AMED – Welatiyên li Sûrê ku bi zorê malên wan ji wan hatin stendin û hatin îstimlaqkirin, serî li AYM’ê dabûn. Piştî ku AYM’ê îtiraza wan red kir, welatiyan bertek nîşanî biryara AYM’ê da. Welatiyan got bi vê biryaraê dewletê nêzîkatiya xwe ya ji bo gelê Sûrê tesdîq kiriye.
Di sala 2016’an de Desteya Wezîran der barê Sûra Amedê de biryara “îstimlaqkirina lezgîn” dabû. Piştî biryar hat dayîn welatiyan îtirazî biryarê kir, lê belê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) îtiraza welatiyên Sûrê red kir. Welatiyan bertek nîşanî îtirazê da. Ozlem Cuya ku li Taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê dima û mala wê hat rûxandin, anî ziman ku biryara AYM’ê ne biryareke adil e û ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.
Cuyan, anî ziman ku piştî mala wê hat rûxandin derbasî navçeya Rezanê bûye. Cuya diyar kir ku 50 salan li Sûrê mane û bi darê zorê ji malê hatine derxistin. Vuya, destnîşan kir ku piraniya şêniyên Sûrê bi darê zorê hatine derxistin. Cuya diyar kir ku biryara AYM’ê nêzîkatiya dewletê ya ji bo gelê Sûrê nîaşn dide. Cuya got, ew ê heta dawî di warê hiqûqî de bitêkoşin û ew qethiyen naxwazin malên xwe bidin.
'MALA ME YA BITAPO JI NIŞKAVE BÛ YA DEWLETÊ’
Cuya, bi lêv kir ku mafê wan heye ku ew li mala xwe rûnên û bi xwe wê çêbikin, lê belê bi hîle û xurdeyan mala wan hatiey xespkirin. Cuya got: “Ji me re gotin ‘mala we ketiye ber veguherîna bajêr û divê hûn derkevin. Dewlet li ser navê we pere razandiye bankeyê. Hûn ê wî perî bigirin û derkevin. Xwazî negirin, lê dîsa jî hûn ê derkevin.’ Mala me ji nişkave bû mala dewletê û ji me re hat gotin hûn bixwazin û nexwazin jî hûn ê derkevin. Helbet wê çaxê me îtiraz kir.” Cuya diyar kir ku ew heqê xwe helal nekin û dê dev ji mala xwe bernedin.
‘VEGUHERÎNA BAJÊR SEFESETE YE’
Cuya, anî ziman ku dewlet di bin navê “veguherîna bajêr de” mirovan ji warê wan dike û ev yek sefsete ye. Cuya got: “Hemû jî tiştên vala ne, tenê ji bo malên me ji me bistînin. Em xwediyê malê bûn, lê niha di kirê de ne. Me di serî de nexwest em xaniyê xwe bidin, em bi gelek derhiqûqiyan re rû bi rû man. Rojê 3-4 caran polîs û zabite dihatin ser me. Bi erzanî xaniyên me ji me distînin. Ev edaleteke çawa ye. Me xwest em serî li riyên hiqûqî bidin, lê ji me re gotin bi awayekî giştî serî lê bidin. Me û malbatên din bi hevdu re serî lê da. Paşê gotin bi awayekî şexsî serî lê bidin. Me bi awayekî şexsî jî serî lê da. Me serî lêd a, lê dadgeh jî li dijî me ye.”
Cuya diyar kir ku hikûmet piştî rûxandina Sûrê dibêje wan her der nû kiriye û gelê Sûrê ji vê rewşê kêfxweş e, lê belê kesên wisa dibêjin bila werin ji wan kesên ku bi zorê ji wir hatine derxistin biprisin. Cuya got: “Dibêjin malên ku li Sûrê çêkirine dê bidin şêniyên Sûrê. Madem xaniyên tên çêkirin dê bidin gelê Sûrê, nexwe bila budçeya me bifikirin û li gorî wê fiyetekî diyar bikin. Bila ji dêvla xaniyên me 2 qurîşan nedin me û bi 10 qatan jî nefiroşin me. Gelê Sûrê xizan e. Ew jî dizanin gelê Sûrê nikare di xaniyên ku çêkirine de rûnên. Jixwe em wan axniyên wan ên lüks naxwazin. Em doza tiştekî madî jî nakin. Tenê em xaniyên xwe û mafê xwe dixwazin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
MA / Esra Solin Dal