BÛRSA/ERDEXAN - Li Bûrsayê 2 dolmîşên karkerên fabrîqeyê qeza kirin. Di qezayê de 7 karker birîndar bûn. Li navçeya Erdexanê ya Çildirê jî di qezayê de 4 kes mirin û 23 kes birîndar bûn.
Li Taxa Doganevler ya Navçeya Navendî Osmangazî ya Bûrsayê, 2 dolmîşên ku karkerên fabrîqeyê bar kiribûn li hev qelibîn. Di qezayê de 7 karkerên fabrîqeyê birîndar bûn. Karkerên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyan. Li navçeya Çildir a Erdexanê jî, otobusa ku mamoste bar kiribûn, li Deriyê Sînor ê Aktaşê qulipî şerenpolê. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.