REQQA - Li Reqqayê di saetên serê sibê de maşina ku DAIŞ'ê li pey xwe hiştibû teqîya. Di teqinê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 3 welatî birîndar bûn.
Di saetên serê sibê de li navenda Reqqa teqîn pêk hat. Di teqinê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 3 welatî jî birîndar bûn. Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), diyar kir ku dema ekîpa Meclîsa Sivîl a Reqqayê xebatên rakirina bermahiyan li kolana Til Ebyed a nêzî Çerxeriya Saa ya li nava bajarê Reqayê dikirin, erebeyek bombebarkirî ku DAIŞ'ê li pey xwe hiştibû teqîya. Di teqînê de Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê derdora cihê teqînê girtin. Piştî bûyerê embulans çûn cihê teqînê. Di teqînê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.
Endamê Rêveberê Ekîba girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê Yasir Yasîn der barê bûyerê de diyar kir ku dema wan bi bandozerê bermahî ji herêmê radikirin, erebeyek ku DAIŞ'ê berê amade kiribû, teqiya. Yasîn, destnişan kir ku di teqinê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes bi giranî birîndar bûn.