ziman ku ew ê li dijî kesên wan bê gor hiştine dê bêdeng nemînin û ew ê li ser vê axê ji bo edalet, azadî, wekhevî, aştî û demokrasiyê têbikoşin. Ocak di dewama daxuyaniyê de behsa çîroka windabûna Husamettîn Yaman û Soner Gul kir û li aqûbeta wan pirsî.