AMED – Ji bo bernamzetiya parlamentiriya HDP’a Amedê ya hilbijartina 24’ê Hezîranê 234 kesan serî li komîsyona hilbijartinê dan.
Serlêdana bernamzetiya parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dawî bû. Bi taybetî li Amedê ji bo HDP’ê serlêdanek zêde çêbû. Di serdema hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de li Amedê 141 kesan ji bo bernamzetiyê serlêdan kiribûn. Ev hejmar ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê derket 234 kesan. Ji bernamzetan 68 jê jin in. Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamci têkildarî amadekariyên hilbijartinê axivî.
‘GEL XWEDÎ LI HDP’Ê DERKET’
Çamci anî ziman ku li gel hemû astengî û zextan jî serlêdana bernamzetiyê xwedî derketin û eleqeya li hember HDP’ê dide nîşandan û got: “Ev serlêdan me motîve dikin. Carek din hat nîşandan ku partiya me daxwaza gel dê pêk bîne. Ev serlêdan jî nîşaneya vê yekê ne.”
‘HESABÊN EM BIPIRSIN HENE’
Çamci destnîşan kir ku ew ê xebatên bi gel re rû bi rû birêve bibin û ew ê xebatek bi bandor bimeşînin. Çamci got ku li dijî binpêkirina mafê mirovan û hemû pêkanînên di du salên dawî de qewimîn dê peyamê bidin gel û got: “Hesabê em ê bipirsin hene. Em ji gelê xwe li benda xebatek serferberî ne. Werin em hemû bi hev re van xebatan birêve bibin.”