STENBOL – Dayikên Aştiyê têkildarî Roja Dayikan axivîn û gotin: “Dema aştî bê cîhanê, wê demê dê Roja Dayikan ji bo me bi wate bibe.”
Her sal yekşema hefteya duyemîn a meha gulanê Roja Dayikan e. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê der barê Roja Dayikan de axivîn. Edama Meclîsa Dayikên Aştiyê Bedîa Gokguz bal kişand ser pîrozkirina rojê û wiha got: “Dayik jiyan û hebûn e. Roja Dayikan xwedî wateyek girîng e. Ji bo me ev roj pîroz e. Dayik aştiyê dixwazin. Dayik wekheviye û aştiye. Gelek wateyan di hundirê xwe de dihebîne. Lê bes Tayîp Erdogan vê yekê bê wate kiriye. Çimkî tu nirxê nade dayikan.”
‘EM NIKARIN VÊ ROJÊ BI BEXTEWARÎ PÎROZ BIKIN’
Gokguz destnîşan kir ku hêj rondikên çavê dayikan dirije û wiha dewam kir: “Dayik hêj li kolanan li pey cenazeyên zarokên xwe ne. Hêj em dibêjin belkî zarokên me werin da ku em vê rojê pîroz bikin. Kengê rondikên çavê dayikan bisekinin, wê demê dê Roja Dayikan bi watedar bê pîrozkirin. Lê hêj ev şerê qirêj li ser dayikan tê birêvebirin. Heta aramî û aştî pêk neyê, em ê nikaribin bi vê rojê bi bextewarî pîroz bikin. Ez rojek rondikên dayikan neherikin hêvî dikim.”
‘EM CÎHANEK XWEŞ Û AŞTIYANE AVA BIKIN’
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Perîxan Akbulut jî anî ziman ku Roja Dayikan rojek pîroz e û wiha axivî: “Xweza û dayik yek in. Ax û dayik yek in. Lê tu tamê nehiştine. Îro li tevahiya Rojhilata Navîn dayik digirîn. Dayik koçber dibin. Îro Tirkiye jî li dayikan bûye zîndan. Çimkî zarok tên kuştin û şer heye. Tu dayik li vî welatî rojek xweş najî. Divê hemû dayik ji bo aştiyê di nav hewldanê de bin. Zarokên me parî parî dibin, lê em dîsa aştiyê dixwazin. Bila êdî dayik negirîn. Rondikê çavê hemû dayikan yek in. Têkoşîn tune be aştî tu demê nayê. Heke aştî pêk were dê Roja Dayikan ji bo me bi wate bibe. Werin em dest bidin destê hev û cîhanek xweş û jiyanek aştiyane ava bikin.”