ŞENGAL - Li Şengalê dengdayîna ji bo hilbijarinên Parlamentoya Iraqê destpê kirin. Nûçegîhanên ROJNEWSê diyar kirin ku li hin gundên Şengalê astengî tên derxistin û hilbijêr nikarin dengê xwe bidin.
Gelê Êzidî yê Şengalê ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê ji di saetên serê sibehê ve berê xwe da navendên hilbijartinê. Ji bo dengdayînê li navenda Şengalê 2 navendên hilbijartinê hatin diyar kirin. Li li her yek bajarokên Xanesor, Sinunê, Digurê, Dahola û gundên Borik û Guhbel 1 navendên dengdayînê hatine danîn. Gel li van navendan dengên xwe didin. Li gorî zagonên Iraqê li parlamentoyê kursiyek ji bo Êzidiyan hatiye veqetandin. Di hilbijartinan de jî wê gelê Êzidî ji bo koteyek ku dê temsîla wan bike deng bikar bîne.
LI ŞENGALÊ ASTENGÎ DERXISTIN
Welatiyên Êzidî beriya hilbijartinan destnîşan kiribûn ku heta niha kesên li ser navê wan diçûn parlamentoyê temsîla wan nekiriye, lewma ewê cara yekem di vê hilbijartinê de bi awayekî azad îradeya xwe nîşan bide. Lê di dengdayînê de hin astengî jî tên derxistin. Nûçegihanên Ajansa ROJNEWS'ê yên li gundê Guhbel ragihandin ku komek ciwanan li navenda dengdayînê kom bûne û gotine “Em ê li ser sindoqan bisekinin û dengên xwe bidin”. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku ev koma ciwanan alîgirên PDK’ê ne. Ji ber aloziyê dengdayîn jî destpê nekiriye. Erkdarên sindoqê ku ji aliyê komîsyona hilbijartinê ve hatine erkdarkirin jî, diyar kirin ku bi vî rengî dengdayîn pêk nayê.
ROJNAMEGER ASTENG KIRIN
Rojnamegerên ku dixwazin hilbijartinan bişopînin jî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve tên astengkirin. Li Guhbel, Xanesor, Sinunê, Dahola, Borik û Şengalê destur nedan ku nûçegihan li navendên hilbijartinê wêne û dîmen bigirin. Rojnamevan tenê dikarin li ber deriyê navenda hilbijartinê dîmen û wêneyan bigirin.