ÊLIH – Li bajarên herêmê serdema çîlekên Sasonê yên bi nav û deng dest pê kir. Cotkarên ji zeviyê bi 3 lîreya çîlekan difiroşin li bazar û marketan bihayê wan dibe 7 lîre. Cotkaran diyar kirin ku berdêla keda wan tê xwarin û yên qezenç dikin komîsyonvan û xwediyê marketan in.
Naveçya Sason a Êlihê bi çîlekên xwe navdar e. Li Sasonê dema çîlekan dest pê kir. Serê meha gulanê dest pê dike heta dawiya gulanê dewam dikin. Her ku ber bi germê ve diçe, çîlek kêm dibin. Li dehan gundên navçeya Sasonê çîlek tên çandin û bi sedan malbat debara xwe bi çîlekan dikin. Çîlek li nav axa bixêr û ber bi organîk tên xwedîkirin. Mirov ji tam û çêja wê têr nabin. Tama çîlekan rastî eleqeyek mezin tê. Li gel cotkar ewqas kedek mezin didin çîlekan jî lê berdêla keda xwe bi dest naxin.
Cotkar diyar dikin ku avdanî û karkeriya çîlekan zehmet e û ew nikarin heqê ked û mesrefên xwe derbixin. Cotkar tînin ziman ku ji ber bihabûna sotemeniyê û qirîza aborî bandorek neyînî li ser karê wan dibe û dixwazin ev pirsgirêk bên çareserkirin.
'MESREF ZÊDE BIHA YE’
Cotkarê çîlekan Selîm Kartal ê li gundê Hêlînê ya bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ku nêzî navçeya Sasonê ye diyar kir ku li ber çavan çinînî û palehî xweş tê xuyakirin û got: “Me bi piştevaniya Miduriyeta Çandiniyê çîlekan çand. Li gel vê yekê jî mesref zêde li ser me bandorê dike. Tovê çîlekan ji Sîlîfke ji me re tê. Tovê ji me re tê ji sedî sed organîk û em datînin. Bê gubrekirinê nabe. Gubreya çîlekan taybet e. Ne gubreya spî ye. Gubreya ji bo çîlekan çêdikin, em bikar tînin. Gubre biha ye. Torbeyê 15 kîloyî bi 150 TL’yî ne. Ji me re biha tê, lê me neçar in.”
‘KARKERIYA ÇÎLEKAN ZEHMET E’
Kartal da zanîn ku zeviya çîlekan kedek bêwestan dixwaze û wiha dewam kir: “Em di meha sibatê de meqes dikin û baxçe paqij dikin û karê wan dest pê dike. Em her tim av didin. Wextê lemên çîlekan kulîlk vedikin, em dizanin ku wê çîlekan bigirin. Piştî çîlek digîhîjinê em bi perekende û komî difiroşin. Xwedîkirina wan gelek zehmet e. Mesrefiya karkeriyê, neqliye, gubre û her wekî din dibe sedema em nikarin kar bikin. Em ji baxçe kîlo bi 3 lîre û 3 lîre û nîv difiroşin.”
COTKAR WEK KOMÎSYON Û MARKETAN QEZENC NAKE
Kartal got ku debara wan li ser çîlekan e û kîloya çîlekan ku ji baxçe bi 3 lîre û nîv difiroşin lê li ser dezgehên marketan bi 7 lîreya tên firotin. Kartal anî ziman ku ew wek komîsyonvanan nikarin kar bikin û li gel ew qas ked didinê û tama çîlekan wan xweş in jî zêde kar nakin. Kartal diyar kir ku çîlekên Sasonê di herêmê de bi nav û deng in û di serî de hemû mişteriyên wan ji bajarên herêmê ne û çîlekên Sasonê heta bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî diçin.
MA / Bîlal Guldem – Metîn Yoksu